ŞEHBA – Îro şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, bi şahiyekê jineke ciwan tevlî nava refên gerîla kirin û diyarî şoreşa azadiyê kirin.
Li navçeya Fafînê ya Şehbayê bi rihê pêngava Werin Cenga Azadiyê jineke ciwan ya Efrînî ku di malbateke welatparêz û birûmet de mezin bûye soza xwe ya tevlîbûna nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê da.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir. Piştre pêşkêşvanê ku bi zimanê erebî diaxivî, bang li Bêrîtan kir ku were helwesta xwe bêje. Bêrîtan axivî got; “Destpêkê ez bi xêrhatine hemû mêvanan dikim. Ez Bêrîtan Barîn im. Gava xwe ya destpêkê min bi xwe perwerdekirinê avêt, min fikirên Rêbertî xwend û xwe tê de kûr kir. Piştî ku min fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan naskir, min ev gava xwe avêt. Ezê ji vir û şûnde jî ji bo welatê xwe gavên hîna mezintir bavêjim.”
Bêrîtan axaftina xwe domand û diyar kir ku divê ciwan şer bike ji bo ku karibe welatê xwe rizgar bike, bang li mêvanan kir û got; “Ez niha ji we hemûyan re dibêjin dem dema tolhildanê ye. Ez bi taybet bang li jinan dikim, bi taybet jî jinên ereb, ez ji wan re dibêjin hûn pêşengin. Tu weke jin xwedî hêz, tu dikare bi hêza xwe tevahî civakê bi rêve bibe. Ez dibêjim xwe ji bo azadiya xwe û welatê xwe ve feda bikin.”
Bêrîtana ciwan berî ku soza xwe bide bang li tevahî ciwan û jinên ciwan kir ku ew jî, ji bo welatekî azad û serbixwe, werin tevlî nava refên gerîla bibin. Da ku ciwan bi gerîla re agirê şoreşê bilind bikin.
Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de got ji bo parastina fikirên Rêber Abdullah Ocalan û mezinkirina berxwedana gerîla, bi germahiyeke mezin got; “Ez Soz didim, Soz didim, Soz didim”.
Mêvanên ku amade bûn bi Bêrîtan re heycan girtin û bi yek dengî gerîla qêriyan. Piştî wê komeke jinên ciwan stranên xwe gotin û mêvanan jî dîlan di bera gerandin. Her wiha Bêrîtan jî ji aliyê mêvanan ve dihat xelat kirin.
Di dawiya şahiyê de dayîka Bêrîtan bi serbilindî axivî û got; “Em hemû jin li ser xeta Rêber Apo dimeşin, ji ber vê jî ez dibêjim, emê îleh bi serbikevin, teqez emê bi serbikevin”