MARSÎLYA – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê civîneke girseyî ji bo ciwanan li darxistin.
Bi dehan ciwanên ku li ser banga TCŞ’ê li hev civiyane, civînek li darxistin û pêvajoya rêxistinî û siyasî nirxandin. Civîna ku saet di 16.00’an de destpêkirî saet di 18.30’an de bi deqeyek rêzgirtinê û siloganên “Şehîd Namirin” destpêkir. Di civînê de fikrên ciwanan hatin girtin.
Di encama civînê de hate diyar kirin ku biryarên li Marsîlyayê hatine girtin wê weke meclîsa ciwanan li qadan aktîf bibin. Di dawiyê de hate gotin ku lezkirina çalakiyên meşa dirêj û tevlîbûna xurt a meşa dirêj a ji bo azadiyê ku li Elmanyayê tê li darxistin, wê bibe bingeh.