NAVENDA NÛÇEYAN – Di gotara Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya ku me ji pirtûka wî ya Manîfestoya Modernîteya Demokratîk berhev kirî de ji bo Afganistanê wiha dibêje;
“Hiyerarşiya pir komploger a li dijî Bircên Cêwî li New Yorkê di 11’ê Îlonê 2001ê de di rastiyê de destpêkirina hewldana pergala kapîtalîst ya ji bo ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bû. Îslama Radîkal ku ji hêla NATO’yê ve, û bi vî rengî ji hêla pergala hegemonîk a cîhanî ve û piştî hilweşîna Rusya Soviyetê ya 1990’an, wekî dijminê nû hate îlan kirin, bi rastî wekî maskeyekî bîrdozî hate bikar anîn. Di eslê xwe de, mebest ew bû ku hegemonya kapîtalîstî ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di welatên bi çanda Misilmantî yên Rojhilata Navîn nîvcu mabû, bi tevahî were misoger kirin. Bi taybetî dewletên wekî Îran, Iraq, Sûriye, Lîbya ku wek dewletên eşqiya û serhildêr tên bi navkirin û hwd. bi rengekî rêkûpêk bi pergalê re û bi giştî bi hegemonyaya cîhanî ya DYE’yê re bikin yek.
Valahiya hegemonîk a ku piştî hilweşîna pergala Sovyetê ya bi “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” a di bin hegemonya DYE’yê de derket holê, wê were dagirtin. Di heman demê de ew ê rê li ber rabûna pêşbazek nû ya gengaz ango Çînê jî bigire. Armanca pêngava yekemîn a li hemberî Afganistanê ew bû ku bilez tevbigere û pêşengiyê bike da ku Rûsya û Çîn valahiya hegemonîk a li Asya Navîn danegirin. El-Qaîde û Talîban ji bo vê armancê wesayîtên pêşîn bûn. Ger bixwaze dikare di nava bîst û çar saetan de dawî lê were anîn. Lê ji bo rewabûna şer, divê hebûna wan timî rojev dagir bikira. Li gorî amadekariyên hatin kirin, pêngava yekemîn a şer bi serketî derbas bû.
Pêngava Iraqê bi serdestiya teknolojîk ve bi heman lezê gihîşt armanca xwe. Armanc hilweşandina rejîma Saddam Husên bû. Ev armanc pêk hat, lê dijwariya rastîn di qada siyasî de derket holê. Piştî hilweşandina rejîmek serhildêr (mirov dikare jê re valîtiya serhildêr a pergalê) mîna li Iraqê, hemû xirabiyên ku di dîroka şaristaniyan de kom bûne, yek bi yek dest pê dikin, mîna ku Qutiya Pandorayê vebûbe.
Iraq ne tenê welatek bû. Ew devera ku pergala şaristaniya navendî yekem car lê hate damezrandin û bi hezaran salan lê geriyayî bû. Ew herêma ku hemû etnîsîte, ol û mezheb lê kom bûne bû. Ji hêla siyasî ve, ew ê an rejîmek hişk a despotîk an jî pergalek demokratîk ya herî radîkal hewce bike. Derfetên pêkanîna rejîmên siyasî yên lîberal ên rojavayî tune bûn. Di heman demê de ew ne qadek bû ku bi civaknasiya rojavayî were analîz kirin. Bi kurtasî, ew ne çandek bû ku bi paradîgmayên îdeolojîk û siyasî yên rojavayî bi hêsanî bi ser bikeve. Rewşa ku derket holê dişibiya rewşa Brîtanyayê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem. Serketina leşkerî nikarîbû heman rolê di qada siyasî de bileyze. Berevajî, bi rûxandina rejîmên despotîk ên kevneşopî, pirsgirêkên civakî yên rastî derketin holê û êdî ne ew pirsgirêkên ku modernîteya kapîtalîst karibe pê mijûl bibe bû. Ji Sûmeran pê ve heman çerx dubare dibe. Her gavek ji bo çareseriyê dihat avêtin pirsgirêkan girantir dikir. Herî zêde çandên li herêma Iraqê eşkere dideynin holê bê ka pratîkên dewlet-netewe çiqasê ji bêçaretî û mezinkirina pirsgirêkan re dibin çavkanî. Di destê modernîteya rojavayî ji bilî netew-dewletê ti amûreke din nebû. Ew rewşek kaos û anarşîk a tîpîk bû ku wê piştî hilweşînê çêbibe.
Rewşa Efganistanê ji ya Iraqê ne cudatir bû. Li wir jî, amûrek amade tune ku bikeve dewsa dewleta netewe. Bi rastî, rewşa piştî ku qalikê netew-dewletê hat şikandin li hemû herêmê dişibiya hev. Rûpûşa dewlet-neteweê tenê feraseteke nûjen a modernîteyê derxist holê. Rastiya ku dema vê rûpûşê bikolin derket holê, pirsgirêkên çandî yên ku bi hezaran salan kom bûne bû. Rejîmên despotîk ên kevneşopî tenê çandan tepisandine. Ne mumkun bû ku van çandan tune bikin. Rûpûşa modernîteyê pir seranser bû. Di livandinek herî biçûk de, wê hilweşe û tabloya rastîn derkeve holê. Dema ku hegemonya DYE’yê ji bo birinc diçû Dîmyatê, ew li malê ji sawarê dibû. Pêxirtengiya hegemonên modernîteyê bi temamî wiha bû. Pêvajoya ku bi darvekirina Saddam Huseyîn li Iraqê derket, di warê dewlet-neteweparêziya Rojhilata Navîn de dişibiya dawiya rejîmên monarşîk yên bi darvekirina Louis XVI di şoreşa Frensayê de pêk hat. Çawa ku rejîmên yekdestdar nekarîn sax bibin û bi darvekirina Louis XVI re ketin serdema tunebûnê, rejîmên faşîst ên dewlet-netewe jî bi darvekirina Saddam Husên re wê careke din neyên ser hişê xwe û wê bikevin serdema tinebûnê.
Her çend pergala hegemonîk hemû hêza xwe bikar tîne, lê hewildanên ji bo vegerandina dewleta netewe li Iraq û Afganîstanê encam nagire, çawa ku nekarîn restorasyonên rejîmên monarşîk ên li Ewropayê yê heyama 1815-1830’an pêkbînin; dewlet-neteweyên ku hildiweşin jî ne tenê Iraq û Efganistan in. Li hemû dewlet-neteweyan krîzên bi vî rengî têne jiyîn, ji dewlet-netewe ya li Kirgizîstanê ya li ser sînorê Çînê heya bi ya Fasê ya li ser Okyanûsa Atlantîk, ji dewlet-netewe ya li Yemen û Sûdanê heya dewlet-neteweyên li Bosna-Hersek û Kafkasya Başûr (yên li Bakur dişibin hev).
Pakîstan jixwe ji Afganistanê ne cûdatir e. Lubnan, Yemen û Sûdan bi berdewamî dikelin. Misir di nermbûna herî biçûk a demokratîk de bi rûxandina rejîmê re rû bi rû ma. Cezayîr hîna bi temamî ji şerê navxweyî derneketiye. Tirkiyeya ku xwe girava îstiqrarê îlan kir, tenê bi operasyonên taybet ên Gladîoyê zindî tê hiştin. Tenê yek welatek Rojhilata Navîn tune ku pirsgirêkan nejîne. Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê ji çareserkirina qeyranan dûr in, her çend ku ew hemû leşkerên xwe kom bikin. Wekî din, pirsgirêk ne pirsgirêkên ku bi leşkerî bêne çareser kirin in. Ewên ku wan wekî terorîstên îslamî îlan kirin, heman sîxurên ku wan bi xwe afirandinî in. Hêzeke ku bi wan re di warê leşkerî de şer bike nîne. Dibe ku tenê Îran hebe. Her çend Îran were lêdan jî, wê hêzên bipirsgirêk zêdetir derkevin holê.
Dewlet-neteweparêziya Ereban jixwe bûye nakokiya sereke ku gelên wê ji wê pir aciz in. Dewleta netewe ya Iraqê, ya ku herî xurt xuya dike, niha goristana dewlet-neteweparêziyê ye. Çawa ku yekî nû li şûna yê rûxandî ava nabe, dabeşbûna gengaz a sê dewlet-neteweyên nû jî wê pirsgirêkan girantir bike û pevçûnan bigihîne asta qirkirinê. Dewlet-neteweparêziya Erebên Şîî-Erebên Sunnî belkî wê bibin şahidê dîmenên herî bi xwîn ên sedsala 21’emîn. Li rewşa heyî mêze bikin, her wiha dema ku bi komkujiya Helepçe û hemû komkujiyên din ên etnîkî û mezhebî yên di dema nêz de bên berhevkirin, wê xofa pevçûnên dewlet-neteweyên pêşerojê baştir were fêhmkirin.
Niha û pêşerojekî ku pir dişibe awayê ku dewlet bajarên di dîroka Sumer’an de hevûdu wêran kirine. Ji Fasê heta Yemenê, ji Sûdanê heta Sûriye û Lubnanê, wê ne xelet be ku em binirxînin ku rewşa heyî û paşeroja nêzîk a hemû dewlet-neteweyên Erebî ji Iraqê cuda nîn in û nabin. Tevî nakokiya wan a eşkere bi Îsraîlê re, di eslê xwe de ew di pozîsyona hevkarên ku Israîlê pêkan dikin û bi awayekî objektîf didin jiyandin in. Hebûna wan bi hegemonya Îsraîl mumkun dibe. Dibe ku dewlet-neteweyên Ereb herî zêde hewcedarê Îsraîlê ne.
Îslamgeriya siyasî wek netewperestiya li cîhana Erebî ji neteweperestiya laîk û netewe-dewletgeriya wê pir bi pirsgirêk e. Ev neteweperestiyên ku xwe dispêre îstîsmara Îslama çandî, ji bilî tevgereke ciwan a faşîst nikarin rolekî bilîzin. Heta rastiyek îsbatkirî ye ku, di bûyera El Qaîde de, dewlet-netewe nikarin ji rêxistinek pêşîn a provokasyonê ya ku ew bi tevahî bikar tînin wêdetir biçin. Dewlet-neteweyên Ereb, çi pîr bin û çi jî yên ku dixwazin ji nû ve werin avakirin, nekarîn û wê ji rola goristanê ya li ser jiyana civakî û li hember kevneşopiya îslamî wêdetir neçin. Saziyên qezenckirina zêde û îndustriyalîzmê ku hêmanên din ên kapîtalîzmê ne, ne di rewşek geştir ji ya dewlet-netewperestiyê de ne. Qazanc û îndustriyalîzma li ser bingeha petrol û avakirinê, çavkaniyên pirsgirêka herî mezin a pêşerojê ne. Gava ku neft xilas bibe û li wir bajar wekî ûr mezin bibin, dibe ku di pêşerojek nêzîk de ji bo Ereban bibe mehşerek rastîn.
Helwesta Îran û dewlet-neteweyên din hîn bi pirsgirêk e. Jixwe, Afganistan û Pakistan krîza dewlet-neteweparêziyê bi hemû xofên wê re dijîn. Felaketa ku şerên netew-dewlet ên sedsala borî aniye serê van gel û çandan, belkî ji bombeya atomê girantir in. Gelên ku behsa wan tê kirin, bi rûxandin, kuştin û komployên ku wan di ti demekî ji dîroka xwe de nedîtine rûbirû dikin. Îran dikare di her kêliyê de rûbirûyê karesateke atomî bibe. Çanda Îranî ji destpêkê ve bi modernîteya kapîtalîst re, bi taybetî jî bi dewletperestiya netewe re dijber e. Li dijî van hemû hêmanên ferzkirî li ber xwe dide. Gelên Îranî jixwe fêhm dikin ku tewra Şîîtî, ku wekî diyardeyek pir herêmî û dîrokî tê ferz kirin, neteweperestiyek e, jêdera modernîteya kapîtalîst e û şoreşa Îslamî ya Îranê bi vê maskeyê hatî valaderxistin û ji niha ve ew rastî fêmkiriye û radibe ser pêyan.
Tiştê ku li Efganîstan û Pakîstanê qewimî ji wan ne cûda ye. Tevî hîleyên Hîzbûllah, El-Qaîde û Talîbanê jî, rastî nayê veşartin. Divê neyê jibîr kirin ku her sê rêxistinên bi maske, ango Hîzbullah, El-Qaîde û Talîban, dewlet-neteweyên xulam jî ava kirine û niha ji bo ku zêdetir ji axayên xwe yên hegemonîk ên wekî DYE û YE zêdetir par bi dest bixin wana wekî amûrên şantajê bikar tînin. Ew vê alavên komployê, kuştinê û komkujiyê yên ku bi hev re çêkirine bikar tînin da ku hevdu terbiye bikin û zêdetir paran bistînin li dijî hev bikar tînin. Dibe ku em bi amûrên ku ji bo lîstikên komployî yên herî kirêt ên di dîrokê de hatine çêkirin re rû bi rû ne. Bi van amûrên lîstika komploger mîna ku bi çomaqê polayî dilîzin, gel û çandên wê qetil dikin. Eşkere ye ku bi van amûran, ne pergal dikare li Rojhilata Navîn cîh bigire û ne jî dewlet-neteweyên ku hevkarên wê ne dikarin pêş bikevin.
Hemû nîşanên di derbarê qeyrana Rojhilata Navîn de destnîşan dikin ku ji bo dewlet-neteweyan îhtîmalek qels e ku bi restorasyonê re çareyekê bibînin. Di rastiyê de, ya ku hegemonyaya DYE’yê dixwest piştî salên 1990’î bike restorasyonek dewlet-netewe ye ku dişibe vejandina rejîmên monarşîk ên salên 1815-1830. Lê çawa ku vejandina rejîmên padîşahî ser negirt, restorasyonên dewlet-netewe nemaze li Rojhilata Navîn jî nikarin bixebitin. Wekî din, krîza dawîn a ku welatên Yekîtiya Ewropa ku warê jidayikbûna dewlet-netewe’yê ye û rojane kûr dibe, di rastiyê de qeyranek dewlet-netewe bi xwe ye. Ger YE bixwaze krîzê derbas bike, neçar e ku di dewlet-netewe’yê de veguherînên radîkal bike.
Dema ku dewlet-netewe rewşa xwe ya serweriyê bidomînin wê krîz kûrtir bibe. Lê belê Yekîtiya Ewropa 60 sal in ku bi sînordarkirina serweriya dewlet-netewe’yê re hewl dide ku xwe baştir bike. Ji ber ku ev hewildan jî têrê nakin, gerdûnîbûna qeyrana dewlet-netewe bi zelalî derdikeve holê. Pirs êdî ne ew e ku dewlet-netewe û ji ber vê yekê jî modernîteya kapîtalîst, qeyraneke pêkhatî dijîn? Ew têkildarê tiştê ku wê piştî qeyranê biqewime ye. Depresyon û kaos wê bi çi û çawa were derbaskirin? Ger em bişibînin rewşa piştî hilweşîna pimparatoriyên Romayî an Osmanî, wê pêwîst be ku têkildarê vê yekê ango rejîm, avabûnên siyasî û şêwazên jiyana civakî yên hevpar ên çawa li şûna dewlet-neteweyan pêş bikevin werin nîqaşkirin û çareseriyê bibînin.
Me xwest nîqaşên modernîteya demokratîk pêş bixin da ku krîza dewlet-netewe û encamên wê binirxînin. Gelek bûyerên li Rojhilata Navîn, ku berê ji trajediyê derbas bûn û bûn sedema karesatên mezin, êdî ji gelên pêwendîdar (Ermenî, Suryanî, Helenî, Cihû, Filistînî, Kurd, Tirk, Ereb, Afgan û hwd) û tevahiya jiyana civakî ya herêmê girtiye nav xwe. Modernîteya kapîtalîst û rejîmên dewlet-netewe ku sedema van karesat û felaketên mezin in, nema dikarin vê pergalê û rejîmên wan wekî çareseriyê nîşan bidin. Ji ber vê sedemê berfirehkirina nîqaşên modernîteyê û nirxandina derfetên derketina modernîteya demokratîk a ji krîzê û çareseriya wê gelekî girîng e.
Şerên li Rojhilata Navîn wê çawa bidawî bibin? An wê şer berfirehtir û girantir bibe?
Hêzên hegemonîk dikarin herêmê biterikînin? Eger biterikînin yan ne terikînin divê li benda çi bin?
Gelo Îslama Radîkal û Nerm dikare pirsgirêkê çareser bike? An jî bingeha pirsgirêkê ye?
Rêya sereke ya derketina ji krîz û kaosê wê çi be? Gelo civakek demokratîk û azad pêkan e?