NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên wan ên ji bo bersivdanê dewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, 27’ê Tebaxê li bejahiya Marê 2 çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin û di encamê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Piştî rojekê jî li gundê Kefircenê yê Efrînê li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakî hate lidarxistin.
HRE’yê diyar kir ku di vê çalakiyê de jî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.