MEXMÛR – Ji danê siharê ve balafirek bê mirov û bi çek li ser Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digeriya.
Balafira bê mirov danê nîvro saet di 12:40’an de mala welatiyê bi navê Evîzêt Abdullah Abid bombebaran kir.
Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de welatî Evîzet Abdullah Abid birîndar bû. Li gorî agahiyên hatine standin Evîzêt Abdullah bavê 6 zarokane.
Evîzêt rakirine nexweşxwaneya Geyareyê. Di van kêliyan de agahî hat ku Evîzêt şehîd bûye.
Agahiyên berfireh tên amade kirin….