NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Yilmaz Kes ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku 27’ê Tebaxê saet di 15:00 de li Bûrsayê li febrîqeyeke veguherî ya ‘piştevanekî desthilatdariya faşîst’ çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Nîluferê, me li febrîqeyeke li sîteya pîşesaziyê çalakiya sabotajê kir. Di encama çalakiyê de febrîqe şewitî.”
Milîsên HBDH’ê ragihandin ku çalakiyên wan ên li dijî piştevanên sîstema zordar a faşîst wê dewam bikin.