Li bajarê bihuştî yê Kurdistanê li Efrînê ji dayik bû. Navê ‘Diyana’ lê kirin. Welatparêzî û lehengiya jinên Efrînê ji destpêkê ve li kesayetiya xwe neqişand. Da ser şopa fedaiya Kobanê Arîn Mîrkan.
Dema ku zarokeke biçûk bû, şahidî ji rizgarkirina Efrînê re kir. Bûyerên diqewimin zêde fêhm nekiribe jî kêfxweşiyeke bêhempa kete dilê wê yê biçûk. Pêşketina wê ya kesayetiyê di nava kêfxweşiyeke bi vî rengî de, li atmosfereke azad pêk hat.
Piştî şeş salan her tişt bi carekê ve berevajî bû. Bajarê ku lê ji dayik bû û mezin bû, piştî şerekî giran ji aliyê dijminê faşîst-qirker ve hat dagirkirin. Tevî bi sed hezaran Efrîniyan neçar ma bajarê mîna bihuştê biterikîne û ji warê xwe koçber bibe. Vê carê gihîştibû wî temenî ku bûyerên diqewimin fêhm bike.
Ji ber ku Efrîn hate dagirkirin û neçar ma Efrînê biterikîne, vê carê gelekî êşiya. Dilê xwe bi êş û hêrseke mezin tijî bû. Her ku mejiyê wê gihîşt asta lêpirsîna li bûyeran, kîn û hêrsa wê jî mezin bû. Êş û kîna wê veguherî têgihiştinê û asta wê ya ji bo fêhmkirina bûyeran mezintir bû.
Bêyî têkoşînê êdî nikarîbû bisekiniya. Gava ku bû ciwan, tevlî karên ciwanên şoreşê bû. Armanca wê ew bû ku bibe fedaiyeke Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê. Bi lez xwe bi fikir û hesteke bi vî rengî xemiland.
Li gel temenê xwe yê biçûk dema ku tevlî Şoreşa Azadiyê bû navê xwe kir ‘Adar’. Vê carê wê navê xwe hilbijart. Mîna meha Adarê bi coş û kelecanî bû. Mîna meha Adarê nû û hilberîner bû. Dil û mejiyê wê bi lehengiya Adarê tijî bû. Mîna Mazlûm, mîna Egîd, mîna Bêrîvan û Ronahî.
Adar di nava şoreşa azadiyê de hem di çarçoveya xwe de pratîk kir hem jî perwerde dît. Li gel hevrêyên di temenê xwe de hewl da felsefe û îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo hîn bibe. Ji bo bibe fedaiyeke milîtan a Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê, bi her awayî tevlî bû û kedeke mezin da.
Dilê wê ku di zarokatiyê de kêfxweşiya serketinê û êşa vekişînê dît, vekirî bû û dilê wê wêrek bû. Ji aliyê fikrî û pratîkî ve zû xwe perwerde kir û bi pêş ve bir. Gelekî jîr û jêhatî bû, bi hêvî û kelecanî bû. Ya rast hevalên wê yên dibistanê hemû bi vî rengî bûn.
Adar û hevalên wê weke milîtanên ciwan ên şoreşê zû xwe perwerde kirin. Xeta azadiyê ya Apoyî ji gelek alî ve hîn bûn, pejirandin. Di asta dilsoziyê de bi Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan. Bê sebir li benda wê kêliyê man ku perwerdeya xwe temam bikin û dest bi vê têkoşîna pîroz bikin. Hestên wan bilind, fikrê wan tûj û baweriya wan tam bû. Şoreşê û perwerdeyê ew zû mezin kir.
Tê gotin, ‘av disekine lê dijmin nasekine’. Dijminê Adar û hevalên wê jî nesekinîn. Faşîzma AKp-MHP’ê ya dijminê Kurdan ku Efrîn dagir kir û bi sed hezaran Efrînî koçber kir, li Rojava nedixwest ku Kurd sax bimîne. Ji ber vê yekê piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê timî bombardûman li ser gund û bajarokên li ser sînor dikir. Ji bo beşên mayî yên Rojava dagir bike, planên nû yên êrîşê dikir. Zarok, extiyar, sivîl, leşkerî her kesên didît êrîşî wan dikir, bi rengekî nemerdane komkujiya Kurdan dikir, qetil dikir.
Di rojeke germ a Tebaxê de êrîşa komkujiyê vê carê berê xwe dabû Adar û hevalên wê. Li hewşa dibistana ku lê perwerde didîtin, dema ku bi voleybolê dilîstin, balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên AKP-MHP a qirker faşîst êrîşî wan kirin. Adar û sê hevalên wê şehîd bûn, gelek hevalên wê jî birîndar bûn.
Bûyer hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li çar aliyên Kurdistanê bû sedema hêrs û nerazîbûneke mezin. Ji her derê daxuyaniyên li ser şermezarkirina komkujiyê û xwedîderketina li şehîdan hatin. Bi vî rengî hewl dan ku gunehê xwedîderneketina li ciwanên perwerde didîtin ji ser xwe biavêjin. Ji bo wan, hinekan gotin ‘Zarokên keç hatin kuştin’, hinekan jî gotin ‘Jin ên ciwan hatin qetilkirin’.
Daxuyaniyên bi vî rengî bêne çi wateyê jî Ew ciwanên leheng ên Şoreşa Azadiyê ya Rojava ne. Neferên têgihiştî û bi bawer ên têkoşîna azadiyê û ciwanên Apoyî ne. Dilê wan li Îmraliyê, li Zap û Avaşînê lê dida. Di xewna xwe de timî li çiyê li nava gerîla bûn. Her tim difikirîn û dixebitîn ji bo bibin milîtanên serketî yên Rêber Apo. Xwe bi Kurdistana Azad û jiyana azad re kiribûn yek. Ev yek jî bi gotin û nêzîkatiya xwe di her kêliyê de bi rengekî eşkere nîşan didan.
Di Newroza 2022’an de her yekê jiw an bi dîmen peyama pîrozbahiyê ji gerîlayên li çiyê re şandibûn. Adar Efrîn jî di wê peyamê de wiha digot:
“Navê min Adar e, ji Efrînê me. Cejna we hevalên li çiyê hemûyan pîroz dikim. Em ê dema pêş hevdu bibînin. Dema ku em gihîştin hev, em ê hevdu baştir nas bikin. Dema ku em gihîştin hev em ê bi ehv re bistirên û govendê bigerînin. Gelekî dixwazim hevalên li çiyê bibînim. Hevalên ku tevlî şer bûne, yên ku di nava şer de ne bibînim. Dixwazim ji wan re bibim alîkar, li gel wan biçim şer. Gelek dixwazim ku ji min re qala çiyê bê kirin. Piştî ku ev kar qediya her kes wê ji bo karê xwe biçe. Ez dixwazim wê çaxê em hevdu bibînin. Daxwazeke min a din jî heye: Ez gelekî dixwazim biçim çiyayê Agirî. Cejna Rêber Apo pîroz dikim, cejna hevalên li çiyê, cejna rêveberiyê pîroz dikim. Serketin.”
Piştî vê gelo çi dikare bê gotin û bê nivîsandin. Çiqasî zella e, bi bawer e û bi daxwaze.
Serketin, kulîlkên Kurdistana azad, serketin! We li gel wî temenê xwe yê biçûk bi ser xistin, we serketineke gelekî mezin pêk anîn. Hûn her tim li çiyayên Kurdistanê, li nava gerîlayên leheng in ku keleha azadiyê ne. Hûn ê her tim di dil û mejiyê gerîla de di nava şerê azadiyê de li çiyê bin. Mîna we wê çiya jî, gerîlayên li çiyê şer dikin jî bi rengekî mezin bi ser bikevin, di demeke gelekî nêz de.
Hûn xweş razên hevrêyên dilsoz û şîrîn ên Rêber Apo! Hevrêyên we her roj tola we hiltînin, wê heta serketinê jî hilînin!
Selahattin Erdem Nivîsandiye…..