TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger yên li bajarê Tebqayê ji bo tevlîbûna xwe ya nava şer, ew jî di çarçoveya xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de amadekatiyên xwe dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Tebqayê ji bo pêşxistina ciwan û jinên ciwan ve perwerdeyên cihê reng, weke perwerdeyên siyasî, eskerî û hwd vedikin.
Îro jî li bajarê Tebqayê dewreyeke tendrustiyê ku nêzî 15 ciwan û jinên ciwan ve tevlî bibûn, heya mehekê dewam kirî bi dawî bû.
Ciwanan li bajarê Tebqayê dewreya xwe di bin navê şehîd Ranya Eta de bi dawî kirin û di dawiyê de hemû ciwan û jinên ciwan ên ku beşdarî dewreya hemşîreyê bibûn bawernameyên xwe girtin.
Ciwanên ku beşdar bûne gotin ew bi vê dewreyê gelekî şanazin, ew êdî dikarin di aliyê destwerdanên lezgîn de jî bi gelê xwe bibin alîkar. Û ji bo şerê li dijî dagirkeriyê ew di her alî de amade ne.