ERZIROM – Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daye destpêkirin de, polîsan li Xinisê di serdegirtina malan ên serê sibê de Rabîa Yalavûz, Adîl Attîk û Ramazan Karakaş binçav kirin. Hat destnîşan kirin ku kesên hatine binçav kirin birine Midûriyeta Polîsan a Bajêr.