BERLÎN – Bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst, ji bo bal kişandina ser êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê, li ber buroya Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Elmanyayê Canan Bayram a li paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev.
Jinên ciwan di çalakiyên xwe de bal kişandin ser êrîşên dagirkerî û qikirinê yên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, heman demê de bikranîna çekên kîmyawî û nukleerî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tê bikaranîn, ku di nava zagonên navnetewî de qedexe ye, hate teşîr kirin. Bang hate kirin ku hêzên navnetewî û NATO li ber vê bê pîvaniyê bê deng nemînin.
Di çalakiyê de siloganên “Bijî Serok APO!”, “Bijî Berxwedana Zapê”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Êrîşên dagirkeriyê li Kurdistanê rawestînin” hatin berz kirin.
Çalakiya ku ji aliyê 25 çalakgeran ve, di saet 15:00’an de destpê kir heta Parlamentera Partiya Keskan (Die Grünen) Canan Bayram berdewam kir.
Piştî hatina Parlamentera Partiya Keskan Canan Bayram, çalakgeran hem daxwazên xwe û hem jî dosyaya ku amade kiribûn pêşkêş kirin. Hat diyarkirin ku daxwazname hatine qebûlkirin.
Her wiha çalakgeran belavokên ku amade kiribûn belav kirin.