NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…….
Civak dema ku saziyên xwe yên polîtîk û exlaqî yên ji bo berdewamiyê pêwîst in, nikaribe bixebitîne, hingî ketiye bin zordariya mêtingerî û zextê. Ev rewş jî ‘rewşa şer’ e. Mirov dikarin weke ‘rewşa şer’ a ku şaristaniyan li ser civakê ferz kirine, pênase bikin.
Dema ku exlaq û polîtîka bêkêr bimînin, hingî tiştekî tenê li pêşiya civakê dimîne: Ew jî xweparastin e. Rewşa şer rewşa nebûn aştiyê ye. Lewma aştî tenê li ser bingeha xweparastinê dikare bi wate bibe. Aştiya bêxweparastin dikare bibe teslîmiyet û koletî. Aştiya bêyî xweparastinê ku lîberalîzm di vê serdemê de li ser gelan, li civakan ferz dike, lîstika bi navê lihevkirin û aramiya demokratîk, ji bilî nixumandina serweriya çîna bûrjûva, ji bilî nixumandina rewşa şer nayê ti wateyê.
Hewldana ku aştiyeke bêxweparastinê weke aştiyê nîşan dide, hewldana herî mezin a hegemonya sermayeya îdeolojîk e. Di herikîna dîrokê de bi şêweyên cudatir, ‘bi pênaseyên pîrozkirî’ xwe îfade dikir. Ol bi pênaseyên bi vî rengî dagirtî ne. Bi taybetî olên ku kirine şaristanî bi vî rengî ne.
Kengî xweparastina civakan kêrhatî be, kengî karakterê civaka exlaqî û polîtîk bê parastin û ewlekirin, hingî aştî wê bibe xwedî wateyeke rasteqîn. Aştiya ku bi taybetî Mîchel Foûcaûlt ji bo pênasekirina wê gelekî hewl dide, tenê bi vî rengî dikare bibe xwedî wateyeke civakî ya bê qebûlkirin.
Aştiyeke li derveyî vê wateyê ji bo civakan û gelan tenê dibe xefikek, ji bilî nixumandina rewşa şer nayê ti wateyê, ti qîmeta xwe nîne. Gotina aştiyê di nava şert û mercên modernîteya kapîtlîst de gotineke bi xefikan dagirtî ye. Dema ku bi rengekî rast neyê pênasekirin, bikaranîna wê gelekî bi fikar e. Eger em careke din pênase bikin; aştî ne bi temamî rakirina rewşa şer e, ne jî rewşa aramiya bi serweriya aliyekî yan jî nebûna şer e. Di nava aştiyê de alî hene; serweriya aliyekî nabe û divê nebe. Ya sêyemîn jî çek li ser bingeha pejirandina kêrhatina civakî ya polîtîk û exlaqî ya civakê tê bêdengkirin. Ev her sê şert, bingeha aştiya bi pîvan e. Aştiyeke rasteqîn heta ku xwe nespêre van pîvanan bi wate nabe.
Eger em van her sê şert û mercan bêhtir vebêjin, ya yekemîn; bêçekhiştina bi temamî ya aliyan ferz nake. Îdîayên xwe çi dibe bila bibe, tenê soza êrişnekirina li hev didin. Bi pey serweriya leşkerî ve nabeze. Qebûl dike ku bi rêzdarî nêzî derfet û mafên xweewlekirinê dibe.
Ya duyemîn; serweriya aliyekî nîne. Dibe ku di bin siya çekan de aramiyek bê afirandin, lê belê ev rewş nabe ku weke aştiyê bê binavkirin. Kîjan alî mafdar an jî neheq be jî, bêyî ku ji aliyê leşkerî ve serwer be, dema her du alî qebûl bike ku şer rawestîne, hingî ev rewş dikeve rojevê.
Ya sêyemîn; ast û rewşa xwe çi dibe bila bibe ji bo çareseriya pirsgirêkan qebûl dikin ku bi hurmet nêzî karkirina saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê bibin. Şertê ku jê re ‘çareseriya polîtîk’ tê gotin, bi vê çarçoveyê tê pênasekirin. Agirbesteke bêyî çareseriya exlaqî û polîtîk nabe ku weke aştiyê bê şîrovekirin.
Di nava van şert û mercên aştiya bi pîvan de siyaseta demokratîk weke pêwîstiyeke nebe nabe dikeve rojevê. Dema ku saziyên polîtîk û exlaqî yên civakê bixebite, bi rengekî xwezayî pêvajoya ku biafire pêvajoya siyaseta demokratîk e. Hêz û derdorên dixwazin aştî pêk were, divê zanibin ku dema polîtîka bi rengekî exlaqî rola xwe lîst wê bi ser bikeve. Di dema aştiyê de herî kêm divê aliyek li aliyê siyaseta demokratîk be. Naxwe her tiştên bên kirin wê bi n avê yekdestiyan tenê bibe ‘lîstika aştiyê’. Siyaseta demokratîk di vir de xwedî roleke diyarker e. Li dijî hêzên dewletê û desthilatdariyê, tenê hêzên siyaseta demokratîk li ser bingeha diyalogê dikare pêvajoyeke aştiyê ya bi wate bijîn. Eger aştiyeke bi vî rengî nebe, wê demê aliyên şer dikin ji bo demekê çekan bêdeng bikin jî wê rewşa şer bidome.