BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku parêzvanên hebûn û destketiyên Kurdan e, ji bo parastina xaka Kurdistanê ya parêz li dijî dagirkeran di nava şert û mercên herî giran de berxwedaneke dîrokî dikin. Hêzên me bi ruhê fedaî û baweriya bi serketinê, derbê li dagirkeran dixin. Di 5 çalakiyên cuda yên tîmên me yên bi tevger de herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin, çepereke çeka giran û sîstemeke kamera hatin îmhakirin.”
Di dewama daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:
“Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 6 caran bi helîkopterên êrîşê, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe kir.
Agahiyên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
27’ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de derb li çepereke çeka giran hate xistin ku 5 dagirker li dorê civiya bûn û her 5 dagirker hatin cezakirin, çepera çeka giran hate îmhakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
27’ê Tebaxê saet di 07:20’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer.
27’ê Tebaxê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ber bi çeperên şer ve diçûn. Bi derbên tîmên me yên bi tevger re dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
27’ê Tebaxê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerekî bi paye hate kuştin ku bi taybetî hate hedefkirin.
27’ê Tebaxê saet di 16:00 de sîstemeke kamera ya ku dagirkeran li dora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi kepçe, bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;
Artêşa Tirk a dagirker 27’ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Werxelê hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên şer hilweşîne.
27’ê Tbaxê li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, çeperên şer 5 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, hawan, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;
27’ê Tebaxê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê FM beriya.
27’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Kurojahro 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
27’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Çemço û Sîda 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
27’ê Tebaxê Qada Gundê Sêdarê yê Garê û Qada Sinînê ya Xakurkê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
27 û 28’ê Tebaxê qada Sinînê ya Xakurkê, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Çemço bi obus, hawa û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.”