ŞIRNEX – Li Herêma Besta, çiyayê Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê di bin navê “ewlehiyê” de birîna daran ku 2 salin bi destê cerdevanan tên kirin, bê navber didome. Di nava van du salan de heta niha bi sed hezaran dar hatine birîn. Di heman demê de li herêmê çavkaniyên debarê ya xelkê herêmê jî tune bûn. Li her noqteyên Besta ku dar tên birîn, ewilî bi kamyonan bar dikirin û vedugehzandin lê niha daran li TIR’an bar dikin û veduhezînin û dibin li derveyî Şirnexê difiroşin.
Her wiha welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş ê ku darên wî li ser sînorê di navbera Sêrt û Şirnexê de tên bîrînê ji bo tomarkirina tapoyê xwe doz vekiriye. 11 salin bi hinceta “ewlehiyê” tomarkirina tapoyê nayê çareser kirin. Daxwaznameyên ku ji Midûriyeta Daristanan a Sêrtê, Rihayê, Şirnex û Walitiya Şirnexê û qereqola cendirmeyan re hatine şandin jî bê bersiv mane. Di doza ku di 11’ê tebaxê de li Dadgeha Berwarî ya Sêrtê hat li darxistin. Di dadgehê de hat gotin, “Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Berwariyê ji bo rojên guncav û ewle yên ji bo keşfê hat daxwaz kirin ku lêgerîn bê kirin û ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku danişîn taloqî 21.10.2022’an were kirin.”