WAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Azad Dilgeş di 3’ê Îlonê de li Taxa Xaçort a Wanê ji bo Şehîd Welat Çiya (Hakan Arslan) û ji bo berxwedana li Zapê pêşdikeve çalakiyek li darxistin.Yekîneya ku bi polîsên faşîst re nêzî 20 deqeyan di pevçûnê de mane, di dema derketina ji çalakiyê de bi saxî derketin e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Dewleta Tirk a faşîst dema ku dizane ber bi dawî bûnê ve diçe, serî li rêbazên herî faşîst û qirêj dide. Ma em şaşin? Na!, em şaş nabin. Dijminatiya dewleta Tirk ya faşîst li hemberî Kurdan di asta herî jor de ye. Ji bo vê jî cenazeya hevalên me di tûrikan de rastî malbata wan dikin.
Dijmin êdî gihîştiye dema xwe ya dawiyê, ji ber vê jî êrîşî hemû nirxên me yên pîroz dike. Divê dijminê faşîst bizane, em weke ciwanên Kurdistanê bi hêrsa xwe ya salan, emê dawî li wan bînin. Em êdî hesabê îro ji siba re nehêlin.
Li ser vê bingehê Yekîneyên me yên Tolhildanê ya şehîd Azad Dilgeş, ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li Zap, û hem jî ji bo şermezarkirina êrîşên li ser cenazaya Şehîd Hakan Arslan, li taxa Xaçort a Wanê li dijî polîsên faşîst çalakiyek li darxistin.”