BEHDÎNAN – Dewleta Tirk a dagirker ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve li Zap, Metîna û Avaşînê yên li Herêmên Parastina Medyayê ku herêmên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye bê navber êrîşên xwe didomîne. Dewleta Tirk a dagirker ji bo berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bişkîne, her cure metoda şer bi kar tîne.
Artêşa dagirker di çar mehên dawîn de bi çekên kîmyewî, gaza jehrî, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer û nirxên mirovayetiyê binpê dikin bombeyan li ser kûçikan girêdidin lê dîsa jî nekarîn berxwedana gerîlayan bişkînin.
EV MEHEK E HEWL DIDIN BI KEPÇEYAN WERXELÊ HILWEŞÎNIN
Artêşa Tirk a dagirker vê carê jî bi kepçe û dozeran hewl dide çeper û tunelên li qadên berxwedanê yên gerîlayan hilweşîne û li gorî xwe serkeftinê bi dest bixe. Li ser Girê Werxelê ya li Avaşînê ye ku şer û pevçûnên giran lê hene, kepçe û dozer hewl didin çeper û tunelan hilweşînin.
Di 9’ê Tebaxa 2022’an de dîmenek hate qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku kepçe û dozer hewl dide tunel û çeperên li kendal dinihêrin, hilweşînin. Hate hînbûn ku ev mehek de ev kepçe û dozer dixebitin lê dîsa jî nekarîne çeper û tunelên li herêmê hilweşînin. Çavkaniyên li herêmê diyar kirin artêşa Tirk gelek caran kepçe ji ser sînorê Tirkiyeyê aniye Girê Werxelê.
Dîmenê wê hatibû qeydkirin dema ku dewleta Tirk kepçe û dozer anîbû Avaşînê, PDK’ê jî di navbera Qadên Berxwedanê yên Girê Hekkarî û Girê Amêdiyê yên li rojavayê Zapê bi kepçeyan ji artêşa Tirk re rê çêdikir.
ANF’ê rojek berê dîmen weşandibû. Ev dîmen di 27’ê Tebaxa 2022’an de hatibû qeydkirin. Di dîmenan de dihat dîtin ku hêzên PDK’ê bi 2 kepçeyên mezin, 5 bûldozer û 5 wesayîtan hewl dida ber bi nava qadên berxwedanê rêyan veke.
Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Firatê ‘ANF’