MERSÎLYA – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo bal kişandina ser bikaranîna çekên kîmyawî û bombeya nukleer a taktîkî, ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê bikaranîn, li qada Viuex Port a Mersîlyayê çalakiyek li daxistin.
Duh saet di 20:00’an de komek endamên Meclîsa Ciwanan ku cilên spî li xwe kiribûn û bi rakirina pankartên ku wêneyên Erdoxan ya li ser serê wî pêlavê gerîla heye, li kolanên navendê geriyan û bi siloganên bê navber bal kişandin ser hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker ya li ser Herêmên Parastina Medyayê. Ciwanan li qada ku kom bibûn ji raya giştî re peyama xwe dan û diyar kirin ku ewê faşîzma Tirk li her derê teşîr bikin, ewê dewleta Tirk bê hesab neyê nehêlin.
Çalakiya ciwanan heya saetekê dom kir, piştî wê ciwanan bi siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Bimire Erdoxan” çalakiya xwe bi dawî kirin.