STENBOL – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Parêzerên Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Di 18’ê Tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.