HESEKÊ – Endama Meclîsa Saziya Malbatê Şehîdan ya kantona Hesekê dayîka Şehîd Alan Ehmed Sebah Mûsa derbarê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ji ajansa me re axivî.
Sebah Mûsa diyar kir ku dewleta Tirk ji bê çaretiya xwe bi balafir û tangan êrîşî ser xaka Rojava dike û got; “Ger dewleta Tirk sîng bi sîng şer bike, wê hevalên me wî di Stenbolê re derbixin, ji ber vê jî balafirên xwe dişîne.”
Heman demê de Sebah bal kişand ser qetilkirina çar zarokên ku di êrişa balafirên bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li dijî navenda perwerdê ya li ser rêya Hesekê-Til Temirê, di 18´ê Tebaxê de şehîd bibûn got; “Xwastin di şexsê wan zarokan de me cahil bikin.”
Destpêkê Sebah bi danasîna xwe dest bi axaftinê kir; “Navê min Sebah Mûsa ye, dayîka Şehîd Alan im, ez di Meclîsa Malbatê Şehîdan de kar dikim. Di dema avabûna şoreşa Rojava de DAIŞ êrîşî me kir, bi saya berxwedana zarok û şervanên me ew çete têk çûn. Şervanên me ji bo zarok, dayîk û tevahî welatê xwe şer kirin û ji bo wê canê xwe dan.”
Her wiha Sebah bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ya van demên dawiyê û diyar kir ku ger dewleta Tirk sîng bi sîng şer bike wê bi bin bikeve û got; “Em dibînin niha jî dewleta Tirk êrîşî me dike, em êrîşên wî lanet û şermezar dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan dîrok, ziman, çand û nasnameya gelê Kurd tune bike. Di vê demê dawiyê de jî çend zarokên me, ku pêşeroja me ne şehîd xistin. Ew zarokên me bûn, xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dikirin, ji bo ku xwe zane bikin, lê dewleta Tirk xwast di şexsê wan de me cahîl bihêle. Dixwaze bi tunebûna me dîsa dewleta Osmanî vegerîne.”
Herî dawî dayîka Şehîd Alan Ehmed (Şehîd Rûstem Cûdî) hêvî û baweriya xwe ya ji bo serkeftinê anî ziman û bang li gelê Kurd kir ku herkes cihê xwe di nava vî şerî de bigire; “Em di wê hêviyê de ne, tu carî nikare wê dewleta xwe vegerîne û nikare li ser me bi ser bikeve. Ger dewleta Tirk sîng bi sîng şer bike, wê hevalên me wî di Stenbolê re derbixin, ji ber vê jî balafirên xwe dişîne. Lê em tu carî ji tang û balafirên wî natirsin. Lê dema ku dengê balafiran tên ji ber ku zarok biçûk in, ew nizanin ew dengê çiye, ji bo vê ditirsin. Lê em weke dayîka şehîdan tu carî ji dewleta Tirk û Erdoxan natirsin. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe, emê li ser şopa şehîdên xwe bin, emê felsefeya serokatiya xwe bişopînin, emê heya dawiyê li berxwe bidin. Heta dayîkek şehîdan ji me hebe, emê hertim li ser şopa şehîdên xwe bin. Divê em ji zarokên 7 salî heya 70 salî hemû tevlî vê şerî bibin, em bi hêza xwe dewleta Tirk bi bin bixînin. Em bawerin emê bi ser bikevin, emê hertim û dayîm hebin, emê Erdoxan rihet nehêlin.”
NC// Baran Mawa