NAVENDA NÛÇEYAN – Ferhat Dêrsim ji Ajansa Nûçe Ciwan re, derbarê îxaneta PDK’ê û mala Barzanî, di bin sernivîsa ‘Xencera Veşartî’ analîzek nivîsî.
Analîza Ferhat Dêrsim bi temamî wiha ye;
Sergotarek bi vî rengî di lîteratora civakî û sîyasî ya kurdan de pir zêde hatiye karanîn. Kesên bi rumet û xwedî şeref ji gotinek wisa aciz in. Dema pir zêde bê bikaranîn di heman demê de dibe xwedî çarenûsek neçarî. Dîroka Kurdan û gotinên bi vî rengî pir zêde di nav hev de tên bi lêvkirin û weke sedemên hindakirinên bingehîn lê tê mêzekirin. Dar û kurm ji hev peyda dibin. Gubreyên ku daran har dikin û mezin dikin ji heman kurmî ne. Bê gûman dîroka kurdan hew bi vê gotinê ne sînordar e. Yek ji ajal ango firrindeyên vê xakê weke sembola îxaneta qewmê xwe hatiye bi lêvkirin. Belê. Navî vî firrîndeyî kew e. Dema bi şêwazek etîmolojîk li ser vî navê lêhûrbûn bê kirin peyvên pir balkêş derdikevin pêşiya me.
Gelek peyvên derbasî nav zimanên cuda bûne jî hemû bi vê kokê ve girêdayî ne. Tişta balkêş jî ev peyv hemû ji aliyê heman çandê nav lê hatine kirin. Dîn û exlaq ji kevin ve li ser vê rewşa kambax rawestiyane û gunehbar kirine. Bênamûs, bêşeref, sik, kirêt, bêexlaq, nalet û gelek navên bi vî rengî ji bo heman rewşê hatine gotin.
Di ola zerdeş beşê gatayan de mirov weke hebûnek di navbera rastiyê (asha) û derewê de (drûj)de tê dîtin. Naveroka Asha bingehê Zerdeştiyê pêktîne. Li gorî vê armanca mirov a bingehîn weke hemû afirandinan rastiyê bi parêze û li ser piyan bihêle ye. Bîrdozî peyvan çêdike, peyvan ji rewşa xwezayî derdixe û hildigre qadek hîn bilindtir. Ji ber ku di bîrdoziyan de pratîk û teorî beramber tê hizirandin gelek caran têgînên tên bi karanîn herdu kadan jî hildigre nav xwe. Di felsefeyê de qada pratîk û teorî ji hev hatiye qutkirin. Di teolojiya Îslamê de qada emelî û îtîkadî xwedî teybetmendiyên cuda ne. Mînak nîfaq xwedî taybetmendiyek îtîkadî ango teorîk e, lê xayîntî ango îxanet ji bo karên emelî û pratîkî tê gotin. Di qada bawerîyê de ji bo xayîntiya veşartî nîfaq û ji bona nîfaqa qada emelî jî îxanet hatiye gotin.
Dema mirovek bê ku bawer bike û ji bona mirovan bi xapîne bêje ez bawer dikim nîfaq; di rastiyê de jî di mijarek nekaribe bîne cih û di derbarê vê mijarê de soz bide û ji sozê xwe vegere weke îxanet hatiye pênase kirin. Her wiha bi gerekçeya bawerî pê heye erka hatiye dayîn ger şaş bi karbîne jî tê wateya xayîntiyê.
Rewşa di bergrafa jor de hate destgirtin xwedî nazikiyek ku bi baldarî li ser bê sekinandin e. Bêgûman îxanet û xayîntî di her dîrok û civakên cuda de jî hatiye jiyankirin û mînakên wê gelek in. Lê dema mijar dibe rewşa Kurdan û dîroka wan cewaziyên pir balkêş derdikevin pêşiya me. Em di roja me ya îro de bi hêsanî dikarin qala kurd, dîrok û welatên wan bikin, lê ev vegotin tên çi wateyê. Ev hevparî û xwenasîn gelo çiqasî kûr in û bûye nasnameyek siyasî, çandî û exlaqî. Tişta erzan, erzan tê firotin. Ev erzanî hem di hêla madî hem jî dihêla manevî de heman tişt e. Nasnameyên madî û manevî çawa ku di beşa teolojiya îslmê de weke nîfaq û emelî hate şîrovekirin; di rastiya Kurd û Kurdistanê de weke nasnameyên madî û manevî bîrdozî, exlaq û coxrafya dikare bê destgirtin. Ev her sê tişt dikare weke civaka exlaqî û polîtîk jî were famkirin. Nasnameya hemwelatî di rastiyê de tişekî hatiye înşakirin. Pêngava olan nasnameya umetê da pêş.
Nasnameya xanedanên jor ji kevin de ku pişta xwe dida teolojî û mîtolojiyên ku bi hûrgilî hatibûn ristandin di pêngava modernîteya kapîtalîst de weke dewletê bû nasnameyek polîtîk û yên umetê jî bûn xwedî nasnameya netewê. Huquqê ev nasname bi pîvanên dîyar di nav sînorên welatê hatiye dîyarkirin de weke îzdîvaça netew dewletê îlan kir. Di rastiya xwe de ti carî ev nasname nebûn wek hev û xwedî heman mafî. Di qada zanistê de jî avaniya jor û avaniya jêr weke hêza polîtîk a serdest ku bîrdoziyê diyar dike xwedî mafê li avaniya jor be. Her demê rastî ev bû, lê mixabin hejar, hemwelatiyên xwedî nasname her gavî bûn fedayî û leşkerên vê heqîqetê. Ev nasnameya nûjen bi xwe re pîvanên exlaqî yên li gorî netew dewletê jî anîn. Ev dîn anjî ola nû bi rêya dîrok û wêjeya tekane mirov li gorî pîvanên huqîqî eciqand û bi vê rastiyê da girêdan. Xayîntî û îxanet li gorî rêgezên li hemberî dewleta nû bi rêya pîvanên dîyar hate pîvandin û diyarkirin. Bêgûman dema mirov ji vê rastiyê li dîroka Kurdan mêze dike xwebûnek bi vî şêwazî pêşneketiye. Nasname her hatiye parçekirin û nasnameyên biyanî lê hatine ferzkirin. Pîvana jiyanê bîyanîbûn û weke dijminê qewmê xwe lê hatiye bar kirin. Her çiqasî ev rastî tê dubarekirin jî li ser sedemên wê hîn jî nîqaşên tund tên kirin.
Hezkirina welat, hezkirina mirovên welat, xwezaya welat û hezkirina wê, li kêleka van jî hezkirina dîrok û jiyana civakê, hezkirina ziman û wêjeya welat, govend û dîlanên welat xwedî pergalek hevgirtî ye. Rêber Apo ji vê rastiyê re got tasa welat. Tasa me ji zû ve hatiye şikandin û parçeyên wê li bin ax girikên welat veşartîne. Weke berên gorê nasnameyek xilmaş bi tîpên biyanî di hiş û zîhniyeta me de hatiye bi cih kirin. Gelek kes dema dîroka Kurdîstan bi awayekî raste rast guhdar dikin dibêjin; ‘hêvî di min de nema. Kezaba min reş bû.’ Ger derewên hemasî neyên kirin, rastiyek wisa li pêşberî me ye. Gelo ev dîroka ku tê qal kirin dîroka kê ye. Ev dîrok divê çawa bê analîzkirin. Li gorî nêrîna min hîn jî kûrahiya Rêber APO di vê mijarê de nehatiye famkirin. Di nexşeya çanda vê civakê de demokrasiyek kevnar heye. Lê mixabin ev taybetmendiyên erênî di roja me ya îro de bûye tiştekî neyînî û hemû binhehê xayîntî û îxaneta Kurdan jî çavkaniya xwe ji vir digire.
Di dîroka Kurdan de sê pêngavên nivîskî û fermî hene ku em dizanin pergalek Kurd hatiye avakirin. Ji rastiya îro em fam dikin ku ev pergal pir zehmet hatiye sazkirin. Navê serdarê mezin ê Medan Aştîyek ye. Ev mirov bi aştiya mezin tê naskirin. Yanî hemû êl û eşîrên Kurdan û derdor dike yek. Hurrî jî konfederasyon in. Lê yên herî balkêş jî Bûveyhî ango Bûyî ne. Navê Bûyî ji dawetê tê. Yanî ceşna mezin. Dema mirov li dewleta wan mêze dike mirov matmayî dimîne. Ew ji xwe re nabêjin dewlet. Nasnameya dewletê ji aliyê halîfeyên Ebasî li wan tê kirin. Pergalek pir balkêşe. Şaxê Îran, şaxê Iraq û şaxê jor yên bakur. Pergalek wisa konfederal e. Aşîtiya navbera eşîran li ser hebûn û jiyankirina hev hatiye pêşxistin. Ev rastiya hanê çavkaniya xwe ji hêza civakê digire. Di demokrasiya Kurdan de hevgirtina hêza civakî, dîn û siyasetê heye. Yek ji wan bi serê xwe nikare desthilatdar be. Ger yek ji van desthilatdariyê ferz bikin ev tevn xira dibe. Şengal, Elewî û Yarsan vê rastiyê pênase dikin.
Di demên kevin de mala Bedirxanan xwestin bibin desthilatdar lê bi ser neketin. Mala Berzanî vê didomînin lê nikarin bi ser bikevin. Xayîntî û îxanet di dîroka Kurdan de bi parçekirina vê rastiyê bi ser ketiye. Nakokiya Kurdan û Farsan bi vê destpêdike. Dema ol xwestiye serwer bibe nakokî derketine. Dema siyaset xwestiye serdest bibe nakokî derketiye, dema civakê xwestiye serdest bibe çênebûye.
Ne împaratoran, ne xanedanan û ne jî bi şêweyek pergala serdemê ya hendem netew dewlet jî li vê rastiyê nekare bê ferzkirin. Sedemên wê kevnarî û demokrasiya civakê ye. Formên di civaka Kurdan de bi şêweyên zanistên civakî nekare bên pênasekirin jî ev e. Ne zagonên zanistî ne jî zagonên zorê ên polîtakayên desthilatdar nekaribûne vê bidin guhertin. Di Osmaniyan de eşîra mala Osman hemû eşîr têk birin û wisa bûn desthilatdar. Di rastiya xwe de xanedana mala Osman e. Birayên xwe kuştin û wisa qaşo yekîtî çêkirin. Bûn yek. Piranî kirin yek. Kurd di vê wateyê de nabin yek. Kurd bi piraniya xwe dikarin bibin yek. Şêwazên din bi ser neketine. Aha Rêber Apo tasa vê çêkir. Ev tas jî neteweya demokratîk e. Ger ev tas bi awayek lez ji aliyê me hemû Kurdan ve neyê temamkirin wê ava me her biçe ser zeviyên xelkê. Weke ava diçe ser zeviyan û li pê xwe masiyên li ser rûyê erdê bihêle wê ji aliyê ajalan ve bên xwarin. Ma gelo tiştên niha tên jiyankirin ne wisa ye. Rêzeserên xayîntî û îxanet li gorî vê rastiyê derdikeve pêşiya me. Ev rastî ji bo her hemwelatiyê KCK’ê cangirte ye.
Dema di vê rastiyê de mijar dibe ciwan û îxanet gelo ji bilî heyf, mixabin û êşa dilên me emê vê rastiyê çawa pênase bikin. Derûniya vê rastiya kambax çiye? Cihên em jê dûr bila bimînin, lê cihên li ber difna me û bêhna wan tê me gelo wê çawa bê şîrovekirin? Bedelê xayîntiya ji welat rev xwîna cangoriyan e. Xayîntî bi hejmara xayîntiyê tê lihevxistin. Matematîka xayîntiyê û xwendavên jîr çi ji hev famdikin. Gelo ev matematîk û dersên wê baş tên famkirin? Mamosteyên zîrek ji bo vê rastiyê çi dibêjin? Ger dibistanên xwendina vê rastiyê çênebin xwedekarî ji bo çiye? Ji ber vê ye avanî û dersên tên dayîn pir bala me nakşînin. Xayîn ango îxanet ji koka xawna tê. Ev peyv ne Erebî ye. Peyv ji koka xwo tê. Yanî dijminê xwe. Ger ne xwe be êşa wê ewqasî wê ne kûr be. Di dîroka evîndariyê de xayîntî her bala mirovan kişandiye. Êşa wê kûr e. Dema bira li bira, hezkar li hezkara xwe xayîntiyê dikin dilê wan ti carî venaguheze rewşa berê û na cabire. Di zimanê Erebî de sê peyvên balkêş ji heman kokê tên. Yek peyva xencerê ye. Peyva dudu jî navê beraz xenzîre. Xencer ji ber ji didanên beraz tê çêkirin navê beraz girtiye. Yanî xinzîr ango xenzîr. Beraz ji nijka ve li mirov dide. Derba xencerê pir zehmet e. Di şerên kevin de xencer her di veşartin. Dema pehlîwana şer dikirin hinekan ji wan xayîntî dikir û bi xencera veşartî li wan didan. Şerê Ristem û Zal jî wisa ye. Şerê ne raste û rast ango veşartî. Peyva xayîn û îxanet peyvek pir kevin e û ji dema nêçîrvantiyê tê. Me li jor qala firrinde kew kiribû. Di ziman de peyvên weke xef, xefîk, gaf û gaflet; dîsa kew û xawna ji yek kokê tên. Bi şêweyek metatez peyva xencer jî bi heman kokê ve girêdayî ye. Amûrên niçirvaniyê hemû bi hev girêdayîne û ji yek kokê tên. Peyva kev, kevan jî bi van peyvan ve girêdayî ye.
Gaflet îxanet e. Çavkaniya xwe ji heman kokê digire. Hemû xefîk li pêşiya gafleta mirov tên dayîn. Ajalên herî gafîl ji ber kew e ji aliyê mirovan ve ev taybetmendî ji kevin ve hatiye tespîtkirin. Dema mirov vê rastiyê li mirovan bar bike mirovên ji realîteyê dûr, ji rastiya jiyanê qut bûne dikevin vê xefika nêçîrvanan anjî mîtê. Realîta kurd ji aliyê tevgera azadiyê ve ji zû ve hatiye nirxandin. Di destpêkê de mal û malbat û bi taybet jî jin û desgirtina zilam a jinê pir li ser hatiye sekinandin. Di zîndana Amedê de xayîntî û îtîrafkarî bi giranî bi lewaztiya zilam a li hemberî jinê ku bi navê namûsê dihate destgirtin encam girtin. Selîm Çorukkaya ji ber jina xwe bû îtîrafger. Dema mirov wisa li vê rastiyê mêze dike di cewherê xwe de PKK li hemberî şerê taybet ê dewleta Tirk xwe saz kir.
Çi lewazî hebûn veguheste hêzê. PKK’ê di vê pêvajoyê de li hemberî Şerê Taybet bi ser ket. Ji 2000 vir ve rewşek pir nazik heye ku divê hemû kurd û ciwanên Kurd hişyar bin. Stratejiya yekemîn PKK ji rewşa efsaneyê derxistine. PKK di nav civaka Kurd de bûye efsane û dijmin vê baş dizane ku heta ev efsane neyê xirakirin PKK xelas nabe. Wê gavê wê ev çawa bê kirin. Yek rastiya Rêbertî xirakirine. Dîroka PKK’ê bi awayek cuda nirxandine. Vê rastiyê raste rast bi endamên Mîtê nake. Bi kesên ji PKK’ê revîyane vê dike û derfetan dide wan. Yek ji van Selîm Çorukkaya ye, dudu jî Îbrahîm Gûçlû ye. Di şerê taybet de ji vê re dibêjin propaganda gewr.
Dudu PKK bi derfetan guhertine. Dema tiştek nînbe herkes wek hev e. Di nav tiştan de wekhevî û demokrastî pêkananîn zor e. PKK’ê tam serbest bernadin. Hêza wê ya îdeolojîk dixin bin êrîşên mezin û derfetên polîtîka zehmet dikin. Bi rêya kesên tam PKK nas nakin anjî bi hinek sîxurên veşartî PKK’ê û gel ji hev qut dikin. Di vê şêwazê de analîz û nirxandinên civakê baş dikin û pêre dikevin pêwendiyê. Weke dijmin tevger nakin. Ger bala we kişandibe axaftinên Mîtê û Şehît Zekî Çelebî û gelek kesên ku bi wan re ketine nav pêwendiyê qaşo dostane ye. Ev şêwaz şêwazê Fettullah Gulen yanî şêwazê Cemaatê bû. Mîtê şêwazê Cemaatê yên li hemberî Kurdan dewr girt. Li Bakur nîqaşên malbatên şehîdan pêşxistin. Fedekariyên dema berê hatine kirin weke bedelê kar û maddî hatin nirxandin. Herkes dixweste têkeve nav karên şarederiyê. Gelek aliyên derfetan û şaşitiyên vê qadê sûîstîmal kirin. Gelek kadroyên ji aliyê Mîtê ve hatibûn amadekirin xistin nav van karan. Di ser van kesan re PKK dihate reş kirin. Rêveberiya PKK’ê û gel wisa dixwestin ji hev qut bikin. Di roja îro de ji bona ciwan tevlî PKK’ê nebin weke berdewamiya heman şêwazî xebatek pir zirav dikin. PDK jî bi şêwazek cuda ku heman tiştî xurt dike tevlî dibe. Bi gotinên ‘PKK ji bilî zehmetî û zoriyê tiştekî nayne. PKK ev sî sale çikiriye.’ Piştî van gotinan jî heta dawiyê derfetên maddî bi kar tîne. Bêgûman ev xebatên şerê taybet heta astekê encam digire.
Di van salên dawiyê de bi şêwazên maddî nêzkahiya tevgera azadiyê pêş ketiye. Welatparêzî û maddîyet têkilhev bûye. Gelek kesên qurnaz bi vî şêwazî dikevin nav kar û bendewariyên gel vala derdixin. Rastiya kî qurnaz be ew bi ser dikeve dibe weke şêwazê kar û erkdariyê. Bêgûman ev rastî pir kêm in, lê mixabin encamê wê gelek mirovên rast û baş jî di sihê dihêle. Divê neyê ji bîrkirin ku rewşên wisa encamên xebata şerê taybet ên dijmin in. Ev rastiyên wisa dikare pir nivîs li ser bê nivîsandin û bê dirêjkirin. Dema mijar dibe ciwan gotin nekare li ser bê kirin. Ciwantî û îxanet ti carî li kêleka hev nabin, lê dema mirov li bûyerên pêş dikevin mêze dike mirovên temen mezin têde nînin. Bûyer bi giranî ji aliyê kesên temen ciwan pêşdikevin. Divê rastiya dijîtal ya medyaya sanal bi ziravî bê destgirtin û şîrovekirin. Bi taybet di nav ciwanan de qada dijîtal cîhanek bi serê xwe ava kiriye. Sîmulasyon ango sîmulark ku koka wê û re+sîm yeke, cîhanek erzan, li ser pêjnê û têgînan hatiye avakirin. Realîte û ev cîhan ciwanan parçe dike. Xapandin û xefik bi giranî li ser vê qadê tên pêşxistin. Zekaya çêkirî bi rêya bijartekên ku çavkaniya xwe ji lêgerînên ciwanan digire her diçe hest û ramanê ji jiyana heyî qut dike.
Jiyanek weke kefa ser desta erzan û sivik ava dike û rêya hizirandinê lewaz dike. Qada sanal nahêle mirov bihizire. Ji ber nav li ser e. Zanîna çêkirî li şûna te dihizire. Yek çavkaniya kû dijmin xwe digihîne ciwanan jî ev rastiye.
Bawerim ev rastî hinek tên zanîn. Lê li hemberî vî şerê taybet çi pêwist e? Weke xala sereke divê ev qada dijîtal ji qedexikirinê wirde bê berevajîkirin. Qada zanîna çêkirî (yapay zeka) ji navendên çapemenî yên naskirî ku pêwendiya gelek ciwanan pêre heye têgîn û têgihiştinên hevpar bên belavkirin. Mînak di her heftê de mijarek têxin rojevê û her ciwanê pêwendiya wan bi vê ajansê ango navendê heye vê belav bike. Dudu divê yek ciwanek ku tevlî qadên rêxistinkirî nebûye nemîne. Bêgûman divê ciwan ji saziyên cuda hêz û alîkariyê bigirin. Ji navendê ciwanan bêtir li her semtî komikên ciwanan bên rêxistinkirin.
Divê li cihê rêxistinkirî her ciwan ji sê mehan carekê rapora xwe ji meclîs ango navenda ciwanan re binivîse û ev bibe zarorî. Kesên nanivîsin divê mirov bê bawer neke. Ciwanên zane û rêxistinkirî divê li semtan bi gere û xwedî agahî be. Pîvana her ciwanî divê her mehê biçe bîst malî. Ev kar wê bandoriyeke mezin li dijî xebatên şerê taybet bike. Weke xalek sisê jî li her semtî ango li cihên diyar semînerên ciwana bên dayîn. Ev semîner dikare li ser van mijaran bên pêşxistin. Ger di gelemperiya Kurdistanê de xebatên wisa ji aliyê ciwanan bên pêşxistin wê li hemberî îxanetê bibe xencer.