RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 539’an de berdewam dike. Dayîk û kurê wê Ferît di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê bi rê ketin hatin pêş Edliyeya Rihayê.
Dayîk û kurê wê li qada sih a di ketina avahiya edliyeyê de dest bi nobeta xwe kirin. Nobet girtina malbatê ya di ketina avahiya edliyeyê de bi hinceta “biryara Walîtiyê” hatibû qedexe kirin lê bi biryardariya malbatê ji biryarê paş ve gav avêtibûn. Polîsan xwestin rojnamevanên ku çalakiya nobeta malbatê dişopînin asteng bikin. Polîsan îdia kirin ku kişandina dîmenan a li pêş avahiya edliyeyê qedexe ye û biryara walîtiyê ya “qedexeye ku li pêş avahiyên cemaweriyê çalakî bên kirin” weke hincet nîşan dan. Têvî astengkirinê jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê û nûçegihanên Rojnameya Yenî Yaşamê dîmen kişandin. Li ser vê yekê polîsan rojnamevan di GBT’ê re derbas kirin û bi “kirariyên qanûnî” gef li wan xwarin.
Di vê navberê de gelek polîsên çevîk anîn pêş edliyeyê û malbat hate dorpêç kirin. Malbata ku di bin dorpêçê de nobeta xwe didomîne, bertek nîşanî polîsan dan. Dengê Emîne Şenyaşar ku ji bo ferdên malbatê yên hatibûn qetil kirin lorand, li avahiya edliyeyê deng veda. Şenyaşar, bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dema malbata min dihate qetil kirin we ev bergirî girtibûna. Ji malbata min 3 di nexweşxaneyê de hatin qetil kirin. Dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn. Kûjer destê xwe dihejînin û digerin.” Li ser berteka malbatê polîsan dorpêç rakir.
Nobeta malbatê ya li pêş edliyeyê didome.