NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku wan beriya niha gelek caran firoşkarê narkotîkê H.Ç. ê ‘hevkariyê bi dijmin re dike’ hişyar kirine, lê belê guh nedaye hişyariyê û got; “Ji ber vê yekê jî şeva 5’ê Îlonê gule li mala wî hatiye barandin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ê rê nedin ku AKP-MHP bi rêya fûhûş û narkotîkê li Kurdistanê êrîşî jinan û ciwanan bike. Bi navê jinên ciwan em bang li ciwanan hemûyan dikin ku berxwedanê xurt bikin û tevlî yekîneyên me bibin.”