NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
Cihê Cihûyan jî kes ji me naçiyê. Cihû bi piranî jî ji welatê me çûn. Sînagogên wan hemû girtî ne. Li ber deriyê mala partiyê Heciyê zikmeşk, xatirê xwe ji heval xwest. Heval kir û nekir Hecî derbasî jor nebû. Heval derbasî jor
bû. Lê belê, her li ser gotinên Heciyê zikmeşk difikirî. Ew gotinên wî yên di derheqê gelê Ermenî û gelê Kurd de kiribûn, heval xistibû nava fikarên xerab! Bi giranî gotinê ku di derheqê gelê Ermenî de kiribûn, pir giran hatibûn ji bo heval. Li gorî heval, gelê Ermenî li cîhanê gelê herî bi hiç û aqil, herî bi exlaq û herî paqij bû.
Tenêtî çi ye? Taybetmendiyên xwe çawa ne? Li ser mirov bandoreke çawa pêk tîne? Ji bo kîjan hest û hizran rê vedike? Wexta ku mirov di nava gel, heval, hogir û hezkîriyên xwe de be, hest û ramanên çawa di mirov de peyda dike? Wexta ku mirov di nava dijminê xwe de bi tena serê xwe bimîne hest û ramanên çawa di dil û mejiyê mirov de peyda dibin? Jixwe, yên ku heval ligel wan dima, dost bûn an dijmin bûn, ne diyar bû. Ji aliyê dîrok, erdnîgarî û qewmiyetê ve mirovên hevdu bûn. Lê belê, tu caran, wan qewmê heval ango qewmê Kurdan pêş nexistibûn, tu caran li hemberî mafê qewmê Kurdan di aliyê siyasî de rêz negirtibûn. Heta nirx û berhemên Kurdan ên siyasî, civakî, aborî, dîrokî desteser kiribûn. Heta hin dîrokzanan û yê ku wek bavê dîroke tê nasîn Herodot, di derheqê vê mijarê de wisa nivisandiye: “Wexta Darayê mezin (Darîûs) bûye Împaratorê Persan, hemû destkeftên Kurdan ji dest wan girtiye. Heta Xwedayê Kurdan wek Xwedayê xwe pejirandiye.” Ew Xwedayê bav û kalên Kurdan, Xwedayê Medan Xwedayê Pêxember Zerdeşt Ahura Mazda, wek Xwedayê xwe qebûl kiriye. Lê belê, panzdeh salan jî tu berhemên Zerdeçtê Kal berhev nekirine. Berhemên giranbiha yên Zerdeşt… Gatayên Zerdeşt… Heta tê gotin ku panzdeh salan Dara, navê Zerdeşt qet neaniye ziman. Piştî panzdeh salan navê Pêxember Zerdeşt û berhemên wî
yên giranbiha berhevkirine û weşandine. Wexta ku sedema vê yekê ji Dara (Darîus) an jî ji peywirdarê wî hatiye pirsîn, bersiva wî, xeta an jî sûcê wan ji wê kiryara wan hîna kembaxtir bûye…
Gotiye:
-Wexta destpêka damezrandina Împaratoriya me Persan, şer û pevçûn di hundir de û bi dijminê derve re zor bûn. Ji ber vê, me nikarîbû berhemên Zerdeçt berhev bikin an jî biparêzin… Zerdeştê Kal, pêxemberê Xweda Ahura Mazda, Xwedayê qenciyê ye; tu caran, navê wî heya panzdeh salan bi lêv nekiribûn? Mirov di nava dewleteke wisa de bi tenê be, ji pewîstiyên biçûk heya pêwîstiyeke mezin dê çawa pêk bîne. Wê ji kê alîkariyê werbigire, eger ji aliyê fikir, raman û xebatê de hêza mirov têra hin tiçtan neke, wê ji kê alîkariyê werbigire? Tê gotin ku taybetmendiyên tenêtiyê Xwedayî ne. Ji bo çi taybetmendiyên tenêtiyê Xwedayî ne, lê ne feytanî ne? Heval, ev yek
jî fêm nedikir. Di vê mijarê de her bi xwe re di nava nîqaşên giran de bû. Ji xwe re digot, ma qey wexta ku mirov tenê ma, mirov her tiştên baş difikire û dike? Ma qey mirov wexta ku tenê be tiştên ne qenc, qet nayên bîra mirov? Fikir, ramanên xerab di mêjiyê mirov de peyda nabin? Ev fikir û ramanên wisa rê li ber hin kiryarên ne baş, kiryarên ku mirov ji rê derdixin venakin? Taybetmendiyên tenêtiyê gelo Xwedayî ne an çeytanî ne? Heval hîna ev
yek nedizanî bû. Dixwest ku bersiva vê yekê peyda bike, ji bo vê bersivê peyda bike jî pêwîst bû ku bi tena serê xwe bijiya…
Dê berdewam bike…..