NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Bîranîna Gerîla….
Heval hefteyekê tenê ma, di nava hizir û ramanên baş û nebaş de… Car caran, tenê ji bo pêdiviyên xwe yê rojê derdiket derve, di heman demê de dizivirî mala xwe. Rojekê zenga telefonê lê da, heval rahişt telefonê:
-Alo! Rojbaş, silav û hurmet heval…
-Silav û hurmet, rojbaş Hecî.
-Tu çawa yî, heval?
-Saxbî, Hecî.
-Tu jî saxbî Hecî.
-Ez kêliyeke din li gel te me heval.
-Ser seran, ser çavan, Hecî.
Dengê Heciyê zikmeşk, bi heyacan û bi tirs bû. Lewma heval ket nav heyecan û fikaran… Hatina Heciyê zikmeşk dereng nekişand. Piştî telefonê, deh an jî çariyek xulek zenga deriyê hewşê lê da. Heval deriyê hewşê vekir, destê hevdu guvaştin. Heciyê zikmeşk ewqas bi heyacan û bi tirs xuyanî dikir ku, qet rewşa heval jî ne pirsî, hema dest bi axaftinê kir. Axaftineke bi tirs û heyecan:
-Heval, sê hevalên we bi hezên me yên ewlekariyê re ketine çer! Hevalekî we jiyana xwe ji dest daye! Li gel hevalê we yê ku jîyana xwe ji dest dayî, telefona hevalê we yê ku beriya te li vir peywirdar bû derketiye. Lewre, pêwîst e em deriyê vê malê qifil bikin û ji vê malê biçin maleke din.
Hecî ev axaftin ji heval re kir û çend caran jî xwe bi xwe bi dengekî bêzar, heyacan û tirs axifî:
-Me, çend caran ji wî hevalî re gotibû, me neke nava zor û zehmetiyên bi wî rengî! Niha, em ê çi bersivê bidin berpirsyarê xwe, berpirsyarê nûnerê dewleta xwe? Ya xerab jî; heval, em ê te çawa biparêzin?
Hecî hem bi vî rengî diaxifî, hem jî di mal de çavên xwe li tiştên qedexe, tiştên dibe ku ji bo wan pirsgirêkan peyda bikin digerandin. Pêlava mekab û çend pirtûkên ku li gorî qanûnê wan qedexe ye, Hecî xistin tûrikekî naylon, rahişt wan. Paşê ji heval re:
-Hemû deriyan qifil bike, lambeyeke elektîrîkê jî vekirî bihêle.
Em bi lez ji vir biçin, heval!
-Baş e, Hecî.
Bi awayekî lezgîn, ji malê derketin, çûn taxeke ku di hewrazekî de ye. Li wê taxê çûn xaniyekî raxistî û vala. Di mezelê xanî de soba gaza xwezayî, televîzyoneke herêmî, makîneyeke faksê û hin nivîn hebûn.
Heval, ji nêzîkbûn û wî anîna bi vî rengî gelek bêzar bû. Lê belê, ji bo ku helwesta wan fêm bike, ev yek eşkere nekir. Ji vê helwestê gelek bi şik û guman bû. Gelo tiştên ku Heciyê zikmeşk digotin, rast û durist in, an dixwestin wî bixapînin û biceribînin ka heval kesayetek çawa ye? Ji tenêmayînê ditirse an jî natirse? Bi kêrî têkiliyên xwe tê, bi tekildarên xwe re bi kîjan awayan û kîjan rêkan têkiliyê datîne?
Du rojan, Heciyê zikmeşk û heval di wî xanî de li gel hev man. Hecî hema xwe li mezelê rûniştinê dirêj dikir û dinivist. Heval jî li mezelê mêvanan dinivist.
Di navbera her duyan de kêm axaftin pêk dihatin. Lê belê, Hecî her tim bi jina xwe re bi telefonê diaxifî. Qet lêdana dengê zenga telefona wî qut nedibû. Her bi jina xwe re, di telefonê de digot;
“hezkiriya min, çend rojan karê min heye. Eger ku karê min xelas bû, ez li gel te me. Ez te hembêz dikim, çavên her du kurên xwe jî maç dikim.” Jina wî car caran telefon dida dest zarokan, zarok bi bavê xwe re diaxifîn. Piştî ku axaftin xelas dibû, Hecî bi dengekî bilind ji xwe re digot; “ez ê kîjan pêdiviyên van bikirim, kîjanan nekirim? Di vê mijarê de êdî ez jî şoq bûm.”
Heval ji helwesta Heciyê zikmeşk matmayî ma û jê pirs kir:
-Ma qey Hecî zorakên te, ji te pir tiştan dixwazin?
Tu dibêjî, ez ji wan re çi bikirim, çi nekirim?
-Belê heval, yek hîna di dergûşê de ye. Lê, yek jî duwazdeh salî ye. Yê di dergûşê de hîna ewqas mesref li wî nabe. Lê, ew ê mezin ez perîşan kirim. Kengî ez ji dayîka wî re telefonê vedikim, hema ji dest dayîka xwe telefonê digire, beriya ku li halê min bipirse, dibêje; bavo wî tiştî ji min re bikire, wî tiştî ji min re bikire. Êdî ez ji pêdiviyên wî bêzar bûm. Çavên wî çi dibînin, dixwaze; yekî pir çav birçî ye. Ez karmendekî dewletê me, fona min têra tiştên ku ew dixwaze nake.
-Vê wextê, zarok mezin kirin zor û zahmet e Hecî.
-Rast e heval, xaniyê min bi kirê ye. Hîna min xanî ava nekiriye. Ez bi kotekî debara xwe dikim. Ew kurê min jî çi li bazarê dibîne dixwaze.
-Hîna serwext nebûye, Hecî.
-Gotina te ye heval, hîna serwext nebûye. Pêwîst e, ez û dayîka wî, wî têbigihînin. Lê belê, ez bawer nakim ku em bi ser kevin. Ez nizanim, gelo nifşê niha hemû wisa ne? An jî xwedê ev bela daye me?
-Ez nizanim, Hecî. Ji ber ku ez hatim dinê, ez li çol û çiyan im.
Ez tu caran jî nezewicîm. Hevalên me jî ji bo doza azadî û wekheviyê bi piranî nazewicin. Xwedê emrê zarokên te dirêj bike, Hecî.
-Xwedê ji te razî be.
-Ji te jî…
-Hecî, tu dikarî biçe mala xwe. Ez ê li wir tenê jî bimînim.
-Ma tu tenê natirsî?
-Na, Hecî. Ez natirsim. Apocî qet natirsin!
-Wê wextê, ez ê ber êvarê biçim cem zarokên xwe.
-Baş e, hecî.
Hecî danê êvarê xatirê xwe ji heval xwest û çû. Lê belê, beriya biçe dîsan ji heval re got:
-Heval, telefonê bi kar bîne.
Li ser vê gotina Heciyê zikmeşk, heval gelek aciz bû. Bi hêrs ji Hecî re got:
-Dînê Xwedê, ma qey min çend caran ji te re got? Telefona ku hevalên beriya min bi kar anîne, ew her du têlefon min dane yê telefon kirî… Heciyê zikmeşk li ser acizbûna heval xwe ker kir.
Heciyê zikmeşk ji cem heval çû. Heval bi tena serê xwe ma û li ser helwesta Hecî ponijî. Her da hizra xwe. Her helwesta Hecî di mejiyê heval de cihekî sereke digirt. Gelek pirs di mejiyê heval de, gelek hestên baş û nebaş jî di dilê heval de hebûn. Di mejiyê xwe de her nîqaş dikir; “ez ê di xeta Serokatiyê û şehîdan de tevbigerim. Bi rûyê spî, bi eniya xwe ya paqij ez ê wezîfeya xwe bi rengekî serkeftî pêk bînim û derkevim pêşberî Serokatî, şehîdan,
gel û hevalên ku di nava xebatê de ne; bi taybet hevalên gerîlla, hevalên ku li Kurdistanê dixebitin.
Dê berdewam bike……