NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Adara 2018’an dema dagirkirinê û vir ve li Efrînê dewleta Tirk sûcên şer dike. Li herêmên dagirkirî revandina mirovan, îşkence, talan, desteser kirin bûne sûcên rojane.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li Efrîn û navçeyên wê ji 20’ê Tebaxê û vir ve herî kêm 32 kes hatin revandin. Bûyerên revandinê li navçeyên Cindirêsê, Şiyê, Raco, Şêra, Şêrawa û Bilbilê qewimîn.
Li gundê Elijaro ya Racoyê 300 darên zeytûnê yên Farûk Ose hatin birîn. Li gundê Keferomê jî 400 darên zeytûnê yên Ehmed Misto hatin desteser kirin.