NAVENDA NÛÇEYAN – Di dîroka Kurdistanê de gelek hêz û kesî timî cihê xwe li gel dijmin girtine û bûne sedemê hilweşandina Tevgerên Azadîxwaz ên ji bo Rizgariya Gelê Kurd. Yek ji van hevkarên dagirkeran PDK bûye. PDK tim li ser dika dîrokê bi vî rûyî cih girtiye û hevkarî bi dijminê gelê Kurd re kiriye.
Her çendî helwestên aliyên Kurdî hebe jî, lê ji ber hevkarî û destê wan ên di xwîna gelê Kurd de heye, tim bûn asteng li pêşiya xebat û têkoşîna azadiya gelê Kurd.
KETE PÊŞIYA PANZERÊN REJÎMA BAAS A QATILÊ HELEBÇEYÊ
Roja 31’ê Tebaxa 1996’an ango berî 26 salan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo derxistina hêzên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ji Hewlêrê, destê xwe da destê qatilê 5 hezar qurbaniyên Helebçeyê; rejîma Baasê Sedam Huseyîn. Piştre tankên rejîma Baasê ketin nava bajarê Hewlêrê û heya ber derê parlamenta herêmê ve çûn.
PDK kete pêşiya panzerên rejîma Baasê û berê wan da ser pêşmergeyên YNK’ê yên ku Hewlêr di destê wan de bû û heta Parlementa Kurdistanê anî.
REJÎM HATIBÛ DERXISTIN
Di sala 1991’an de gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baasê raperîn kir û beşek mezin xaka Başûrê Kurdistanê ji destê rejima Baasê derxist. Ev jî bû gaveke yekem gelê Kurd bi têkoşîneke wiha ya gel a xurt dagirker li ser axa Başûrê Kurdistanê kirin der. Ev yek jî hêz û moraleke mezin da gelê Başûr.
ŞERÊ NAVXWE YÊ DESTHILATÊ
Piştî raperînê, nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê yên ku ji berê ve hebûn, berdewam kirin û di destpêka meha Gulanê ya sala 1994’an de veguherîn şerê navxwe. Şerê yekem li navçeya Ranyayê di navbera PDK û YNK’ê de derket. Piştre ev şer belavî tevayî Başûrê Kurdistanê bû. Baregehên YNK’ê li Dihokê û yên PDK’ê jî li Silêmanî hatin girtin.
4’ê Gulana sala 1994’an Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxwaza rawestandina şer û civîna Eniya Kurdistanî ya ji hev belavbûyî kir. Lê ev daxwaz encam negirt û roja 15’ê Gulanê şerê YNK’ê û PDK’ê gihîşt nava bajarê Hewlêrê.
19’ê Gulana sala 1994’an li seyrangeha (Havînahawar) a bajaroka Pîrmam a Hewlêrê Odeya Çalakiyên Aştiyê hate avakirin. Piştî civîna Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî biryara rawestandina şer di navbera her du aliyan de hat dayîn. Lê ev biyar jî bê encam ma û şer berdewam kir.
3’yê Hezîrana sala 1994’an Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî yekalî agirbest ragihand. Ev biryar li gel kontrolkirina navçeyên Qeladiz û Pêncwên ji aliyê hêzên PDK’ê û Tevgera Îslamî ve hemwext bû.
31’ê Hezîrana heman salê bi amadebûna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî Parlamenta Herêma Kurdistanê civiya. Ev civîn karî heya astekî şer û aloziyan kêm bike. Lê heya dawiya sala 1994’an jî li hinek cihan navber bi navber şer berdewam dikirin.
CIVÎNA LI DÛBLÎNÊ
Sala 1995’an cardin şer di navbera YNK û PDK’ê de destpê kir. Roja 15’ê Çileyê hêzên ser bi YNK’ê bajarê Hewlêrê xistin bin kontrola xwe. Şer heya 9’ê Tebaxa sala 1995’an bi vî awayî berdewam kir. Her du Polîtburoyên YNK û PDK’ê bi navbeynkariya Amerîkayê li paytexta Îrlanda Dûblînê civiyan. Lê ev civîn bi serneketin û nekarîn rewşa heyî kontrol bikin.
ŞER NERAWESTIYA
Roja 28’ê Tîrmeha sala 1996’an hêzek a Supayê Pasdarên Îranê bi hevkariya YNK’ê sînorê başûrê Kurdistanê derbaskirin û hatin li çiyayê Heybet Sultan êrîşî ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê kirin.
Şeva 17 li ser 18’ê Tebaxa sala 1996’an cara sêyem şerê navxwe li Rewanduzê di navbera YNK û PDK’ê de destpê kir. YNK’ê Sefîn û Şeqlawe girt û nêzî bajarokê Pîrmam bûn. Di wê demê de di destê PDK’ê de ji sêyan 1 kêmtir xaka Başûr mabû.
BARZANÎ JI SEDAM XWEST ALÎKARÎ BIKE
22’yê Hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baasê Sedam Huseyîn re dişîne û ji Sedam daxwaza hevdîtinê dike. Name bi van gotinan destpê dike; “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra destwerdana Îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.”
Piştî şandina vê namê çend rojek, Mesûd Barzanî diçe Bexdayê û li gel Sedam Huseyîn hevdîtinek dike û lihevhatinek dikin.
Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baasê wê alîkariya PDK’ê bikira ku Hewlêrê bigire. Li beramber jî PDK’ê wê rê bide artêşa Baasê da ku li Hewlêr û Pîrmamê wê alîgir û karmendên muxalîf ên Iraqê bigirtana û dest dane ser baregehên wan.
TELEBANÎ JÎ HEWARA XWE GIHAND ÎRANÊ
Li aliyê din jî roja 21’ê Tebaxê yanî rojek ji beriya Mesûd Barzanî name ji Sedam Huseyîn re bişîne, Celal Talebanî jî nameyek ji Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdarên Îranê Mihemed Cehferî re dişîne û di nameyê de daxwaz tê kirin ku di demek zû de hêz ji bo deverên dibin destê YNK’ê de were şandin.
PANZERÊN BAASÊ LI BER DERÊ PARLEMENTÊ SEKINÎN
Sibeha 31’ê Tebaxê hêzên artêşa Baasê ji Kerkûk û Musilê ber bi Hewlêrê ve ketin tevgerê. Hejmara artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Yekem şikestina hêzên YNK’ê li ser rêya Guwêr-Hewlêrê bû. YNK bêyî ku parastinê bike Hewlêrê berda û rejima Baasê Hewlêrê dagir kir. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamenta Herêma Kurdistanê.
Pêşmergeyên YNK’ê Hewlêr berdidin û ber bi Silêmanî diçin. Ji wir jî berê xwe didin sînor. Piştre YNK’ê bi piştevaniya Îranê êrîş dikin, Silêmanî kontrol dikin û heta nêzî Hewlêr tên. Li ser gefên rejîma Baasê sînorê xwe li wir didanin.
LI WASHÎNGTON BI ÎMZAYAN DAWÎ LI ŞER ANÎN
Piştî 4 salên şer û dijberiya tund a di navbera PDK û YNK’ê de, roja 17’ê Îlona 1998’an li paytexta Amerîka Washingtonê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî bi amadebûna Wezîra Karên Derve ya Amarîkayê Madeleine Albright lihevkirinek îmze kirin. Li gorî lihevkirinê di navbera herdu partiyan de aştî pêk hat û şerê di navbera wan de bi dawî bû.
ENCAMA ŞERÊ NAVXWE: ZÊDETIRÎ 12 HEZAR KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî hinek çavkaniyan di encama êrîşa roja 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 100 kes jî wendabûn. Di şerê navxweyî de kesên jiyana xwe ji destdane zêdetetirî 12 hezar kesin. Lê hinek çavkanî jî diyar dikin ev hejmar hîn zêdetire. Ji bilî ku heta niha bi sedana kes wenda ne.
‘EM JI NAVBEYNKARIYÊ RE AMADE NE; ŞER ZIYANEK MEZIN DAYE GELÊ KURD’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvînek xwe ya wê demê li gel Rojnameya Şerqil Ewset a Erebî de carek din diyar dike ku ew amade ne navbeynkariyê bikin û wiha gotibû: “Em wek PKK’ê rola navbeynkarî û aşitiya navbera her du aliyan didin. Em yekîtiyek demokratîk û neteweyî ji bo Kurdan esas digrin. Di dîrokê de jî şerên di navbera aliyan de ziyanek mezin bi gelê me gihandiye. Em dixwazin ev alozî bi yekîtiyê û hemahengiyê were çareserkirin.”
NIHA PDK PANZER Û DRONEYÊN TIRKIYE ANÎ BAŞÛR
Piştî ji vê xiyanet û nokeriya qirêj ku têde bi sedan kes hatin qetilkirin, heman partî û kes niha ketine pêşiya tank, panzer û dronên qatil ên Tirk berê wan dane Kurdistanê ji bo şerê desthilatê.
PDK bi lihevkirina li gel dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdisatanê rê û çeperan ji dewleta Tirk a dagiker re çêdike. Li aliyê din jî rê digire û rê nade ku lojîstîk û amûrên xweparastinê yên mîna maske bigijêje gerîlayên azadiyê yên li dijî şer û çekên kîmyewî rûmet û kerameta gelê Kurd diparêze.
24 SAETAN DRONE LI SER BAŞÛR DIGERIN
Li aliyê din jî bi rêdayîna PDK’ê û Iraqê 24 saetan dronên qatil ên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Başûr û Iraqê digerin û sûcên şer dike. Ji xetên sînor ên Bakurê Kurdistan û Başûr bigire heta digihêje Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dronên Tirk jin û zarok jî di nav de dike hedef û qetil dike.
ÊRÎŞAN REWA DIKE Û WEŞANA XWE XISTIYE XIZMETA DAGIRKERIYÊ
Bi taybet dronên qatil ên Tirkiye salên dawî li Rojava, Mexmûr û Şengalê bi dehan cih kirine hedef û welatî qetil kirine. PDK parastina van êrîşan dike û êrîşan rewa dide nîşandan. Berdevkiya dewleta Tirk a dagiker dike û weşana xwe xistiye xizmeta vê.
GERÎLA Û ŞOREŞGERÊN KURD BI DESTÊ MÎT’Ê ŞEHÎD DIKIN
Heta ne tenê hevkarî dike, cih di êrîşan de digire û li Xelîfanê bi kemînên danîn heta niha bi dehan gerîla şehîd kiriye. Cenazeyên wan radestî malbatên wan nekiriye. Welatparêz û şoreşgerên heyî bi dest MÎT’a Tirk li her dera Başûr dikin hedef û şehîd dikin.
Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Firatê ‘ANF’