NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku ji sala 1999’an de, di encama komployeke navdewletî de dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Malbat û parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pê re bikin bê navber serlêdanan dikin. Lê belê hertim serlêdana parêzer û malbatê bê bersiv tê hêştin.
Di heman demê de Serokatiya Komîteya Dîsiplînê di 3’ê Sibata 2022’an de cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re, ya ji bo 3 mehan dabû Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, û ev biryar di 21’ê Sibatê de teqez bibû. Ji bo ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbata re bên rakirin û hevdîtin çêbibin, parêzerên Rêberê Gelan di 28’ê Adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî ku ev serlêdan hatiye red kirin parêzer pê hesiyan ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan hatiye dayîn.
Têkildarî vê mijarê ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji me re axivîn û diyar kirin ku erka wan ye sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e.
‘GIRTINA RÊBERÊ ME TENÊ FÎZÎKÎ YE!’
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Hêva bal kişand ser girîngiya hebûna Rêbertî û wiha axivî; ” Ez Hêva me ji bajarê Til Birak im. Erdoxan nahêle ne malbat û ne jî parêzvan biçin serdana Rêberê me bikin. Ji ber ku dema serdana rêbertî bikin, wê Rêber Apo ji me re perspektîf bide. Raste Rêberê me di nava çar dîwaran de, ev bû 23 sal girtiye, lê girtina wî fîzîkî ye. Heya ku Rêberê me hebe, em weke gel tu carî bi bin nakevin. Em ji bo azadiya Rêber Apo rojane çalakî û meşan li dardixin.”
Hêva domand û got; “Dibe ku dewleta Tirk dixwaze vê gelî bitirsîne, lê ev gel tu carî natirise, em wekî gelên Kurd, Ereb û Suryan em hemû bi hevdu re ne, destê me bûye yek dest, ji ber vê jî em tu carî bi bin nakevin. Weke Rêber Apo jî gotî, me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî bi serbikevin. Em bang li Erdoxan dikin û jê re dibêjin; “Gelê me tu carî ji balafir û hêza te natirse”. Dema ku em destê xwe bikin yek û li pişt serokê xwe bin, kes nikare me bi bin bixe.”
‘KARÊ KU RÊBER APO DESTPÊKIRÎ, EMÊ WEKE CIWAN HEYA DAWIYÊ BIDIN DOMANDIN’
Piştre Abdullah jî diyar kir erka her ciwanekî ya yekemîn misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalane; “Navê min Abdullah, ez ciwanekî ji Til Hemîs im. Em weke Tevgera Ciwanan li ser gotina Rêber Apo, ya ku dibêje; “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî bi serbikevin”, têkoşîna xwe didin meşandin. Îro dewleta Tirk ya dagirker yên tunekirinê li ser Rêberê me weke îşkenceyeke mezin bikartîne, xwastin bigirtina rêberê me re pêşî li belavkirina fikirên wî bigrin. Lê belê li ruxmî wê jî rêberê me bi fikirê xwe gelek dever ji dewleta Tirk ya dagirker rizgar kir. Ji ber vê jî hemû hewldanên dewleta Tirk niha ewe ku rêberê me tune bike, keda ku serokatî daye û berhemên ku ava kiriye tune bike. Karê ku Rêber Apo destpêkirî, emê weke ciwan wê heya dawiyê bidin domandin. Em weke ciwan erka me ya yekemîn misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heman demê de bi azadiya Rêber Apo re azadiya tevahî gelê Kurd û bajarên wê ve ye. Karê herî zêde ku faşîzma dewleta Tirk nîşan dide qedexekirina hevdîtinê ya bi Rêber Apo re ye. Lê dîsa jî îro em dibînin li ruxmî hemû îşkence û tecrîda ku tê kirin jî, felsefeya Rêber Apo li her derê cîhanê belav bûye.”
‘EM HEYA ROJA ÎRO JÎ LI SER FIKIR Û FELSEFEYÊ RÊBER APO DIMEŞIN’
Herî dawî jî jina ciwan ya bi navê Şeyma jî got; “Navê min Şeyma ye, ez ji bajarê Til Birak im. Ev bû 23’ê sale ku rêber me di girtîgehê de ye. Di nava çar dîwaran de bi tenê jiyan dike. Dewleta Tirk ya faşîst jî nahêle ku parêzer û malbatên wî jî serdanê bikin. Dixwazin fikirên rêberê me û bajarên me ve dagir bikin. Lê tevî wê jî em heya roja îro li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Em weke gelê Kurd û Ereb bi hevre têkoşîn dikin û nahêlin ku dewleta Tirk ya faşîst rêberê me tune bike. Rêber Apo di dilê me de jiyan dike. Erka ku dikeve ser milê me ciwanan ewe ku em li hember hovîtiyeke bi vê rengî bê deng nemînin. Em 24 saetan li kolanan bin, da ku rê li dagirkirina bajarê me were girtin.”
NC// Hozan Can