WAN – Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Wanê û Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê greva birçîbûnê dabûn destpêkirin heya niha jî berdewam dike. Çalakiya girtiyan ji 1’ê Tebaxê ve hatî destpêkirin bi temamî 27 roj li pey xwe hêştî.
Girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê bi awayek dorveger çalakiya xwe dane destpêkirin, 44 rojin berdewam dike. Girtî Mahsûn Bîlem (45) ya 27 salin girtî ye, bi malbata xwe re hevdîtin kiriye û diyar kiriye ku greva birçîbûnê didome û heta niha daxwazên girtiyan nehatine qebûl kirin.
Hasîbe Bîlem diyar kir ku 4 salin lawê wê li Girtîgeha Beşîkduzu tê ragirtin û lawê wê û girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rû bi rû mane û ew dixwazin ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin.