SILÊMANÎ – Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşî Ezîz ku weke mamosta Şemal tê nasîn û di heman demê de nivîskar û dîroknase, dema ji dewama xwe ya kar vedigeriya mala xwe ya li Kifrî, rastî êrişek çekdarî hat û şehîd bû.
Gorî agahiyên hatine standin cenazeyê mamosta Şemal birine nexweşxaneya Dadê ya Kelarê, hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de ti agahiyek belav nekirine.
Nivîskar û dîroknas Mamosta Şemal endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî bû, di heman demê de li Fermangeha Çandiniyê ya Kifrî karmend bû.