BEHDÎNAN –
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi rengekî fedaî şer dikin, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên bi tevger hatin lidarxistin 3 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên berxwedanê 6 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 22 caran bi helîkopterên êrîşê, 3 caran bi balafirên şer, bi dehan carî jî bi obus û hawanan bombe kir. Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Şikefta Birîndara jî hewl da ku çeperên şer bi kepçeyan hilweşîne.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
1’ê Îlonê saet di 22:10’an de tîmên me yên bi tevger li qada Sacayê ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopterên bi tîpa Skorsky xistin ku hewl da hêzên xwe li qadê deynin. Di encamê de derb li helîpoterekê ket û neçar ma ji qadê biçe.
1’ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Karker, hêzên me bi sûîqestê li komeke ji dagirkeran xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Saet di 18:00 de jî careke din li dagirkeran hat xistin û 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên leheng ên gelê me hevrêyên me Dogan Jîrkî, Karker Serbest û Rojda Kotol hatin lidarxistin ku li Zapê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, bi fedaîtî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de 1’ê Îlonê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîşî çeperên şer bikin, 2 caran bi taktîka sabotajê çalakî hate lidarxistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;
1’ê Îlonê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Şikefta Birîndara, çeperên şer 6 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, gaza kîmyewî ya hate bikaranîn dûyê bi rengê gewr û reş jê dihat û madeya kîmyewî ya bi dûyê reş dema ku dikete erdê diliviya û vediguherî hebikan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
1 û 2’ê Îlonê li Qadên Berxwedanê yên Qela Çemço û Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî drone geriyan.
1’ê Îlonê Qada Çemço 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
1’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê FM û Girê Cûdî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
1’ê Îlonê qadên Girê FM, Sîda, Qela Çemço û Şehîd Adil bi dehan carî bi obus û hawanan hatin bombekirin.
1’ê Îlonê saet di 07:45’an de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hate bombekirin.
1’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Werxelê hewl da bi kepçeyan çeper û tunelên şer birûxîne.
1’ê Îlonê hêzên PDK’ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker karê ji bo çêkirina rê dewam kir.”