NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê di 25’ê Tebaxê de dayî destpêkirin, didome.
Bi sedan endam û şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir tevlî pêngavê bûn. Roja pêncemîn a pêngavê, li gorî saeta herêmî di 05:00’an di qada duyem a ku koçberên Iraqî lê dimînin destpêkir. Di lêgerînên nêzî 5 saetan de, gelek kelûpelên ayîdê DAÎŞ’ê hatin desteser kirin. Piştre operasyon li beşa sêyem dewam kir.
Li beşa sêyem a ku koçberên Iraqê lê diman, sê kesên ku hewl dan birevin, hatin girtin.
Hate zanîn ku ji sê kesin hatin girtin, jin in. Her sê jî ji bo lêpirsînê birin navenda ewlekariyê.
Di roja 28’ê Tebaxê ango roja çaremîn a pêngavê de, 37 konên kesên alîgirên çeteyan hatin rakirin û 12 kesên guman li ser wan hene, hatibûn desgîr kirin.