AMED – Girtiyê nexweş Nevzat Çapkin ku nêzî 8 meh berê ji Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê ya Tîpa T’yê derketibû, li nexweşxaneyeke taybet a Amedê ku lê dihat derman kirin şehîd bû. Cenazeyê Çapkin ê ji nexweşxaneyê hat wergirtin bi girseyeke mezin ber bi gundê Hecîreşê yê Farqînê ve birin. Cenazeyê Çapkin li gund ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên dînî, gundiyan bi berzkirina siloganên “Şehîd Namirin” cenaze birin goristana gund.
Di goristana ku şehîd Nevzat tê de hatî veşatin axaftin hate kirin. Di axaftinên ku hatiye kirin de hate gotin; “Êşa me giran e, lê em serbilind in. Têkoşîn û jiyana Nevzat wekî mîrate ji me re ma. Ev ji bo me rûmeteke pir mezin e. Hevrê Nevzat 29 salan ji bo xwe di girtîgehê de nema, her rojek wî ji bo azadiya vî gelî bû û ji bo vê canê xwe feda kir.”