NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervanê wan Cesûr Efrîn (Ehmed Mihemed) roja 4’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em hevrêyê xwe Cesûr Efrîn bi rêzdarî bi bîr tînin.
Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Serdemê de, hevrêyê me Ehmed Mihemed bi nasnav Cesûr Efrîn, roja 4’ê Îlonê dema li ser erka xwe bû, şehîd ket.
Piştî dagirkirina bajarê Efrînê, ciwanên me yên Efrînê hem hêrs û kîna xwe ya li dijî dagirkeriyê, hem jî ji bo rizgarkirina bajarê xwe, cihê xwe di nava hêzên me de girt. Yek ji wan hevrêyan Cesûr e. Hevrê Cesûr di temenê xwe yên ciwantiyê de, li ser axa xwe û bi gelê xwe re bi dagirkeriyê re rû bi rû ma, lê li kêleka vê jî berxwedana şervanên gelê xwe jî dît. Li ser vê bingehê dît ku cihê herî rast ê tê de cih bigire, kêleka şervanên azadiyê ye û bi vê re dikare ji bo azadiya gelê xwe û bajarê xwe erk û berpirsyariya xwe pêk bîne. Hevrê Cesûr di tevlêbûna xwe ya jiyanê de, kedkar û di şer de şerker bû. Şervanekî baş ê gelê xwe bû.
Em ê wek Hêzên Rizgariya Efrînê ked û xebatên wî, xewn û xeyalên wî yên mezin di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidin jiyandin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku hem gelê me yê Efrînî û Kurdistanê hem jî ciwanên me, dê cihê hevrêyê me Cesûr ku di çeperê de girtibû, vala nehêle û wê her tim dagirtî be. Em di şexsê hevrê Cesûr de hemû heval û hogirên me yên ji bo azadiyê şer kirin û gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Di serî de em sersaxiyê ji malbata şehîdê xwe re dixwazin û ji gelê xwe re dibêjin serê we saxbe.”
Nasnameya şehîd wiha ye;
Nasnav: Cesûr Efrîn
Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed
Navê Dayikê: Emîra
Navê Bav: Luqman
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 4 Îlon 2022