NAVENDA NÛÇEYAN – Konfederalîzm zêdetir di lîteratura siyasetê de tê bikaranîn. Lê, bi vî awayî destgirtina vê têgînê şaş e. Di konfederalîzmê de herî kêm du yeke pêwîst in. Ji ber ku konfederalîzm di nava rengîneyê de çêdibe. Yek yeke nabe ku konfederal be. Herî kêm du yeke, yekîne… li ser esasê berjewendiyên hevpar dema hatin gel hev, serbixwebûna xwe wenda nekirin, di nav xwe de bi înîsiyatîf tevgeriyan, resentiya xwe heta dawiyê parastin, lê di heman demê de têkilî bi hev re danîn, ev tê wê wateyê ku li wê derê konfederalîzm heye. Bi kurtasî di têkiliyên konfederal de hevdu çewisandin, hevdu tunekirin, xwe li ser hevdu ferzkirin û hwd tune ye, bi hev re jiyîn, hevdu temamkirin, têkiliyên sîmbiyotîk danîn esas e. Di vê çarçoveyê de wexta em li konfederalîzmê mêze dikin, em dibînin ku konfederalîzm nabe ku tenê bi siyasetê ve bê girêdan. Xwezaya civakê bi xwe konfederal e. Civak bi her awayî pirreng e, yekîtiya rengîniyê ye. Em wek hebûn mirov dinêrin dibînin ku, ew jî ji milê ontolojîk (hebûnî) ve bi her awayî konfederal e. Ango mirov hebûneke konfederal e. Ji ber ku mirov yekîtiya sed trîlyon şaneyan (hucre) e. Ev sed trîlyon şane encax dikarin bi têkiliyên konfederal organîzmayekî înşa bikin. Em li gerdûnê giştî dinêrin, dîsa dibînin ku gerdûn bi xwe jî konfederal e. Ango di gerdûnê de jî bi her awayî rengîniyeke pir dewlemend heye. Gerdûn yekîtiya bêhejmar hebûnan e û di vê gerdûnê de dengeyeke mukemel heye. Em di dawiyê de ji ber ku çavkaniya hemû tiştî ye, li parçeyên atoman dinêrin, em dibînin ku di wir de jî, têkiliyên ku hene hemû konfederal in. Li wê derê jî yekîtiya curbecurbûnê, rengîniyê heye. Li ser van esasan mirov dikare bibêje hebûn bi xwe konfederal e, xwezaya hemû tiştan bi her awayî konfederal e. Bi vî awayî konfederalîzm dibe tiştekî hebûnî, jiyanî. Ji bo vê jî nabe ku mirov konfederalîzmê tenê, di çarçoveya wateyên siyasî de bigire dest. Baş e, dewlet çawa dikarin bibin konfederal? Dewlet jî dikarin li ser esasê têkiliyên konfederal bên gel hev. Dema ku ji dewletekî zêdetir çend dewlet li ser esasê hin berjewendiyan hatin gel hev û yekîtiyek ava kirin, wê demê li wê derê konfederalîzma dewletan heye. Beşên ku konfederasyona dewletan ava dikin, serbixwebûna xwe, înîsiyatîfa xwe wenda nakin. Her dewleta serbixwe dîsa karê xwe bi xwe birêkûpêk dike. Dewletên wiha tenê ji bo hin berjewendiyên hevpar bi dewletên din re îtîfaqek çêkirine. Dîsa hatina cem hev a van dewletan ne li ser esasê destûra bingehîn e, li ser esasê peymanekî ye. Ji ber destûra bingehîn aliyan bi awayekî hişk girêdide di konfederalîzmê de em vê yekê nabînin. Ji ber têkiliyên konfederal têkiliyên nerm in, dewletên ku konfederasyonê pêk tînin, kengî bixwazin dikarin ji konfederasyonê qut bibin. Kes nabêje tu çima qut dibî. Konfederalîzm di dewletan de bi vî rengî ye. Di halê heyî de li ser ruyê dinyayê dewletên ku konfederasyon bi her awayî pêkanîne tune ne.
Dîsa konfederasyonên saziyên civakî dikare bên înşakirin. Herî kêm du saziyên civakî li ser esasê berjewendî û armancên hevpar, bi têkiliyên nerm dikarin konfederasyonên saziyên civakî ava bikin. Li Tirkiyê KESK, DÎSK konfefderasyon in, li Ewrûpayê KON-KURD dîsa konfederasyon e.
Dê berdewam bike…..