NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Bibin rêxistinparêzên vê artêşê, fermandarên bîrîmên artêşê. Divê li her derê fermandarên artêşa siyasî ya miletê me hebe. Pêwîste hûn xwe li her cihî bigihînin rêxistinbûn û berpirsyariyekê. Vê jî yekser bi xwe bikin. Partiyê ji we re ev rê vekir. ARGK’ê hûn fêrî şerkirinê kirin. Niha hûnê bibin artêş û rasterast şerê xwe yê siyasî bimeşînin. We li Amedê, Ewrûpa, Başûr û Bakur da diyarkirin, dema hewce kir dikarin sed hezar kom bikin. Ev meşa şerek siyasî ya mezin bû û hêzek pir mezinbû. Niha divê her roj wisa be. Em di roja şerê piştî vê jî wisa dîtin û serkeftina vê tam sazkirinê de ne. Dê ji vir û şûn de wisa bê serxistin. Hûn dikarin bi vê bawer bin: Partiya me partiyek xwe selmandiye. Di bin sifirê de û di rewşek pir kembaxtir de wisa rê nîşan da, di bin her mercî de meşek di rêya rast de saz kir, lewra partiyek wisa ewleya we ya herî mezine. Heta dawî girêdana we ya bi wê ve û heta dawî meşa we ya bi wê re, ji bo miletek ku şer dike şertê yekemîne. Artêşa me ARGK jî ji bo we gavên serkeftî avêt. Ji we re da
diyarkirin ku dikare şer bike, tirsa ku dijmin ferz dike dikare bê şikandin, bi gavên bawer ve dikare her roj parçeyek welat bê rizgarkirin û her roj bêbandorkirina parçeyek dijmin re dikare ji we re warek bê vekirin. Artêşa pêşeng, artêşa ku we dide şerkirin, wêrek dike û tîne asta miletê ku şer dike ye. Niha xala herî bingehîn eve: Hûnê artêşa xwe ya siyasî ava bikin. We ev di sala 1990’î de bi serhildanê da destpêkirin. We ji Cizîr û Nisêbînê destpê kir pêl bi pêl li tevahî welat belav kir. Ya rastî we artêşa xwe ya siyasî û şerê xwe ferz kir. Weke hûn jî dizanin, dijmin bi avakirina hukumetên nû re, hewl da bajarên weke Lîce û Şirnexê bi komî komkujiyê re derbas bike û bi vî rengî vê bide rawestandin. Newroz kirin xwîn, bi vî rengî jî xwestin meşa we gelê me ya siyasî û dîrokî û şerê we rawestînin, vale derbixin û we jovan bike. Lê belê ev meşa dîrokî û meşa mezin a azadiyê ranewestiya. Îro li Ewrûpa sed hezaran, li Başûr deh hezaran dimeşin û vê berdewam dikin. Em bawerin, ger em bixwazin –her çendî lîstokên dijmin jî hebin- em dikarin vê meşê hîn mezintirîn bikin û bi gihandina milyonan ve berdewam bikin. Kurtasî roj roja eniya xwe birêxistinkirin, bi şêwaza xwe ve û şêweya hûn rast dibînin şerkirinê ye, vê jî hûnê hinekê xwe bi xwe bikin. Nebêjin; “Bila vê jî partî bike, artêş bike. Yan jî çima li vir çalekî nayê kirin?” Rêjeyek mezin a miletê me li bajarênmezine, li Antalya, Îzmîr, Stenbolê ye. Lê dîsa jî dibêjin; “Bila partî were, li vir jî çalekiyek mezin li dar bixe.” Hûn bi sed hezaran mirov li wan derane. Ew her roj kuştinên kiryarên wan nediyar dikin, ma hûn jî beramberî vênikarin çalekiyekê bikin?Çalekiyên bi vî rengî nekirin, tê wateya em derfetan seferber nakine, nizanin şer bikin. Nexwe nêzîkbûna bila ji Gabar û Cudî gêrîla were heta Îzmîrê çalekî li dar bixe nabe. Ev karê we ye. Di van mijaran de xwe perwerde bikin. Bihizirin, nîqaş bikin û rêxistina xwe ya cewherî û yekîneyên xwe yên parastina cewherî saz bikin. Nabêjim vê tenê li bajarên mezin û Ewrûpayê bikin, em dikarin li bajarên welatê xwe jî bikin. Di vê mijarê de hûn ji sedî yek jî rast nêzî peywirên xwe nabin. Tişta bê şerimkirin eve. Jixwe mirin her tim heye, her roj mirovên me yên durist tên qetilkirin, her roj bi hezaran îşkenceyan re derbas dibin. Nexwe hûn çima parastina xwe ya rewa nakin? Madem dijmin vê li me dike, nexwe divê em jî her roj têkoşînê pêş bixin. Vaye ya em dibêjin gelê şerker, hem wextê wê hatiye û hem jî derfeta wê jî heye wisa ye. Ev tev diyar dikin êdî ji bo we jî nêvenga şer pir başe û gelek derfet derketine holê. Bes em hinekê bihizirin. Bes em bikarin bi mirovên xwe yên herî pê bawer re di navbera xwe de nîqaş bikin ku çawa nêzî çi bibin. Wê demê hûnê bibînin, bi hezaran hedefên ku em serde biçin hene. Vaye di van rojên em dehemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê temam dikin de, hêvî dikim sala yanzdemîn bibe sala şerê gelêrî ya herî berfireh. Ez behsa vê dikim. Ji ber dijmin bê hed û hesab bi ser me de tê. Vaye qaşo wê Tûrkeş bi ser me de bê. Bila bê. Ji bo faşîstên xwe veşartîn di xwîna hemû şoreşgerên rijandî de bên xeniqandin, çi hewce be bê kirin, em niha amade li benda wan bin. Çalekiyên mezin li dar dixin û dibêjin; “MHP xurt dibe, nizanim rastgirî wisa pêş dikeve.” De em jî wan bibînin! Ji bo tolê ji wan bigirin, em jî yekîneyên taybet ava bikin. Ma wan yekîneyên şerê taybet ava tolhildanê saz bikin. Ev bi du-sê kesan dibe, yek kesî jî dibe, hezar kesî jî dibe. Tev jî pêkane bê kirin.
wê bidome……