NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên herî demdirêj ên ciwanên Kurd li Ewrupayê ye, di hejmara Îlonê de cih da nivîsên bi zimanên Kurdî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Fransî.
Kovar di hejmara xwe ya nû de bi giranî li ser Şerê Gelê Şoreşgerî disekine û cih dide gelek nivîsên li ser bîrdozî, çandî-hunerî û dîrokî.
Edîtorên kovarê di danasîna hejmara nû de wiha gotin: “Em di pêvajoyeke giran a berxwedan û têkoşînê de ne. Giranbûna pêvajoyê ji tecrîda girankirî û sîstematîk ya li ser Rêber Apo û komkujî, qirkirin û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê tên kirin, tê fêmkirin. Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe plan dike ku Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike û destkeftiyên gelê Kurd tine bike. Têvi van jî têkoşîna Rêber Apo ya li êşkencexaneya Îmraliyê ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bûye rênîşander.”
Di nivîsê de diyar kirin ku dewleta Tirk ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre weke ku gelek caran jî di dîrokê de hatiye dîtin, êrîşî Kurdistanê kir û wiha hate gotin:
“Dagirkeran bi êrîşên xwe plan dikin ku gelê Kurd qir bikin û ji pêkanîna her cure êrîşên bêexlaqî jî kêm neman. Dewleta Tirk a dagirker ku her roj bi çekên kimyewî û nukleer taktîk êrîşîKurdistanê dike, her roj bi bombebaranên li dijî erdîngariya Kurdistanê jin, zarok qetil dike.
Di vê pêvajoyê de divê em weke ciwan pêvajoyê baş bixwînin û stratejiya ‘ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ’ baş fêm bikin.
Em jî weke Kovara Stêrka Ciwan behsa berxwedana li Zap, Metîna, Avaşîn û hemû qadên berxwedanê dikin ku divê çawa ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bê bersivandin û di çarçoveya pêngava ‘Werîn Cenga Azadiyê’ divê ciwan Şerê Gel ê Şoreşgerî çawa binirxîne.
Hevreyên hêja,
Dem hatiye ku em weke ciwanên Kurdistanê bi têkoşîna mûazzam a li Zap, Avaşîn, Metîna û hemû qadên berxwedanê, rol û mîsyona xwe bilîzin û bi Şerê Gelê Şoreşgerî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”