BEHDÎNAN – Jiyana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê herkes meraq dike. Em meraq dikin ka ew çawa dijîn, çi dikin, jiyana xwe çawa bi kedê da digrin, jiyana kolektîf û komînal çawa derdixin holê?
Li vir çend beşên jiyana gerîlatiyê ku dilê me germ dike em bi were parve dikin;
Di şaneya her gerîlayekî de hesreta azadiyê ya mezin xwe dide der, hestê rêhevaltiyê ya ku li hemberî hemû zehmetî, şert û mercan li berxwe dide, di kêliyên herî dijwar de jî destê hev digirin û serê xwe ber bi ezmanan ve dihejînin. Dema ku gerîla Peyman bi hevrêyê xwe Fîraz re diaxive, em şahidê wê sohbeta bi dilovanî û hestiyar in û gerîla Peyman van gotinan tîne ziman;
“Heval Fîraz, ezê niha van bipijînim, tu jî bibî cem hevalan. Ger baş bû min çêkir, ger ne baş bû te çêkir. Ji hevalan re bêje Peyman ji we re qizartme (Yanê Xwarin diqewirîne, ango bi zimanê herêmê sor dike) çêdike. Ji ber ku sebze piştî demeke dirêj hat. Bila surprîz be. Bê guman heval pir westiyayî ne. Û heval hez ji qizartme dikin. Lê gava ku tu biçî, propaganda bike. Bêje qizartma çiqas xweş bû, bacana reş ewqas xweş bû… Ev erka me ya rêhevaltiyê ye. Ezê bikim, tu jî yê bibî. Tu jî xwarina xwe li wir bixwe. Baş e?
Gerîla Fîraz li ser pirsa gerîla Peyman got başe û di axaftinê de behsa hevrêtiya gerîla kir;“Tu dizanî heval Fîraz, hevaltî tiştekî xweş e. Dema tu ewqas kar dikî, tu dibêjî rêhevalê te westiyaye û xwarineke germ, çayek germ dide te… Ev pir bi bandor e. Tişta ku di rêxistinê de herî zêde bandor li min kir ev bû. Em gelek ji bo hev dixebitin, hezkirina me ji hev re pir mezin e, em hevdu pir diparêzin, hin kêlî hene ku em ji bo hev canê xwe feda dikin, em hevdu mezin dikin. Nizanim kêliyên pir bi êş hene ku em dijîn, lê her kêliya ku em dijîn pir bi wate û xweş e. Ev jî çavkaniya xwe ji Rêber Apo, rêhevalên me yên şehîd digire. Em li ser şopa wan dimeşin. Em di hezkirineke mezin de dijîn. Ji ber vê yekê ya herî girîng divê em ked û jiyana hev biparêzin. Em çiqasî hewl bidin hevaltiyê rave bikin jî têrê nake. Pir pîroz e û di heman demê de bi êş e. Hûn ji nişka ve dibin şahidê şihadeta rêhevalê xwe yê ku hûn pê re dijîn.”
NC// Zerya Bagok