DENÎZLÎ – Ekîm Polat (24) ku di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T’yê de ye, ji ber ku nayê dermankirin 29 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Songul Îlker jî ji bo mafê dermankirinê yê kurê wê pêk bê û daxwazên wî bên qebûl kirin 13 rojin li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T’yê çalakiya rûniştinê li dardixe.
Dayîk Îlker anî ziman ku rewşa tenduristiya kurê wê roj bi roj xerabtir dibe û got, bi awayekî kêfî nayê derman kirin. Îlker diyar kir ku nexweşiya kurê wî akromegalî (mirovê dêw) ji milyonekê di 4 kesan de tê dîtin û got: “Tevî nexweşiyeke wiha girane jî nayê berdan. Kurê min tê qetilkirin. Diviyabû yekser sewqî nexweşxaneyê bihata kirin û bihata derman kirin. Lê belê hem vê yekê nakin hem jî guh nadin daxwazên me. Kurê min, dê pir zêde nikaribe li berxwe bide li hemberî vê nexweşiyê. Qet nebe ji bo heya saxe ji bo bi min re bijî têdikoşim. Di serî de kurê min dixwazim hemû girtiyên nexweşiya wan girane bên berdan.”