NAVENDA NÛÇEYAN –
Hogir Baran Nivîsandî….
Me wek gel û tevger carek din salvegera berxwedana rojiya mirinê ya mezin ku 14 tîrmeha 1982 an li zindana Amed’ê dı pêşengtiya h. Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de pêşket pêşwazî kir, dîsa di pêşengtiya fermandarê mezin heval Egid (Mahsum Korkmaz) 15 Tebaxe ke din bi lehengiya şervanên azadiyê li Zap-Avaşîn u Metîna me jiyan kir. Van Berxwedanên qadroyên pêşeng yên PKK ê, ku li hember her cûre siyasete radest girtinê ya komara faşist a Tirk hat nîşandan bû nasnameya berxedana gelê Kurd. Berxwedana 14 tîrmehê li dijî cuntaya Komara faşist a Tirk ku li zindana Amedê dixwast bi îşkenceyan şoreşger û welatparêzan bi nêzikatiyên der mirovî bêrûmetiyeke ku bigihîje asta ke ku hebûna xwe înkar bike, bu helwesta serxistina rûmeta mirovahîyê. Rêber APO vê rojê wek ‘Roja Rûmeta Netewî’ pênase kir. Bi vê munasebetê Gelê kurd jî her sal vê rojê bi serbilindî bibîrtîne, dide jiyanî kirin. Li ser vê hîmê pêngava vejîna gelê kurd 15 Tebax’ê hatiye avêtin. Pêngava ku di pêşengiya fermandarê efsanevî EGÎD de 15 Tebaxa 1984 an li navçeya Sêrtê Dihê hate avêtin; di esas de wate girtina berxwedanê ya çiyayên azad e, pêkhatina bawerî û pêşdîtinên Kemal Pîr yê ku di pêvajoya berxwedanê de bi van hevoka ji genaralê faşist ê Tirk re tîne ser ziman: ‘roj were wê em ê bi artêşa xwe li dijî we şer bikin’ ango 15 tebax; xwedi derketına vê berxwedanê ye.
Berxwedanê gîhandina asta şerê çekdariyê. Her çiqas berxwedana 14 Tîrmehê wek rojîya mirinê were bilêvkirin jî, bê şik ji her milê ve çalakiyeke gel zindîkirinê ye. Divê em jî vê rojê û pêşengê wî yên ku bûn hêvîya azadîya gelê Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrbînin, bibin layîqê tekoşîna wan. Hesret û armanca wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji ber 14 Tîrmeh’ê û 15 Tebax’ê di gelê Kurd û Kurdistanê de rihek da avakirin. Mirov dikare bêje ji rojek bîranînê zêdetir destpêka jiyanekiye, vejandına Kurdîtiyê ye. Li ser vê hîmê Partiya Karkerên Kurdistan’ê bê navber heta roja me tekoşîna rizgarî û azadîyê dide meşandin. Di her salvegera vê berxwedanê de xelekek lê zêdebuye, ber bi serkeftinê ve têdikoşe. Îro jî bi taybet teyisîna (yansıma) vê di şexsê têkoşer û têkoşîna li Zap, Avaşîn û Metîna ku li dijî êrîşên qirkeriya dewleta faşist a Tirk tê meşandin de şênber dibe.
PKK ji damezrandina xwe heta roja me bi nirxên ku avakiriye vê piştrast kiriye. Heke gel, civak, rêxistin an jî mirovê ku hişmendiya wî/ê ya dîrokî hebe; wê bikaribe dîrokek zindî raberê pêşerojê jî bike. Gerîlayên li ser xeta berxwedana 14 Tîrmehê ji bo azadî û rizgariyê îro têdikoşin, îspat dike ku rihê di kûraniya dîrokê de, di mekan û wextê de pêk hatiye (olûşûm) ew rih di herikîna jiyanê de bi şêweyên cûda bi pêkanînê nû xwe mezin dike. Di vê rih dayînê de nirx tê avakirin bi vê awayê pêkanîna nû jî li wê nirxê nirx zêde dike. Tekoşîna ku mezin dibe hêza wî ya ku ji dîrokê tê girtin û fikre ku li ser wê bingehê têdikoşe piştgoh kirin wê me têxe nav xefletê. Ji bo şaş neyê destgirtin spartekên wê yê dîrokî her wiha felsefe û birdoziya ku xwe jê dihewîne ji her hêlê ve dîtina wî pêwîst dike. Lewre li dijî êrîşên faşist yên bi mebesta qirkirinê tên pêşxistin têkoşîna ku gerîllayên azadiya kurdistanê didin meşandin hêza xwe ji wê dîroka qehremantiyê digre; vê dîrokê ji xwe re wek meşaleya azadiyê digre. Ev ji bo me ciwanên kurd jî rê nîşandereke, vexwandina berpirsyariyên jibo azadî û rizgariyê ye.
Dewleta faşist beriya 2015 çend salên dawî bi sîyaseteke du rû bi dek û dolaba dixwast tevgera azadiya gelê kurd bixapîne û tasfiye bike. Lê piştî ku rûpoşa (maskeya) vê siyaseta xapandinê ji hela Rêber APO û PKK’ê ve hat xistin û tekbirin, vê carê bi konsepteke nû dest bi êrîşên topyekun kir. Ji hêlek ve li ser gelê me zexteke giran dide meşandin, gırtın, îşkence û sixurtıyê lê ferz dıke ji hêladin ve jî bi piştgiriya teknîka NATO’yê û bi hemû hebûna dewleta faşist dixwaze tevgera azadiya gelê me tasfiye bike û metîngeriya xwe serbixwe lê ruxmê ev hewildanê wî jî, ji gerîllayên HPG û YJA-STAR derbeyên hilweşîner dixwe. Gerîla li hember van êrîşa li ser xeta birdoziya Rêber APO heqîqeta hêza bawerî û vîna nakeft û tekoşer raber dike. Gerîlla her qada ku li wê ye li dijî faşîzmê xistiye kelehên nekeft ên şoreş ê. Gerilla ji bo rastiya şerê ku bi piştgiriya NATO’yê dewleta faşist bi şêweyek bê ehleqî dide meşandin bigîhîne raya giştî a cîhanê li gel çeka xwe wek kameravanek jî dîmenê vê şerê digre. Dijmin ji bo li ser vê şikestin û têkçûna xwe bigre rastiya operasyonên xwe ji raya giştî vedişêre. Ruxmê di dîmenande kuştina faşîstên tirk û têkûna dewleta faşist tên xwuyakirin jî; dijmin hewldide bi qelemşorê faşist yên şerê taybet senaryo yên zaferên xeyalî bide çêkirin. Bi vê şêweyê Algıya civakê arasteyê cîhê din dike.
Dijmin ewqas di şer de tengav bûye newêre ji raya giştî re propaganda operasyona xwe ya dagirkeriyê jî bike. Bêguman hin sedemên vê veşartinê hene. Bêyî ku encamê dixwaze bidest bixe mîsoger bike ditirse bala raya giştî bikêşîne ser vê operasyonê. Heke encam negre jî weke operasyonek mezin nebûye dixwaze bide nîşandan dîsa ji bo civaka Turkiyê yê ku ji ber vê faşîzmê rewşa wê ya aborî qeyran jiyan dike, her roj li çongê xwe dixe, xwe dikujin bertekê wan pêş nekeve jî, wek rêbazek bikartîne. Mirov dikare vê sîyaseta bi destê qelemşorê şere taybet yê faşist ku li ser medyaya şerê taybet tê meşandin wek bombardimanek li ser pisîkolojiya civakê jî pênase bike. Bê guman her tiştê derketiye holê raste rast bi vê şerê azadî û rizgariyê ve pêwendîdare. Merheleya ku em têdene wisa diyar dibe ku; gerilla operasyona dewleta faşist wê lê vegerîne operasyona têkçûnê. Gotinek pêşîyê kurda heye dibêje ‘ecelê bizine hatiye bizin diçe nanê şivan dixwe ‘wisa diyare dewleta faşist jî ecele wî hatiye berê xwe daye Zap’ê; tê gotin ku ji niha ve bêhna cenazeyên dijmin ketiye wan gelî û çiyayên heybet yên zap. Çawa ku Dîrok şahide Kato û Zagrosan rê nedaye îskendaran. Bi heman şêweyê heta niha her çiqas dewleta faşist a Tirk jî ji bo dagirkirinê swar hatibe û peya çûbe wê dîrok carek din şahîdî ji reva artêşa tirk a li hember tekoşîna gerîllayên azadiya kurdistanê re bike.
Li hember vê wek ciwan em’ê çibikin? Erk û berpisyariyên me yên di nav tekoşîna rizgarî û azadiyê de çiye?
Bêguman dinav têkoşîna tê dayîn de wateyên mezin hene û berpirsyariya azadiya gelê me dide ser mile me jî. Ji hêlek ve metirsîya dijminê ku dixaze bi erîşan gelê me têxe nav tarîtiya dîrokê, bê nasname bihêle, ji hela din ve jî li hember dagirkeriyê çawa rizgarî pêktê, rênîşana zafere ye. Ji bo vê divê em jî wek pêşeroja gelê Kurd wek zarokê vî gelê qedîm ku li ser vê axê gelek eş û karesatan jiyan kiriye divê ji nedîtîve neyên, bibin xwedî helwestên parastina vê dîrokê. Zext, kuştin, komkujî anjî avantajên ku di destê dijmin de ye û li hember me bikartîne divê nebe sedem ku em xwe bêdeng bikin, ji nedîtî ve bên. Dîsa perçebûna ku di nav civakê de ye û bi vê ve girêdayî xwe jê dûr girtina hîn kesên li derdora me; nayê wê wateyê ku em wek însanên hestewer xwe ji rastiya welat dûr bigrin. Berevajî vê bi biryardarî serde çûyîn, hîn rastir li gor pêwîstiyan xwe rêxistin kirin û çalakbûn ji me tê xwestin. Ruxmê ewqas nerazîbûnên me li hember Pirsgirêkên me yên civakî û êrîşên dagirkeriya metîngeran heye jî, lê mixabin cesareta li hember vê derxistinê de lewaz dimînin, fikarên jiyana ku em elimiyanê derbaskirinên wan de lewaz dimînin, tiştên maddî yên ku rojane jiyana sexte pêşkeşî me dike tehlîlkirina wê ya li beramberê rastiya welat da hewildanên me lewaz dimînin, xwe berpisyar dîtinê de lewaz diminin.
Her çiqas wek encam xemên wê were xwarin jî vê derxistina hişmendiyê de lewaz mayînên me ferasetên wek ‘devjêberde’(boşvermîşlîk), ji xwe her wisa ye, ma ez dikarim çi bikim? Xwe nişan dide. Lê ji ber ku dijmin her bi mebesta qirkirinê êrîş pêşdixe, dixwaze me ji civakîbûna me dûrbixe, bê nasname bihêle û bê qewm bike. Lewre rewşa heyî wisa jî namîne, girantir dibe. Rastiyên dîrokî û civakî watedayîn û hîskirin dixwaze. Em ê wateyek çawa bidinê, di dil û mêjîyê xwe de hîskirinek çawa emê bidinê. Rêber APO ji bo şoreşa kurdistanê dibêje şoreşa ‘wate û hîskirinê’ ye. Divê ji her demê bêhtir wek ciwan hestên welatparêziya xwe bigrin dest, lêpirsîn bikin. Ji ber ku di hestê me yên welatparêziyê de, civak parêziyê de lewazî hene.
Dijmin ji van lewaziyên me sûd werdigre dixwaze encam bigre. Di vê em di çarçova rewşa ku îro gel û welatê me tê de ye rexnedayîneke ku gel ji rewşa heyî derxînin cîh û mertebeya ku heq dike bigihînin wê astê. Lewre di vê pêvajoya dîrokî de wek gel çawa ku xeteriyên mezin li ser hebûna me heye bi heman awayê derfetên mezin ê ji bo rizgarî û azadiyê jî li pêş me ye. Divê em berhemên tekoşîna ku Rêber APO bi PKK’ê re derxistiye holê jê hêz û moral bigrin, li ser esasê nirxên hatıye afırandın carek din xwe li gor vê rastiyê berçavre derbasbikin. Mixabin bes ev rastiyeke; me hetanî niha li beramberê rastiya Rêber APO, welat û gel berpirsyariyên xwe bi layîqî pêkneaniye. Ev rewşa ku kurdistan bi gelê xwe ve têdeye ji bo ciwanê vî gelî mijareke rexnedayînê ye. Sedemê vê berpirsyar dîtinê de lewaz mayînên me ye. Em kêm aîdê xwe dibinin. Jiber ku em maneviyata welat (erdigariya ku li serê dîrok û serpêhatiya wê civakê tê jiyîn), ziman û çand a xwe em kêm aîdê xwe dibinin xwedîderketina me jî lewaz dimîne, ji bo vê pêwîstiya xwe rêxistin kirinê de kêmasiyên me dertên.
Nêzikatî û ferasetên bi vî rengî çawa ku rêveçuyîna bidestê dagirkeran nade guhertin berevajî bandora pişaftina li ser gelê me kûrtir dike. Li ser vê esasê pêwîstiya rexnedayîna me li hember dîroka gelê me heye. Hêza ku were rêxistinkirin ne pêkane tiştek li pêş bibe asteng. Dijmin ji her demê zêdetir tengavbuye, em ji her demê zêdetir nêzîkê zafere bûne.
Lewre pêvajoyeke wiha de ku divê em wek ciwan li beramberê buyer û dîyardeyên di kurdistanê de pêşdikevin hîn zêde hestewerbin. Li dijî siyaseta dijmin em bi rist û rola pêşengtîyê rabin. Di demeke ku şerê ji bo azadîyê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike de. Tekoşîna gerilla di çarçova şerê gelê şoreşgerîde bi çalaki û rêxistinkirinê slav kirin wê wate û girîngiya cıwana baştir bide nişandan. Di bajar û metrepolande bi rêbazên ku em bikaribin şer li qadê bidin berbelavkirin em ji xwe re wek erkên xwe yê welatparêziyê bigrin dest. Dijminê ku ji talankirina xwezaya kurdistanê bigre hetanê şehîd xistina mirovên me yen bi qedr ji xwe re her kiryarê li kurdistanê rewa dibîne. Ma em nikarin daristan, zevî, seyare, dukan û malê wan jî bişewitînin! Çawa hedefên ku mirov dikare bike hedef gelekin, her wiha derfetên wê jî gelekin. Dîsa li dijî erêşên dijminê ax û gelê Kurdistan gerîllayên azadiya kurdistanê mezin kirin hêviya gelê me ya ji bo azadiyê mezin dike.
Bi salan metîngerên ku êrîşên nirxê me dikin, însanê me qetildikin, her bersiv dayîna gerilla dile gelê me xweş kiriye buye hêvî û tolhildana gelê me. Ji bo mezinkirina vê gelê ku azadîyê heq dike mezin kirin û gihandina serkeftina herî bi wate bi tevlîbûn û tevlê kirina ciwanên kirdistanê a refên gerilla dibe. Divê em bi tevlîbûn û mezinkirina PKK’ê vê helwesta dijmin di gewriya wî de bihêlin. Her tevlîbûna nav PKK’ê dibe qehr di dile dijmin de, dibe tovê hêviyê di dile gel de hêşîn dibe. Ji bo vê têkoşîna gerilla ji bo me şansek mezine divê em vê pêvajoya dîrokîde li ser vê axê dervayê serfirazî derfet nedin tiştek din.
Ev vexwandin ji bo ku li dîroka kurdistanê; qirkirinên wekî Gelîyê Zîlan dubare pêk neyên, ji bo ku şoreşên wek Şoreşa Rojava layiqê vî gelî tê dîtin. Banga tevlîbûna rizgariya netewî ye. Têkoşîna APOGERÎ ku bûye hêvîya gelên cihanê sînora nasnake ji her çar hêlê cîhanê tevlîbûnên enternasyonal çêdibe ciwanên gelên din Şoreşa Kurdistan’ê wek erkekî li ser xwe dibînin, beşdariya nav refên PKK’ê çêdikin divê em jî wek ciwanên vê welatê hîn zêdetir xwe berpisyar bibînin u biherikin nav refên PKK ê. Ji bo tolhildan û zaferên mezin, werin cenga azadiyê.