NAVENDA NÛÇEYAN – Ev sê rojin Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Mirov û Ewlehiyê de li Kampa Holê xebatên xwe didomînin.
Piştî bi dawîkirina beşek ji xebatên lêgerînê di beşa yekemîn a kampê de, şaneyên DAIŞ`ê agir berda du konên koçberên li beşa yekê.
Tîmên agirkujiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bilez mudaxele kir û agirê di her du konan de vêketiye, vemirand. Di encama wê êrişê de zarokek birîndar bû. Lê Heyva Sor a Kurd ew rakir nexweşxaneyên Hesekê.
Li gorî dayîka zaroka birîndar, rewşa keça wê kirîtîk e û pêwîstiya wê bi niştegeriyê heye.