AMED – Hestiyên Hakan Arslan ê di dema qedexeya derketina derve de di 2’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûra Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di tûrikekî de radestî bavê wî hatin kirin.
Hestiyên ku di Mijdara 2021’an de hatin diyar kirin ku ji sedî 95 aydê Hakan Arslan in ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya Amedê.
Hestiyên Arslan ên roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê ji wê rojê were li odeya dozgerê ku bi dosyayê ve mijûl dibe dihate sekinandin.
Bav Alî Riza Arslan ku li ser agahdarkirinê ji Erziromê hate Amedê, çû Edliyeya Amedê. Hestiyên kurê Arslan di tûrikekê de radestî wî kirin. Bav Alî Riza Arslan, ber bi Erziroma ku dê hestiyên kurê xwe lê defin bike ve kete rê.