NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku di demên dawî de tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bû, di 25`ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Mirovî û Ewlehiyê’ da destpêkirin.
Îro operasyonên paqijkirinê saet di 05:00`an de ji beşa penaberên Iraqê destpêkirin ku beşek jê operasyonên paqijkirinê lê pêk hatibû. Xebatên lêgerîn û şopandina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên di nava niştecihên kampê de xwe veşartine, didomin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a duh, di operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşa yekemîn a kampa Holê de, 27 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin gitin, di heman beşê de 5 tunel hatin dîtin ku şaneyên DAIŞ`ê ew ji bo veşartinê, hedefgirtin û kuştina niştecihan bi kar dianîn.
Her wiha 33 kon hatin rakirin ku çeteyên DAIŞ`ê wek cihên perwerdeyê bi kar dianîn, tê de fikrên tundraw ên DAIŞ`ê belav dikirin, wekî dadgehên şerîetê bi kar dianîn û tê de hikum û ceza li kesên dijberî fikrên wan dibirîn.
Piştî gefên êrîşkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker xwarin, bûyerên kuştinê bi awayekî hovane ji aliyê van şaneyan ve li dijî şêniyên kampa Holê zêdetir bûn.