WAN- Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan ragihandine, gardiyanan di 26’ê Tebaxê de avêtine qawîşan û gelek gardiyanan li Çaglayan xistiye. Hat diyarkirin ku gardiyanan piştî lêdanê Çaglayan qawîşê derxistine. Hat ragihandin ku 4 rojin tu xeber ji Çaglayan nayê girtin, aqûbeta wî ji îdareya girtîgehê hatiye pirsîn, lê îdareyê tu tişt ji girtiyan re negotiye.