BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya beşa duyemîn a bi Stêrk TV’î re bang li ciwanan kir ku li cihê bê edaletî û îşkence hebe divê li wê derê çalakiyên xwe bi pêşbixin û bibin bersiv û got; “Li cihekê çiqas bêedaletî, zilm, êşkence, talan, kuştin û bêmafî hebe divê li wir jî çalakî xurt bin, rastî ew e. Li cîhanê jî mînakên wê gelek in, çiqas faşîzmê hovîtiya xwe pêş xistiye, li dijî wê jî çalakî xurtir pêş ketiye û dawî faşîzmê jî aniye. Ya ku ji sosyalîst û demokratan tê xwestin ew e.”
Heman demê de Cemîl Bayik bal kişand ser qehremantiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û ji ciwanan re diyar kir ku ew rihê Zap, Metîna û Avaşîn ji bo xwe esas bigirin û wiha domand; “Çawa li Zap, Metîna û Avaşînê heval qehremaniyê dikin, di bin şert û mercên zor zehmet de vê dikin, şertê wan ne wekû hevalê li Zapê ne, şertê wan baştir in. Yanî dikarin xurtir jî çalakiyan pêş bixin, ya ku ji wan tê xwestin ew e. Divê wan qehremanan tenê nehêlin, çalakiyên ku pêş bixin jî divê desthilatdariya faşîst bihejînin.”
Beşa duyemîn û ya dawî hevpeyvîna Cemîl Bayik a Bi Stêrk TV re wiha ye;
Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li welat û derveyî welat hate pîrozkirin. Her wiha bi pêşengiya HDP’ê hêzên demokrasî û azadiyê 2 mîtîngên girîng li darxistin ku li Tirkiye û Kurdistanê bûn rojev. Di vê çarçoveyê de hûn berxwedana hêzên demokrasî û azadiyê çawa dibînin?
Li hemû beşên Kurdistan û derveyî Kurdistan gelê Kurd li kuderê hebû, Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi gelek şêwazan pîroz kirin. Ji bo wê ez spasiya gelê me dikim, hurmet û girêdanbûyîna xwe diyar dikim. Bi vê ruhê me her tişt qezenç kir, bi vê ruhê jî em ê berdewam bikin. Ev ruh ne tenê ji bo wê wextê pêwîst bû ew ê her tim ji bo gelê Kurd pêwîst be. Bi vê ruhê ve bimeşin, heta niha çawa gelek şoreş pêşxistin, gelek nirx avakirin û xwe kir mînak. Îro Rêber Apo di nav gelên cîhanê de, rêberê azadiyê ye. Li ser vê ruhê em bimeşin, em ê pêngavên hîn mezintir jî pêş bixin. Ji ber ku ev ruh ruhê azadiyê, ruhê demokrasiyê ye, ruheke ku pêşketina wê nasekine. Ji xwe ji bo Kurdan û ji bo mirovatiyê jî ev ruh pêwîste. Ji ber ku encex bi vê ruhê dikare xeyalên xwe, armancên xwe pêk bîne. Niha li Tirkiyeyê HDP’ê hinek mitîng çêkirin, ev mitîngane baş bûn. Ji ber ku Tirkiye ketiye atmosferek nû her kesek mitînga çêdike, ji bo wê divê HDP, ne tenê HDP hêzên demokrasî û sosyalîst ên ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, divê çalakiyên xwe pêşbixin û hê xurttir bikin. Heta niha gavên ku hatine avêtin baş in, lê kêm in. Divê hîn zêdetir pêngavên xwe biavêjin. Ji ber ku rewşa AKP-MHP’ê berçavan e her ku diçe di nav gel de lewaz dibin, yanî her kesek dibêje dawiya wan hatiye. Vê dawiya wan kê çêkir, têkoşînê Rêber Apo û têkoşînê ku PKK, gerîla û gelê Kurd dimeşîne ye, ji bo wê berdelên mezin dide û di encama wê de AKP-MHP ketiye vê rewşê. Lê belê maseya şeş dibêjin heye yanî ev jî ji bo gelan û hêzên demokrasiyê zêde hêviyekê çênake, çima? ji ber ku tiştê ku pêşdixin bi temamî dixin di bin xizmeta AKP-MHP’ê de. Yanî gelê Tirkiye li AKP-MHP’ê dixwest xwe xilas bike, dixwaze rabe çalakiyan, meşan, protestoyan, lê maseya şaş bi taybet CHP û yên din pêşiya wan digirin. Talûke hene ji bo wê divê hûn dernekevin qada, dibêjin em ê bi hilbijartinan her tiştê hel bikin, em ê bi hilbijartinan AKP-MHP’ê bibin. Bi vê şêwazê tevgera gel pasîf dikin bi vê yekê re tam jî tişta ku AKP-MHP’ê dixwaze pêk tînin. Çi wextê ku AKP-MHP’ê pir tengav dibe CHP û wana alîkariya wan dike, wan ji tengaviyan derdixin ev jî rastiya wan dide diyarkirin. Ji ber ku hemû jî siyaseta dewleta Tirkiye ji bo xwe esas digrin, îdelojiyek wan heye vê ji xwe re esas digrin. Ji der veyê van çi pêngavek navêjin çi desthilat be çi mûxalefet be yanî hevdu temam dikin. Heta niha jî vê meşandin. Dibe ku gelê me vê femkiribe li aliyê Tirkiye jî her ku diçe kêm be jî tê fêmkirin, ji bo vê pêwîste êdî ev siyaseta dewletê ya fermî vala derbixe, tişta ku ji hêzên demokrasî û sosyalîst tê xwestin ew e. Ne ku bi navê demokrasî û azadiyê, bi navê sosyalîzmê li dijî faşîzmê pasifîzmê pêş bixin, wiha di sînorê ku AKP-MHP’ê çêkirî de tevger bikin. Divê di vê sînorê de tevger nekin ev ji bo hêzên demokrasî û sosyalîst bi taybet ji bo Kurdan, Elewiyan, jinan talûkeyeke mezin e. AKP-MHP’ê sînorekê datîne û dibêje her kes di vê sînorê de tevger bike, yên ku ji wan re xizmet nekir, dibêje terorîstin, dibêje ewane dixwazin Tirkiye parçe bikin bi gelek tuxmeta wan bêtesîr dikin û dixin di bin xizmeta xwe de. Niha AKP-MHP’ê weke berê ne xurt e, dibe ku berê bi tirsa hinek tişt çêkirin, êdî ew hildiweşe. Ji bo divê êdî kes AKP-MHP’ê weke berê nebîne, raste dîsa zulmê dikin dibe hin zêdetir jî dikin, her ku vê dikin dawiyê xwe jî tînin. Lê êdî hêza wê ya berê nemaye, nikarin di her tiştê de desthilatdariya xwe bidin dewam kirin. Ketine derdê xwe ku ka çawa gel bixapînin û di desthiladariyê de bimînin. Ji ber ku dibînin ku êdî dawiya wan tê, ji bo vê divê her kes vê bibîne û bi wêrekî mezintir têkoşînê pêşbixin. Hêzên li dijî faşîzmê hemû komî ser hevdu bikin li ser hinek hêmanan esas yanî li dijî faşîzmê çawa ji bo demokrasiyê kar bikin, eger li ser vê esasê pêngavan pêşbixin hêza demokrasî hêzeke pir mezin e. Dikare li ser siyaseta Tirkiye tesîrek mezin çêbike, dibe heta niha nekarî lê, îro ev derfet çêbûye. Gerîla, Rêber Apo, PKK’ê bi berdelên mezin vê rêyê vekir ê ku ji wan tê xwestin ew ê li ser vê rêyê bimeşin. Eger vê bikin û biwêrekî vê pêngavê biavêjin ew ê bibin hêzên yekemîn, bi vî awayî ne AKP li desthiladariyê dimîne ne jî ew mase şaş dikare di dewsa wan de dîsa siyaseta Tirkiye ya fermî bimeşîne. Ev rastiyeke AKP-MHP siyaseta ku di dewleta Tirkiye meşandî de, li lûtkeyê dimeşîne di vê de êdî ku vê siyasetê de gavê nû pêşbixe nîne, hemû tişt dikin, ew ê hin zêde nikarin tiştek din bikin. Ketina wan ji bo her kesê esas e. Divê ji bo ketina AKP-MHP’ê têbikoşin û nehêlin ku ev têkoşîna û berdelên dayîn dîsa bikeve xizmetê hinekan, bikeve siyaseta fermî ya dewleta Tirkiye. Eger hêzên demokrasî biwêrekî tevger bikin, dikarin Tirkiye ber bi demokratîkbûnê ve bibe û dikarin komareke demokratîk li Tirkiyeyê pêşbixin. Pirsgirekê gelan ên Kurd û Elewî jî di nav de dikarin çareser bikin, ev derfet çêbûye. Ji bo vêya kî dikare vê zêdetir bike HDP’ê dikare, ji xwe her kes vê tîne ziman, yanî dibêjin pêwîste HDP’ê pêşengiyê bike, her kes vê hêviyê dike. HDP jî divê vê hêviyê pêk bîne, yanî vê erkê bide ser milê xwe. Hêzên demokrasiyê hemû yên ku li dijî faşîzmê hemû komî ser hev bike û bike li dijî faşîzmê tevgerê têkoşînê û demokrasiyê pêşbixe û komara demokratîk pêşbixe. Ger vê tiştê bikin giranî ya xwe çêbikin, di rewşê Tirkiyê de guhertin çêbibe.
Li Tirkiyeyê her ku hilbijartin nêzîk dibe, rola Kurdan bêhtir tê dîtin. Bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê, lê ragihandina Tirkiyeyê ev yek ji nedîtî ve hatin. Niha jî hêzên desthilatdar û muxalîf ên Tirkiyeyê diçin Kurdistanê û mîtîngan lidar dixin. Peyamên taybet ji bo Kurdan didin. Li aliyê din HDP bi îradeyeke mezin derkete pêş û got, ‘Em dikarin çareser bikin, hêza çareseriyê em in’. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Tişta ku HDP’ê pêşxistî di cih de ye. Pêwîste xwe hêza çareseriyê bibîne, yanî bêje pirsgirêka ku li Tirkiye heyî, em ê çareser bikin. Ji bo vê divê bernameyê xwe jî diyar bike û li ser vê jî siyasetê bike. Ew hem HDP’ê xurt dike hem jî hêzên demokrasî û azadiyê yên sosyalîst xurt dike. Gelê Tirkiye tevahî xurt dike, ya rast ew e. Niha li Newrozê mîtîngên pir mezin çêbûn lê, siyasetmedarên Tirkiye, ragihandinê Tirkiye cih nedan ne ku vê yekê nedîtin dîtin hem jî pir baş dîtin û tirsa ku jiyan dikin ji bo vê ye ji xwe. Ji ber ku digotin me dawiya PKK’ê anî, me bandora PKK’ê ji holê rakir, HDP ji xwe êdî nikare derkeve kolanan, gelê Kurd êdî di xizmeta me de ye wisa difirkirîn. Lê di Newrozê de dîtin ku ne wisa ye tam berevajî vê ye, ji bo wê baş dîtin. Tirsa ku jiyan dikin ji bo vê ye, qaşo bi ser de dinixûmînin ku kes pê nehese, lê ev mirinê wan çêdike. Niha gelê Kurd ji berê bihêztir e, êdî kes nikare gelê Kurd bixapîne berê her kes dixapand, ji bo armancên xwe wan dişuxulandin. Lê bi derketina Rêber Apo têkoşîna ku Rêber Apo pêşxistî, êdî Kurd ji vê rewşê derxist êdî hişyar bû, zana bû, xwedî nirx e êdî aşiqê azadiyê ye, ji derveyî azadiyê tiştek qebûl nake. Yan dibêje ez ê bi azadiyê bijîm yan jî ez ê nejîm. Ji bo vê îradeyeke pir xurt, fedakariyeke pir xurt bi xwe de pêşxistiye. Êdî bê Kurdan ne tenê li Tirkiye, li Rojhilatê Navîn jî siyaset na meşe. Kurd di navenda siyasetê de ye, Kurd êdî çarenûsa her kesê dide diyarkirin e. Eger li Rojhilatê Navîn statû ne çêbin, hevsengî ne çêbin ev bê Kurdan nabe. Yê dijminatiya Kurdan bike, wê winda bike. Rewşa şerê cîhanê yê yekem û duyem cuda bû, yê niha cuda ye. Li Tirkiye jî yê ku dijminahiya Kurd bike, dijminatiya xwe dike di esasê de dawiya xwe tîne. AKP-MHP’ê ji her kesê zêdetir dijminatiya Kurdan kir, lê niha di rewşê mirinê de ye xwe xist vê rewşê. Divê her kes ji xwe re encaman derbixe, êdî ev siyasetê înkar û îmhayê nemeşînin, dev jê berdin ew ê bi vê qezenç bikin. Yên ku siyaseta Tirkiye yên îmha û înkare berdewam bike, wê her tim winda bike. Ji bo wê divê kes vê siyasetê nemeşîne. Niha AKP-MHP’ê ev siyaseta dewleta Tirkiye di astê pir jor de eşkere meşand. Lê encam negirtin, berevajî wê Kurd ketin navenda siyaseta Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di NATO’yê de mijara Kurd û PKK’ê tê niqaşkirin, biryar tên girtin. Ev dide diyar kirin ku Kurd êdî di siyaseta cîhanê de ye, bê Kurd kes nikare siyasetê bike, dixwazî li gel wê be dixwazî dijî wê be. Rêber Apo got; PKK’ê ji bo her kesê dide qezençkirin, yên ku dixwazin dijminiyê jî bike li ser PKK’ê qezenç dike. Yên ku dostaniyê jî bike li ser dostaniyê qezenç dike. Ev rastiye Rêber Apo PKK’ê ji bo her kesê dide qezençkirin. Lê berê yên ku dijminiyê dikirin hin zêdetir qezenç dikirin, niha yên ku dostaniyê dike zêdetir qezenç dike. Niha ji bo hilbijartinê her kes dibêje mifte Kurd in, ev rast e. Lê wê dibêjin, rast jî nêzîk nabin, dîsa bi mejiyê berê, bi siyasetê berê nêzîk dibin. Dibêjin em çawan Kurdan bixapînin di hilbijartinan de rayê Kurdan werbigrin ku bikarin qetliamên Kurdan dewam bikin. Kurd êdî vê dizanin, Kurd bi salan in têkoşîn û berdelan dide, kes nikare êdî Kurdan wesa bixapîne. Êdî ev dem qediya ye. Ji bo vê divê her kes rast nêzikî Kurdan bibe. Kurd ji her kesê vê dixwazin, nêzîkbûna vê ji bo Rêber Apo çawa bibe, hûn neheqiyê ku li hemberî Rêber Apo çêbûyî qebûl dikin yan qebûl nakin, hûn ji bo pirsgirekê Kurd dixwazin çi bikin, hûn ê di siyaseta tunekirinê bidomînin yan jî hûn ê dev ji vê siyasetê berdin û Kurdan weke geleke qebûl bikin û heqê wê qebûl bikin. Hûn ê di aliyê demokrasiyê de çi bikin, wê dipirsin û dixwazin bersiva vê werbigrin. Êdî kes weke berê nikare Kurdan bixapîne, Kurd xwedî hêman in, xwedî armanc û xwedî nirx e. Bi hinek taktîkan, bi peran kes nikare alîkariya Kurdan werbigre. Diyare ku hem hundir û hem jî derveyî Tirkiyeyê, hinek dibînin ku dema AKP-MHP’ê xilas dibe û dewsa vê de dixwazin hinek maseya şeş derbixin, ên maseya şeş ji bo vê hinek hêvî dikin ku bên ser desthilatdariyê. Ji ber vê hinek çi dibêjin em ê helaliyê pêşbixin lê, vê helaliyê çawa pêşbixin diyar nakin. Nikarin Kurdan wisa bixapînin, te ev qas qetlîam kirine, ev qas hovîtî meşandine û li ser Rêber Apo û gelê Kurd vê hin jî dimeşîne. Tu li pişt biryarê şer disekinî tu pişt tecrîdê disekinî, tu li pişt tunekirina Kurd disekinî. Tu çawa Kurdan bixapinî dibêje wa em ê helaliyê pêşbixin, tişta bidin ji bîr kirin bila me qebûl bikin, bila bikevin bin xizmetên me û em ê bi hevre bijîn. Wa ne helalî ye, wa ne pêkan e. Dîsa bi şeklê Roboskî dixwazin Kurdan bixapînin, weke ku dostê Kurdan in. Yên ku dostaniya Kurdan dikin bila li dijî tecrîd û şer bisekinin, ên Kurd qebûl bike divê heqê wê jî qebûl bike. Wê eşkere bêje siyaseta ku me heta niha meşandiye siyaseteke şaş e, me dijmintiya gelê Kurd kir em dixwazin gelê Kurd qebûl bikin, mafê gelê Kurd pêk bînin. Wiha helaltî pêşdikeve, weke din xwe dixapînin, nikarin wiha Kurdan bixapînin. Kurd jî divê, kî wan propagandayan dike eşkere bêje, hûn li dijî siyaseta qirkirinê ne yan ne. Hûn pirsgirekê Kurd çawa dixwazin çareser bikin, hûn çawa dixwazin tecrîdê ji holê rakin, çawa dikarin yên li girtîgehan berdin biryarên we yên wiha hene yan nînin, destpêkê vana eşkere bikin. Divê wiha li ser van zextê bikin. Yan neçarin gavek biavêjin yan jî siyaseta xwe ya qirkirinê berdewam bikin. Em jî dixwazin ku ew bên fêmkirin. Ya rastî ew e.
Mijareke gelekî girîng heye, ku mirov pê pir diêşe. Êrîşên qirkirin û talanê yên li ser xwezaya Kurdistanê dewam dikin. Dijminatî li xwezaya Kurdistanê jî tê kirin. Di asta medya dîjîtal de hinek nerazîbûn hate nîşandan, di rojeva ragihandina giştî de bû rojev. Lê pir eşkere her kesî dît ku cudahiyek heye, durûtiyek heye. Hûn asta nerazîbûna li dijî van êrîşan çawa dinirxînin?
Vê bêdengiya durûtî ji siyaseta dewleta Tirkiye derdikeve. Ji ber ku li Tirkiye siyaseteke fermî heye, di hişmendiya her kesê de ew hakim e. Di mijareke din te tu dinêri demokrat, lîberal û sosyalîstin lê dema mijar dibe Kurd her tişt xilas dibe. Hemû dikevin di bin xizmeta dewleta Tirkiye de xwedî li dewleta Tirk derdikevin. Heta ku ev hişmendî neguhere ev durûtî, bêdengî, qetlîam û şer wê dewam bikin. Ji bo vê divê her kes kar bike ku di hişmendiya dewleta Tirkiye de guhertin çêbibe. Rêber Apo jî ew kar pêş xist, ji ber ku heta ku di hişmendiya dewleta Tirkiye de guhertin çênebe, wê dewleta Tirkiye dev ji nîjadperestî, qetliam, girtin û koçberkirinan bernade. Ev deh cara îspat bûye, rastiya dewleta Tirkiye ew ê li ser vê esasê dimeşe. Eger gelê Tirkiye çep, demokrat, lîberal, hunermend, rewşenbîr û nivîskar bixwazin armancên xwe pêk bînin, ev rê di guhertina hişmendiya dewleta Tirkiye re derbas dibe. Heta ev hişmendî neyê guhertin, tiştên ku niha jiyan dikin wê berdewam be dibe ku hin zêdetir jî bibînin, ev rastî ye. Niha dewleta Tirkiye dijminê gelê Kurd e, bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe dixwaze ji holê rake, vê yekê venaşêre eşkere dibêje, dibêje armanca min ew e. Xwe di vir de asê kiriye, çarenûsa xwe di vir de girêdaye. Dibêje yan ez ê dawiya Kurdan bînim û desthilatdariya xwe berdewam bikim, yan jî ez ê nemînim, vêya rast e. Li Tirkiye qanûnên ku hatin desthilatdariyê û desthildariyê mayîn jî li ser vê esasê ye. Yê ku qirkirina Kurd berdewam bike, yê ku di wir de encam bigire, li ser desthilatdariyê dimîne, wesa nebe ne pêkan e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê soz da ku qirkirinê pêk bîne, lê encam negirt. Ji bo wê êdî dawiya desthilatdariya wê tê. Niha bêsînor dijminatiyê dike, dara dibire, bombe dibarîne her derê, bendavan çêdike, koçber dike, dide girtin, êşkence dike, di girtîgehan de qetil dike, jina dikuje yanî tişta ku neke namîne. Di her alî de jiyanê ji bo Kurdan ji holê radike, li Dêrsim û Botan dar birîn, ew çiya weke çolê kirin ne ku tenê dixwazin daran bibirin û bifiroşin qezencê bikin, ew encama siyaseta qirkirinê ye. Divê her kes vêya wiha fêm bike. Eger ku êrîşê xwezaya Kurdistanê dike, sedem ew e ku dixwazin qirkirinê çêbikirin. Bi êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê dixwazin qirkirinê bikin. Ji ber ku gelê Kurd bi xwezaya xwe dikare bijî. Xweza çavkaniya jiyanê ye. Eger te ew çavkanî ji holê rakir, jiyan namîne. Sedemê ku gelê Kurd îro gelek zehmetiyan dijî, ew e. Ji ber ku di her aliyê de rûxandin heye, kuştin ji holê rakirin heye. Gelê ku vê jiyan bike jiyana vê dikeve zor û zehmetiyê. Ji ber vê divê gelê me xwe ji vê zehmetiyê rizgar bike. Çareseriyê vê ev e ku tişta dewleta Tirkiye li ser Kurd û Kurdistanê bimeşîne qebûl nekin. Divê li dijî vê biwêrekî bisekine. Yanî dibe ku dewleta Tirk kuştinan bike, lê ji xwe her roj van dike, bingehê jiyanê ji bo gelê Kurd ji holê radike. Dixwaze bi vê şêwazê tevahî civaka Kurd bikuje. Eger tu li dijî siyaseta wan bisekinî, tu hinek berdêlan bidî, ev li gel vê ne zêde tişteke. Heta ev yek pêşiya qirkirinê digre welatê te, erdê te, azadiyê te, nirxê te, nasnama te bi te dide qezençkirin. Ya rastî ev e. Em dibînin niha jin tên kuştin bêdengin, daristan tên talan kirin bêdengin, bombe dibarînin her derê bêdengin, bendav çêdikin bêdeng in, di girtîgehan de mirov tên îdamkirin bêdeng in, vaye nayê qebûlkirin. Divê êdî dawiya vê bêdengiyê bînin. Divê êdî gelê me bêje bes e û êdî qebûl nekin. Her darê ku tê birîn, divê bibe sedema serhildaneke, her jineke ku bê kuştin bibe sedema serhildaneke, her cihê ku tê xwesin talanê pêşbixin divê bibe sedema serhildanekê. Divê nehêlin ku erdên wan talan bikin, ger hêzên xwe kombikin û li dijî vê yekê bisekinin, dewleta Tirk nikare li hemberê wan bisekine û van tişta bike, çi çêdibe ji ber bêdengiyê çêdibe. Her kes xwe li hêviya hev dû ye, dihêle ev şaş e. Divê tu kes xwe nehêle hêviya kesê, her kes talanê weke milkê xwe bibîne li dijî vê bisekine. Kuştina jineke weke jina xwe, keça xwe bibîne xwedî wê derbikeve. Yanî divê her tiştê bike, bibe sedema serhildanê, eger vê bike dijmin nikare siyaseta xwe bimeşîne.
Li Iraqê jî gelek bûyerên mezin diqewimin, tevlîheviyek heye. Alozî çareser nebûye. Lê di rastiya xwe de bingeha vê dijberiyê li hemberî êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk bû. Bi taybetî me dît ku piştî komkujiya li Iraqê, alên Tirkiyeyê hatin şewitandin. Gotin bila Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê dekeve. Gelek nerazîbûn hebûn, lê hineka aliyan dest lê werdan û berê nerazîbûnan guherî. Mînak li Hewlêrê malbata Barzanî nehişt ku gel nerazîbûnê nîşan bide. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Wextê ku qetlîama li Perexê pêş ket di nava gelê Iraqê de nerazîbûnek pir xurt pêş ket, diyar bû ku ev ê hin jî pêş bikeve. Ev ê bandorên vê li ser gelê Kurd jî hebin, li ser welatê Ereb, gelê Ereb û cihê din jî bike. Yanî li dijî Tirkiye tevgereke pir xurt pêş ket. Divê gelê Kurd ji vê sûd bibîne. Ev konseptê ku li dijî PKK’ê û gelê Kurd tê meşandin derbe bixwe ev yek dîtin. Ji bo vê mudaxeleyê vê kirin, rojev guhertin. Ev nerazîbûna ku li dijî Tirkiye pêş ketî qulibandin û li dijî Îran pêş xistin. Tirkiye û qetlîama Perexê ji rojevê derxistin. Rojeveke din li Iraqê, li Rojhilata Navîn pêş xistin. Lê qetlîama li Perexê ne mijareke wiha bû ku ji rojevê bê derxistin. Divê di rojevê de her tim bihêlin. Ev ne tesedufê çêbû, bi zanebûn çêbû. Bi vê yekê xwestin ku gelê Başûr bitirsînin. Kesên ku li dijî Tirkiye disekine bitirsînin, ji bo ku kesek din li dijî Tirkiye nesekine. Armanca Tirkiye heye dixwaze Mîsaqî-Mîlî bi dest bixe ango dixwaze Mûsil, Kerkûk û tevahî Başûrê Kurdistan bidest bixe. Eger van deran bi dest bixe di siyaseta Iraqê de dibe desthilatdar. Yanî Iraq tevahî dikeve di xizmeta dewleta Tirkiye de. Ji bo ku vê pêk bîne divê gel bide koçber kirin, kes li dijî wan nesekine ku bikaribin dagirkeriya xwe pêşbixin, ji bo bikarin desthilatdariya xwe jî li ser Iraqê pêş bixin. Ji ber ku dibînin Iraq jî lewaz e, yanî nikarin li dijî wana bisekinin, Berzanî jî li gel wan in heta li Iraqê jî hinek li gel wan in, dewletek ê NATO’yê ye. NATO jî li dijî wan nasekine û heta alîkariya wan dike. Piştî hilbijartinan planeke jî dihat meşandin yanî hikûmeteke bi Barzanî, Sedir û helbusî wan çêbikin wisa hêvî dikir ku serokkomar û hikumetê jî bi dest bixin. Li ser vê esasê pêngavên nû pêş bixin. Erdogan jî digot bi van hilbijartinan rewşeke nû li Iraqê pêş ket. Yanî hesabên Tirkiye çibû hikûmeteke Tirkiye û Barzanî bi piştgiriya NATO’yê çêbibe û koka PKK’ê û hêzên demokrasiya Iraqê bînin û di dawiyê de jî qirkirina Kurdan temam bikin. Lê ev planên wan nemeşiya, planeke din meşiya. Evcar ên ku hikûmetek li ser Barzaniya, Sedir pêş bixe nehiştin ku Îran, ên dostaniyê bi Îranê re dikin ku hikumeteke çêbikin. Evcar wana jî planên van xira kir. Yanî li Iraqê nakokiyên Iraq û Emerîkayê berdewam dike. Piştî hilbijartinan planeke ku dihat meşandin pêk bi hatibana û wesa wiha bi meşandana, lê wesa çênebû. Ji ber ku ev nebû Iraq ber bi şerê navxweyî ve çû. Niha talûkeyeke wiha li pêş Iraqê heye. Niha şerê navxweyî pêş bikeve na pêş nekeve ne diyar e. Dîsa hinek hewld didin ku şerê navxweyî pêş nekeve, yanî ku bikarin dîsa li ser hinekan pêk bê, hikûmetek çêbibe ew ê dîsa hilbjiartinan li Iraqê pêş bixin. Lê ev jî zêde nameşe, ji ber ku di hilbijartina derbasbûyî de me dît ku nêzikî Sedî 80 tevlî hilbijartinan nebûn, yanî ev heqîqeteke îfade dike. Gel ji van siyaset û partiyan ne raziye, guhertineke esas li Iraqê dixwazin. Ji xwe gelek caran jî ev yekê anîn ziman, ji bo wê hilbijartineke din jî pirsgirekên li Iraqê çareser nake. Îhtimala şerê navxweyî jî heye, eger şerê navxweyî pêş bikeve vê di Iraqê de parçebûn û talûkeyên mezin pêk were. Tirkiye naxwaze ku li Iraqê aramî çêbibe, ger ku li Iraqê aramî çênebe, sedema vê ya yekem Tirkiye bixwe ye. Eleqeya xwe ya Barzaniyan û bi hinek Sûniyan re bikartîne, ji xwe Iraq jî lewaz e. Di siyaseta Iraqê de zextên xwe pêk tîne, nahêle ku çareserî pêş bikevin. Dixwaze Iraq di nav aloziyan de lewaz be ku bikaribe armancên xwe li Iraqê pêk bîne. Dixwaze Mûsil û Kerkuk bi dest bixwe ji xwe niha li vê derê kar jî dikin, dixwazin encam jî bigirin. Heta şerê navxweyî pêş bikeve ew û Barzanî îhtimale ku êrîşê Şengal û Mexmûrê jî bikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşên nû pêş bixin. Ev îhtîmalane hemû hene divê her kes li gor van îhtimalan tedbîrên xwe pêş bixin. Eger şerê navxweyî pêş neket, pêşiya şerê navxweyî bê girtin, ev nayê wê wateyê ku ew talûke ji holê rabûye û pirsgirêk çareser bibin. Hikumeteke çêbibe dîsa siyaseta Tirkiye, PDK û Barzaniyan bimeşîne. Vaye wê pirsgirekên nû jî çêbike yanî ji bo wê her kesê qada Iraqê girîng e. Ev bi xwe re hem ji bo gelê Iraqê û Rojhilaltê Navîn talûkeyên mezin çêdike, hem jî îmkaneke çêdike ku pêşî parçebûna bê girtin, li Iraqê demokratîkbûn bê pêşxistin û bandora vê ya li ser Rojhilatê Navîn jî heye. Vaye her du wê çawa bimeşin, tam nediyare. Em dixwazin hêzên demokrasiyê li Iraqê pêşiya parçebûnê bigirin, Iraqê ber bi demokratîkbûyînê bibe. Ev jî bi paradîgmayên Rêber Apo çareser dibe, weke din ne pêkan e. Ev planên ku heta niha tên meşandin pirsgirêka Iraqê çareser nake, her ku diçe kûr dike û ber bi parçebûnê ve dibe. Ji bo wê divê mirov vê rastiyê bi her kesê bide fêmkirin.
We di beşa yekemîn de jî hinekî qalê kirin, ku dewleta Tirk hewl dide hin hevdîtinan bi rêveberiya Şamê re bike. Her wiha pêkhatina hin hevdîtinên dîplomatîk ên veşartî jî hatin eşkerekirin, ku bû cihê nerazîbûnan. Li aliyê din Rêveberiya Rojava jî ji bo şerê gel ê şoreşgerî rewşa awarte ragihand. Hû vê rewşê çawa dinirxînin?
Rêveberiya Rojava biryarek girt û rewşa awarte ragihand, vê yekê bê sedem ne ragihandin. Ji ber ku rewşê awarte di welat de di kijan rewşan de tê pêşxistin mirov dizane. Ji ber ku dîtin ku talûkeyeke mezin heye, ji ber ku xwestin pêşiya vê bigirin û li dijî vê destkeftî û nirxên xwe biparêzin rewşa awarte ragihandin, ev biryareke di cih de ye, mirov wê dizane. Ji ber ku wan jî dîtin ku hinek siyaset tên meşandin, li ser Rojava hinek plan tê meşandin. Ji bo ku ew plan pêk neyên ku bikaribin azadiya xwe biparêzin ev rewşe pêş xistin. Lê mirov dibîne çiqas ev rewşê pêş xistibin jî tam li gor vê tevger nakin, jiyan nakin. Mînak şehadetê Jiyan û hevala ku li ba wê şehîd bû, hem rewşa awarte îlan kirine û hem jî weke ku hîna tiştek nîne, di pêvajoyeke asayî de jiyan dike konferans û civîna çêdikin. Bi xwe jî tevlî civîna fermî ya jinan ku ji her kesê re vekirîbû bibû û axaftinek kiribû, dema ku derket jî dewleta Tirk bi balafirên keşfê lêdixe. Eger ku rewşa awarte pêş xistine, divê li gor wê tevger bikin, yanî civineke wiha eşkere û berfireh di wê demê de ne pêwîst e. Eger civînan çêbikin, bila bi şêweyeke din çêbikin. Ev dibin sedema berdelên mezin, ez wisa bawer dikim ku ji vê encam derxistin. Divê temamî bi veşartî kar û tevger bikin. Ji ber ku biryar diyar e, li ser rêveber û kadroya biryarên kuştinê hene û vê jî pêk tînin û wê berdewam jî bikin. Ji bo wê divê kesên rêvebir, kadro, welatparezên ku di nav gel de bandora wan heye weke berê jiyan nekin, tevger nekin û têkiliyan pêş nexin. Bi temamî xwe bikêşînin bin erdê, li bin erdê karê xwe bimeşînin. Yek jî divê gel şerê şoreşgerî baş fêm bike, di pratîk de vêya pêk bîne. Ji bo wê amadekariyên xwe her tim li ber çavan derbas bikin, li kuderê kêmasî û şaşitî heye wana rakin. Xwe bi temamî ji bo şerê gel ê şoreşgerî ji her alî ve amade bikin. Li dijî wan teknîk pir xurt dimeşîne, ji xwe şerê ku dimeşînin li ser teknîkê dimeşînin. Ji bo wê divê xwe li dijî teknîkê biparêzin, ji bo wê çi pêwîst te, bin erd pêş xistin. Divê li bajaran, li gundan bi temamî parastinê pêş bixin, binerd pêş bixin. Dîsa li bin erd, wan deran têkîliyan pêş bixin. Cihan çêbikin, ji bo birîndaran cihan çêbikin, ji bo gel binerd çêbikin. Av li ser wan qut dibe, ji bo wê divê tedbîrên wê bên girtin, bîran bikulin. Erzaq, derman depo bikin. Gel ji bo şer amade bikin, perwerde bikin li ser çekan. Wê çawan xwe biparêzin, çawa şer bikin, bi temamî gel di perwerdeyan de derbas bikin. Têkiliyên xwe û leşkerî xurt bikin, koordînasyon yek alî be. Texmîn dikin ku li pratîkên li Serêkaniyê encam girtine. Ew şaşitiyane divê dubare nebin, mirov fêm dike ku ji bo şerê gel ê şoreşgerî amadekariyên xwe pêş dixin, hinek gav avêtine. Ew baş e, lê hîna hinek kêmasî hene, divê wan jî çareser bikin. Bi temamî bi xwe bawer bin, li ser îmkanên xwe derfetên xwe yên leşkerî pêş bixin, guhê xwe nedin ji der ve. Dewleta hemû jî li ser wan planan dimeşînin ku çawa wan bixapîne, çawa wan teslîm bigirin, dikarin têkîliyan bimeşînin. Lê divê ji wan bawer nekin, guhê xwe nedin wan. Her tim guhê xwe bidin xwe, wê çawa planan têk bibin û di azadiya xwe de bimeşin, wê çawa şoreşa xwe xurtir bikin, divê vê esas bigirin. Niha dibe ku Rûsya, Îran ewane dixwazin, Sûriyeyê li hemû Sûriyeyê hakim bikin, dibe Sûriye jî vê dixwaze. Lê Sûriye weke berê nîne, Tirkiye dixwaze Kurd ji holê rabin, dixwaze li ser vî esasî bi Sûriyeyê re têkîlî pêş bixe. Ev karane tên meşandin, ji xwe di ragihandinê de eşkere tê nîqaşkirin. Lê têkîliya Sûriye û Tirkiyeyê wisa hêsan pêş nakeve, pirsgirêk wisan hêsan çareser nabe. Ji ber ku pirsgirêkên gelek mezin hene. Dewleta Tirk bi milyonan mirov ji Sûriyeyê şand Tirkiyeyê, di nav wan de xwe rêxistin kir. Wana dixwazin li Sûriyeyê ji cih bikin ku tevahî Sûriyeyê bi dest bixin. Di nav wan de çete ava kirin, artêşên sixte çêkirin û wana li her derê bikar tînin. Li dijî Sûriyeyê jî bi kar tînin. Dîsa li Îdlibê hikûmetek îslamî çêkir, Tirkiye çêkir ji bo alîkariya wê bike. Gelek cihên Sûriyeyê dagir kirine, demografî guhertine. Ev pirsgirêkên gelek mezin in, wisan hêsan jî çareser nabin. Temam dibe ku Rûsya hinek tiştan dide li pêş Tirkiye, hinek tiştan dide li pêş Sûriyeyê jî. Ji bo wê dixwazin hinek gavan pêş bixin. Çi qas bi dilê wan e, mirov bi gumane. Ji ber ku em siyaset û pratîka ku Tirkiye dimeşîne, dizanin. Yanî çawa wê Tirkiye dest ji hemû tiştan berde û weke berê bi Sûriyeyê re hevaltiyê çêbike, Sûriye jî vê weke tu tişt çênebûyî qebûl bike, ev ne pêkan e. Tirkiye dixwaze her kesê bi xapîne, hinek tawîzan jî dide, dixwaze armanca xwe pêk bîne. Texmîn dikim ku her kes jî vêya dizane, Sûriye jî dizane. Bawer nakim ku Sûriye li gel Tirkiyeyê bibe yek, dijminatiya Kurdan bike. Eger bike, wê Sûriye winda bike, Sûriye namîne. Eger ku Sûriye dixwaze pêşiya parçebûnê bigire, dixwaze welatekî Sûriye hebe, vêya wê bi dostatiya Kurdan bibîne. Pirsgirêkên xwe yên Kurd çareser bike, hingê dikare pêşiya hemû pirsgirêkan bigire. Ji ber ku Tirkiye vê dizane, dixwaze di navber Kurd û Sûriyeyê de dijminatiyê çêbike ku bikare armanca xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Tenê yê ku Sûriyeyê biparêze û armanca Tirkiyeyê vale derbixe, dostatiya Kurd û Sûriyeyê ye. Ji xwe Sûriye jî çi dibêje, dibêje heta ku Tirkiye cihê ku dagir kirî ber nede, hêzên xwe nekişîne û dest ji çeteyan ber nede, ew rêxistina ku çeteyan pêş xistî belav neke, çekan nede wan, hingê em dikarin pirsgirêkê çareser bikin, dikarin nîqaş bikin. Heta ku vane nebin, em nikarin têkîliya xwe pêş bixin, vêya rast e. Yanî ji bo wê pirsgirêkên Sûriyeyê wê berdewam bikin, divê gelê me ji her alî ve di her şertî de wê çawa xwe biparêze, ji bo wê amadekariyên xwe yên şer temam bike. Dixwazin Tirkiye jî bê, Tirkiye û Sûriye jî bi hev re wer in, Sûriye jî bê ser wê bi şer xwe biparêzin. Wekî din rê nîne divê ji vê bawer bikin û bi lez xwe ji her alî ve ji bo wê amade bikin, êdî vêya ji bo xwe jiyanek bibîne. Di nav şer da wê bijî, xwe biparêze mafê xwe bistîne, rastî ji bo wan ew e.
Li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek komên ciwanan bi navên cuda çalakiyan dikin. Hûn asta wan a çalakbûnê û rêxistinbûnê çawa dinirxînin?
Rast e hinek çalakiyan pêş dixin, yanî yên ku wan çalakiyan pêş dixin ez silav dikim. Çalalakiyên ku dikin divê hîn xurtir pêş bixin, ew kêm in. Dibe ku desthilatdariyek faşîst heye, zextek pir mezin dimeşîne, lê vêya nabe sedem ku mirov li dijî wan çalakiyan xurt nekin. Li cihekê çiqas bêedaletî, zilm, êşkence, talan, kuştin û bêmafî hebe divê li wir jî çalakî xurt bin, rastî ew e. Li cîhanê jî mînakên wê gelek in, çiqas faşîzmê hovîtiya xwe pêş xistiye, li dijî wê jî çalakî xurtir pêş ketiye û dawî faşîzmê jî aniye. Ya ku ji sosyalîst û demokratan tê xwestin ew e. Yê ku li dijî faşîzmê disekine, divê vêya ji bo xwe esas bigire. Yanî her kes dikare li gor xwe li dijî faşîzmê çalakiyan pêş bixe. Hinek li dijî hikûmetê, avahiyên wan, saziyên wan, polîs, sîxûran yanî bi gelek şêwazan dikarin çalakiyan pêş bixin. Niha ne tenê xort van çalakiyan pêş dixin, keç jî pêş dixin. Ez wan silav dikim, pîroz dikim. Divê çalakiyên ku pêş dixin hê xurtir pêş bixin, ew kêm in. Çawa li Zap, Metîna û Avaşînê heval qehremaniyê dikin, di bin şert û mercên zor zehmet de vê dikin, şertê wan ne wekû hevalê li Zapê ne, şertê wan baştir in. Yanî dikarin xurtir jî çalakiyan pêş bixin, ya ku ji wan tê xwestin ew e. Divê wan qehremanan tenê nehêlin, çalakiyên ku pêş bixin jî divê desthilatdariya faşîst bihejînin. Hinek çalakî dibin, ew zêde bandorekê nakin, divê wan nekin. Mînak dibêjin fîşekên hewayî me teqand, me çalakî kir. Vêya ne çalakî ye çalakiyek wisan nabe û divê vê nedin ragihandinan jî, didin ragihandinan dibêjin me çalakî kir. Divê ragihandin jî van çalakiyên me bidin, lê vane ne rast in, vane ne çalakî ne. Yanî xetek a ciwanan a çalakiyan wisa nabe, yanî divê wek din divê çalakiyan pêş bixin. Divê derbe li dijmin bixin, ya ku ji wan tê xwestin ew e. Çalakiyên ku dikin baş in, lê kêm in. Hem kêmin hem jî asta wan jî paş de ye. Ev rejîme ber bi rûxandinê ve diçe, wek berê tam serweriya xwe nîne. Yanî eger mirov baş li ser bifikire, mirov dikare gelek çalakiyan pêş bixin. Çalakiyên ku pêş dixin, piranî wek hevin. Yanî dubare ne lê dikarin gelek çalakiyan pêş bixin, derfet heye û zemîn jî heye. Yanî weke ku em ji wan dixwazin çalakiyan bikin, dikarin xwe bigihijînin gerîla jî, eger nekarin jî dikarin xwe biparêzin. Lê dikarin çalakiyên xwe jî pêş bixin. Dewleta sîxûrtî pir xurt pêş xistiye, dibe ku ji wê jî ditirsin tedbîrên wê jî hene. Mînak yên ku hev dû nas dikin, hevaltiya hev dû dikin hene. Evane hev dû baş fêm dikin hev dû baş nas dikin, yanî dikarin xwe ji sîxûran biparêzin. Dikarin tîmên biçûk ên ku nas dikin û bawerî pê heyî, bigihijin hev dû û çalakiyên xwe bikin û nebêjin jî me kiriye. Divê nav gel de jî nebêjin me ev çalakî kir, xwe wisan eşkere nekin. Dikarin bigihînin ragihandinê, ragihandin wan çalakiyan bide. Eger wisan kar bikin, dikarin hêsan kar bikin û derbên mezin li dijmin bixin. Wê demê sîxûr û îxbarker jî nikarin wan îxbar bikin, nikarin bikevin nav wan. Bi vî şêwazî dikarin xwe biparêzin.