NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…
Hezkirineke ji rê hatiye derxistin û xwe spartiye bingehên seqet, rengekî din ê qetilkirina jiyanê ye lê belê rengê vê yê ku ji rê derketiye jî herî kêm bi qasî wê xeter e. Gihiştina hezkirinê, tê wateya gihiştina jiyanê. Ger mirov gihiştina hezkirinê nezane tê wateya ji şoreşê tênagihije lê belê gihiştina hezkirina erzan jî şer nekirine,bêhewildanî ye û heta bêhizirî ye. Ev jî gelekî girîng e.
Ew her çar hêmanên ku me hêjmartiye bi hizirandinê ve girêdayî ye. Em ji bingehê dîrokî bigrin dest, heta asta felsefî û zanistî hûnê bihizirin. Nexwe têkîliya hezkirinê bi hizir,felsefe û zanistiyê ve heye. Ji bo ku hûn gavekî ber bi hezkirinê ve bidin avêtin, pêwist e hinekî agahiya we ji felsefe û zanistiyê hebe. Girêdana şer bi hezkirina rast ve heye. Li gel me azadî û têkîliya azad bi tenê şer ve tê bi dest xistin rastiyeke ku bi şer tê pêk anin e. Di rêya hezkirinê de hezar û yek hest û girêdaniyen bi navê hezkirinê hatine derxistin û xefik hene. Hûnê neyêne van leyîstokan. Hûnê xwe li hemberî her cûre rengên hezkirinê yê ku ji rê derketiye bêhezkiriniya xapînok bi sekinandineke saxlem ve li şûn xwe bihêlin. Hûnê bizanin ku bêhezkirinî dijberiya şoreşgeriyê û jiyanê ye. Teqez pêwist e ku dunyaya we ya hezkirinê hebe pêwist e hûn bigîhine vê dunyayê. Hûnê bibêjin:”Pêwist e ku hezkirina min hebe.Pêwiste ez di rewşekê de bim ku bêm hez kirin û hez bikim.”
Hatina rewşeke ku dikare hez bike, tê wateya di wan her çar hêmanên ku me diyarkiriye de serkeftî bûne. Ger mirov di wan her çar hêmanan de û di hêmanê pêncemîn de ku ew jî encamê wan yê din e, bi serkeftî be, tê wateya ku hûn gihiştine asta hez kirinê. Ev di heman demê de tê wateya hûn gihiştine asta bikaribin hezbikin. Dema hûn gihiştine van taybetmendiyan tê wateya ku we him hezkirinê de him jî hatina hez kirinê de kesayet ava kiriye. Berovajî vê hûn nayên hez kirin û nikarin hez bikin. Hinek dibêjin “dile min xwest ez hez dikim, ew jî ji min hez dike, hûn nikarin bibine asteng.”Ev derew e. Bi vî rengi hatina hez kirin û hez kirin nabe. Pêwist e hûn bingehê zanistî deynin û nexelitînin. Ji xwe hûnê rojekê benê hez kirin, roja duduyan jî benê avêtin. Hûn nikarin bersivê ji hez kirina xwe re bibînin û bi erdê ve bibine yek. Ji ber vê jî xwe nexapînin û nekevine nav bûyera hez kirin û hatina hezkirinê ya ku li ser bingeha xelet de pêş dikeve. Pêwist e di hêmanên ku hatine hêjmartin de serkeftin çêbibe.
Kesayeta Kurd ji bo çi nayê hez kirin? Ew kesên ku pêwîst e di dinyayê de herî zêde werin hez kirin, ji bo çi di vê mijarê de û di rizgariya welat de ne serkeftî ne? Ji bo çi di azadiyê de, şer de, di hemû pirsgirêkên rêxistinî de ne serkeftî ne? Kesekî ev qasî bê serkeftine, ji bo çi were hezkirin? Jixwe kirêt e jî. Girêdayîna kirêtîbûn û xweşikbûnê bi tiştên ku hatine jimartin ve heye û misogere ku, bûyereke civakî ye. Ger di van hêmanan de serkeftî bin, hun xweşik in, berovajiya vê hun kirêt in. Asta vê ya fîzîkî jî heye, asta fîzîkî yê kirêt û xweşik diyarker nine, ya diyarker di hêmanên ku hatine jimartinê de rewşa serkeftîbûn û bêserkeftinîbûyînê ye. Bi qasî mercên hezkirin û hatina hezkirinê, pêwîst e ku hun baweriya xwe bi pêwîstiya hezkirinê binin. Hun nikarin bibêjin, “ez bi sernakevim, di van hêmanan de serketina min zehmet e. Wê demê ezê hêviya xwe ji hez kirinê qut bikim. Bila tu kes ji min hez neke û ez jî ji tu kesî hez nakim.” Ev yek jî ne rast e. Pejirandina vê tê wateya hêvî ji şer û şoreşê qut kirin e. Heta ji partiyê, gel, ji jiyanê hêvî qutkirin e. Şoreşger ne mirovên ku hêviya xwe ji jiyanê qut bikin in. Wan her tiştên xwe, fedayî jiyaneke azad kirine. Naxwe hunê her dem hezkirinê di xwe de weke azweriyeke mezin bihêlin lê belê bêyî ku mirov bikeve nava hizirên “nabe” û xefikan pêwîste mirov derfetên serkeftinê û pêkhatinê bide wê. Ev jî, kulîlk vekirina milîtaniyê ya di kesayeta wê de ye û serkeftina egîdiyê ye. Egîdî digihê lûtkeyê serkeftinê.
Weke tê ditin, riya ku diçe serkeftinê bi qasî ku bi zehmetiyan ve dagirtiye, ew qasî jî girift e (çapraşik). Di vê riyê de meş, egîdiyê dixwaze. Ger em wiha bikin, ew şertên civakî yên di welatê me de ku gelê me jî dijî, bê hez kiriniya mezin, dexesî, bêrêzî dê were derbaskirin. Em di wateyekê de şoreşa xwe li hember rewşa ku welatê me ketiye nav de, ango bêhezkirinî û mîratebûn ku tê pêşxistin, di heman demê de jî li hemberî bêhezkiriniya mezin ku di dilê gelê me de heye, me ev şoreş pêş xist. Şoreşa me şoreşa hezkirinê ye, şoreşa hezkirina welat û gel e. Lê belê şoreşa hezkirinê li hemberî ev qasî, zinixî û zordariyê bi şerkirinê ve pêk tê. Ger ne wiha be, gotina faşîzmê ya “hezkirin her tiştî çareser dike” ji cewher dûrxistin e.Tee wateya bawerî anîn û xapîna derewên faşîzmê, hatina lêyîstoka wê ya mezin e. Mixabin hun di mijara hezkirinê de hatine vê lêyîstoka mezin. Em hindekî we, ji vê lêyîstokê dikişînin û derdixin. Em we bi serê xwe bihêlin, kê dizane hîn dê çi were serê we. Em dibînin, bêyî ku hun hewl bidin, çi qasî ji hev hez dikin. Ma hetanî duh jî, we bi vê yekê bawer nedikir? Dibe ku we bêyî ku bikevine zanebûna wê, we ji mar hezkiribe,we mar xistibe şûna evîndara xwe, ma ev yek ne hun in? Hun bi kirêtiyê ve hetanî qirika xwe, di himbêza hev de dijîn. Pêwîste hun lêpirsîn bikin ku, şêweyên jiyana we çi qasî di çerçoveya feraseta hezkirinê ya dijmin e. Ma yê ku feraseta hezkirinê ya dijmin dijî, gelo dikarin ji hezkirina rast para xwe bigrin? Gelo jiyana ku hun dijîn, çi qasî weke jiyaneke pîroz tê pejirandin?
Ez van hemû tiştan ji bo ku we bitirsînim naynim ziman. Pêwîste misoger jiyana we di ber çavan re were derbaskirin. Ez dixwazim, vê pirsgirêkê bi taybet di astên feraset de zelal bikim. Dibe ku gav bi gav, derbaskirina vê ya jiyanê bi sedan salan çêbibe. Min ji bo ku têkîliyeke ku were hezkirin û mirov bikaribe vê yekê bijî, ev qas salên xwe da. Min jî di vê mijarê de çend gav avêtine, hun dixwazin her tiştî di carekê de çareser bikin. Sedemeke ku milîtaniya we zêde ne rasteqîne jî ev e. Ez her dem behsa kesên dixapîne û dixelitîne dikim, sedemeke vê ya herî bingehîn jî di nava çerçoveya ku we avakiriye de ye. Hun xwe yan mehkumî bêhezkiriniyê dikin, an jî hezkirina sexte. Dilê we çawa dikare vî tiştî hilgire? Mêjiyê we pêwîstiya hizirandinê jî nabîne. Ev çîroka we ye. Hun dikarin di milîtaniyê de, egîdiyê de, hestên mezin de û hezkîrinê de çi qasî bi xwe bawer bin?
Gelek ji we hezkirina xwe ya zarokan heye. Hindek heval ji bo ku zarokan çi qasî hezdikin raber bikin, bi zarokan re henekan dikin. Mirov dikare bi vê yekê bikene û derbas bike, ji ber ku jiyana zarokên me hatiye pêrîşankirin, ji bo hezkirina wan tenê nefesek jî nehiştine. Lê belê gelek kes vî tiştî ji rêzê dibînin. Dibêjin, “xweziya zarokekî min jî hebe, ez jî bi vî rengî jê hez bikim” dinya wî reş bûye. Feraseta wî jî bi vî rengî ye. Kesên wiha, deh salan jî di nava me de bijîn, di encam de ew dijberê partiyê ne û revok in. Di hewaya xortan an jî keçan de bêhna azweriyê heye. Dibe ku mirov ji van re tiştekî nebêje, lê belê dema tu wan bi azweriyên wan re li gel hev dihêlî, roja diduyan şerekî mezin dest pê dike. Azweriyên mezin, hestên mezin di mercên xwe de digihên wateyekê. Mezinkirina zarokekî baş, di mercên welatekî azad û serbixwe de, bi şertên civaka azad de derfetê peyda dike. Azweriyên mezin, tenê di qadên xwe de dikarin derfeta jiyanê peyda bikin. Wekî tê zanîn, dema du kes hev direvînin, daweta wan li dar dikeve, lê belê roja diduyan hun biçin binêrin, hemû ketine nava hev. Ji hezkirin û rêzdariyê tu şopek xuya nake. Gelo çi wateyeke van azwerî û hezkirinên wiha heye. Jiyana pratikî raber dike ku, ev yek ne wiha ye.
Ev rexneyên ku ez li we û civakê dikim, rasteqîn in. Duayeke ku neyê pejirandin, ji bo çi em jê re bibêjin amîn? Hezkirineke ku hun nikaribin bi pêş bixînin, ji bo çi emê jê re bibêjin, hezkirineke baş e?. Azweriyeke ku welat û gel nayne asteke bixêr, ji bo çi em jê re bibêjin, azweriyeke rêzdar e?. Mixabin, di şûnde ya ku bi zehmet dimîne, em hindekî jî kole ne. Koleyan bi hezaran salan, malbat, zarok, jin, zilam çi ye nehizirîne. Dibe ku em weke wan koleyan nînin, lê belê ji hindek aliyan ve em di rewşeke xirabtir de ne. Mînak, di qutbûyîna ji welat û civakê de ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî pêwîst e, em hindek hest û ferasetên xwe yên jiyanê hindekî din rasteqînêr nêz bibin. Ez van tiştan, ne ji bo ku hezkirinê mehkum bikim dibêjim, ji bo ku di nava me de dê hezkirin çawa bi rê ve biçe, bi çi ve girêdayî ye? Zelal bikim, diyar dikim. Welat jî, gel jî, şer dixwaze êdî şer bûye navê jiyanê, ev yek di heman demê de, dibe watedayîna şervantiya we. Tevlîbûna we bûyereke ku ev qasî jiyanê diafrîne, ji ber vê naveroka xwe ve we pîroz dike.
Îro şer ji bo çi ev qasî bûye weke azweriyekê? Ji ber ku îro şer afirandêr û zayinêrê her tiştî ye. Me ev yek hindeki, bi civakê tê gihand, sibe emê hîna zêdetir tê bigihînin. Ger em îro bi we jî bidin fêmkirin, hun dê gelekî balkêş şer bikin. Ji ber ku jiyana we di encamê şer de veşartiye. Rizgarbûna we, ji her cur kirêtî, bêhezkirinî û heqaretê kêm zêde bi dayîna we ya vî şerî ve gengaz e. Ger bi hemû kûraniya wê ve were fêmkirin, hunê bibin şervanên gelekî balkêş. Siya jiyanê heye, ew bi xwe nîne, navê jiyanê heye ew bi xwe nîne. Gelo yê jiyan bi xwe çawa bibe? Naxwe, wê jiyan bi şerkirinê bibe. Ew kesên ku hun gelekî jê hez dikin, hunê bi vî awayî bigihênê. Ji beriya her tiştî ger hun wiha şer bikin, dê her parçeyekî welat ne weke kavilekî, weke bihuştê bixuyê. Dê ew malbat, dayik, bav, hevjîn û dostê ku hun jê direvin, dê li we weke heyînên herî xwedî nirx bixuyên. Gelê we, weke navnîşaneke ku hatiye jibîrkirin na, dê bigihê rastiyekê ku weke nan û avê bi hev re bijîn. Dema ku em vê daxînin têkîliyên jin û zilam, ne weke xerîban li gor pênaseya du perçeyên xwezayê ku hev cihê nabin, teqez hev temam bikin, dê derbikeve holê. Mirovê dê li ku derê û çawa bigihê vê rastiyê? Hemû nîqaş, polîtîka, hizirandin, avakirina partiyan û pêşvexistina şer ji bo gengazkirina jiyaneke bi vî rengî ye. Dibe ku di jiyanê de azweriyên kor, nêzîkbûnên derveyî rastiyê we bidin jiyîn, lê belê ev tişt serkeftinê naynin. Hun di vî aliyî de gelekî ketin, we serê xwe li çepê û rastê da, lê belê dîsa jî encam nîne. We nekarî ne malbata xwe, ne jî hevjîn û dostên xwe ji merhebayekê xelas bikin. Wê demê me ji vê jiyanê çi fêmkir? Gelo em dikarin ji vê re bibêjin jiyan, an jî azadî? Bihizirin û di mijara jiyanê de plansaziyên baş ava bikin. Bibin rêxistinêr û çalakvanên baş. Ev dê riya jiyanê raberî we bike. Dê derfetên hezkirinê bide destên we. Dê ji bo gihiştina dinya hezkirinê derfetan amade bike û wê demê hun dikarin bibin evîndarek. Di gelek nameyan de wiha dinivisînin. “evîndara wiha û wisa” ez ji van peyvan şerm dikim. Bi heqbûna min, vê gavê hîna baştir tê fêmkirin.Li gel me zêde evîndar nînin. Ev asta ku heye ve gihiştina wê jî gelekî zehmet e. Çi kêfxweşiyeke ji bo wan hevalên ku gihiştine asta ku me diyar kiriye, hemû gel û rêhevalên wan ji wan re dibêjin, heyînên me yên evîndar. Gihiştina rengekî wisa bi tenê şertekî ku me diyar kiriye ango serkeftî şerkirin, qehremanbûn û egîtbûnê ve gengaz e. Ev yek jî bi zanebûnê, bi jêhatiyên polîtîk û leşkerî yên cidî ve gengaz e. Ger hun wiha bin, ji bo çi em ji we hez nekin? Ji bo çi em ji bo we çepikan lê nedin, ji we re nebêjin, ji pîroziyan hîn pîroztir cihê we heye?
Dê bidome….