BEHDÎNAN – Dengê gerîla ya çiyayî ku weke awazê çûkên azad bi xemla werza Biharê re bilind dibe, îro ji bo tevahî gelê Kurd bûye, dengê hêviyeke nû. Ew dengê nerm û xwaşik carna tenê bi guhdarkirina wê re mirov digihîne çiyayên asê û bilind, çiyayên ku hembêza xwe ji zarokên rojê û evîndarên welêt re vekirine. Bi vê dengî zelal re mirov fêrî rêwîtiya bê dawî ya qehremanên vî welatî dibe. Carna behsa dijwariyan dike, carna jî behsa kêfxwaşî û kena hevalan ya bê dawî dike. Di rastiya vê dengî de mirov digihêje cîhaneke cuda ku rastiya mirovbûyîna heqîqî vedibêje, ji jiyan û azwariyên wê re dibe şahîd.
Jiyana gerîla ya ku bi kedeke mezin hatiye hûnandin, di her kêliyeke xwe de rastî gerdûnbûnekê vedibêje. Ji bo gerîla ked, mijara jerî sereke û xwedî girîngî ye. Ger mirovek nikaribe ked bide, jiyana xwe bi xwe ava bike, wê mehcûbî mirinê bibe. Ji ber vê jî gerîla jiyana xwe li ser ked û afirîneriya xwe mezin dike û dixemilîne.
Yek ji kêliyên ku gerîla bi xwe jiyana xwe diafirîne û debara xwe dike…..
Di çiyayên Kurdistanê de çêkirina Nan û li kêleka wê sohbetên gerîla;
Gerîla Çiyako ji heval Çiyako re dibêje; “Ma tu ji me re stranekê nabêjî”, gerîla Çiyako bi şermokî dibêje; “Na dengê min ne baş e, lê dengê heval Azad pir xweş e, ew dikare stranekê bibêje.”
Piştre gerîla Aram ê ku tevlî sohbetê dibe dibêjê; “Tu ji Serhatê yî, divê tu dengbêjî xweş bibêjî.”
Piştî ku gerîla Aram wisa dibêje, êdî hemû heval ji wî daxwaz dikin ku ew stranekê ji bo hevalan bibêje…
Strana ku gerîla Aram dibêje wisa ye;
Îro dil pir xemgîn e
Ev çi êşe ji kûrve nalîn e
Çiya spî dikir ji berfê
Xwîna sor li ser herkîn e
*****
Li herêma Apê Mûsa şer û cenga giran e
Fermandarê Nûman û Rênas tê dan e
Li ser neyar rakirin ferman e
*****
Silav ji zarokên rojê
Silav ji têkoşerên dozê
Nûman, Rênas heval
Ev pakrewanên ji ava zelal
*****
Li herêma Apê Mûsa şer û cenga giran e
Fermandarê Nûman û Rênas tê dan e
Li ser neyar rakirin ferman e