ŞENGAL – Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ku bi hevkariya PDK’ê hatiye kirin, bi daxuyaniyekê lanet kirin û diyar kirin ku ewê weke ciwan tu carî dagirker û hevkaran bê bersiv nehêlin û gotin; “Eger vê berdewam bike wê bersivdayîna ciwan û jinên ciwan ên ku soza parastina ax û welatê xwe dane bibîne. Ji bo em ji îxanetê hesab bixwazin, bedel çi dibe bila bibe em amade ne. Serkeftina me wê mîsoger be.”
Bi temamî daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye;
‘’Wekî tê zanîn dewleta Tirk a faşist, di 29’ê Tebaxa 2022’an de dîsa êrîşê Şingalê kir. Me berê jî gotibû, eger kesên îxanetkar hevkariyê nekin dewleta Tirk a faşist nikare wisa êrîşê li ser Şengalê bike. Em baş zanin ku PDK di dereceya yekem de hevkariya dewleta Tirk a faşîst dike. Rûyê PDK’ê ya Şengalê jî xwefiroşê mezin Heyder Şeşo ye.
Ji ber vê rastiyê, ji bo ku em êrîşên li ser Şengalê protesto bikin me di dîroka 30’yê Tebaxa 2022’an de çalakiyek li darxist û ciwanên Êzîdxanê ji bo hevkarî û îxaneta wan şermezar bike berê xwe dan bargeha Heyder Şeşo ya li Sinûnê. Lê çekdarên Heyder Şeşo xwe li ber vê berteka mafdar a ciwanên Êzidxanê negirtin û bi sedan gule reşandin ser ciwan û dayîkan. Di van êrîşan de 5 ciwanên me jî birindar bûn.
Em ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku emê van êrîşan bê bersiv nehêlin. Em wekî ciwanên Êzidî tevgera tolhildana fermanan û hemû êrîşên li ser civaka Êzidî ne. Êdî tu kes nikare li gorî dilê xwe êrîşê civaka me, dayik û ciwanên me bike, kî êrîş dike bila bike ewê hesabê van êrîşên xwe bidin.
Em dixwazin bi bîr bixin ku, eger di fermana 2014’an de Heyder Şeşo li ser çeteyên DAIŞ’ê ewqas gule teqandibana, civaka me bi koçberî, kuştin, talan û fermanê re ewqas rû bi rû nedima. Bila PDK dest ji îxanet û dijminahiya xwe ya ji bo Şengalê berde. Eger vê berdewam bike wê bersivdayîna ciwan û jinên ciwan ên ku soza parastina ax û welatê xwe dane bibîne. Ji bo em ji îxanetê hesab bixwazin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne. Serkeftina me wê misoger be.
Em dîsa didin xuya kirin eger li Şengalê dîsa êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a faşîst çêbibe, pozê civaka me, hevalên me xwîn bibe wê hesaba wê bê pirsîn. Em berpirsyarê van êrîşan di dereceye yekem de Heyder Şeşo dibînin. Eger bi hevkariya wan ev êrîş berdewam bikin emê bi her awayî hesabê vê yekê bipirsin. Bila herkes vê rastiyê baş bizane. Di heman demê de em dîsa didin xuya kirin ku hikumeta Îraqê bi bêdengiya xwe hevkartiya van êrîşan dike. Bê dengiya hikumetê jî êdî nayê qebûl kirin.’’