NAVENDA NÛÇEYAN – Rêjîma 12’ê Îlonê ku li her derê êrîşên xwe da destpêkirin, di rewşeke ku tarîtiyê mehkûmî jiyana azad dike, li ser tevahî gelên bindest, şoreşger û sosyalîst desthildariya xwe da destpêkirin. Lê bi berxwedanvanên zîndanê re ew tarîtiya ku desthilatan xwe di nav de veşartibû, li Kurdistan û Tirkiyeyê bû weke şefeqa ronahiyek bê dawî. Di nava vê berxwedan û têkoşîna bê eman de kesayetên mîna Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Necmî Öner, Eşref Anyik û Mahmûd Zengîn derketin pêş û rihê PKK’ê ya ku nayê teslîm girtin ji herkesî re îspat kirin. Bi kesayetên xwe bûn PKK’yiyên rêwiyên rêka bê dawî. Bi vê re derbeya herî mezin li rêjîma 12’ê Îlonê û desthilatê wê xist.
Li ser vê bingehê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo wan fedayiyên bê dawî ku tu carî nikarîbûn bêyî rihê PKK’ê jiyan bike wiha dibêje; “Ji bo jiyana azad ew bûn pir”. Di vir de Rêberê Gelan berxwedana zîndanan weke pirekê ku şoreşgerên azadîxwaz tê re derbasî jiyana azad bibin dinirxîne. Ji wan berxwedanvanên mezin yên zîndanê re dibêje; “Ji bo jiyaneke azad we mirin hêsan kir”. Sekna Kemal Pîran jî vê yekê nîşan dide, bi gotina; “Bi qasî em ji jiyanê hezdikin, di oxira wê de diçin mirinê”, rastiya berxwedana zîndana Amedê pişterast dike. Li zîndana Amedê kesê ku dixwast nefes li azadîxwazan qût bike, nefesa wan bi xwe ji ber îşkenceya ku dikirin qût dibû. Esat Oktayê ku dixwast bi rêbazên herî xedar ya îşkenceyê rihê PKK’ê ya tu carî bi bin nakeve teslîm bigire, ew bi xwe li ber şewata laşê Ferhatan teslîm bû. Piştî vê berxwedana ku di zîndanê de hate raber kirin, li Kurdistanê ji bo jiyaneke azad şoreşgeran derî vekirin. Xeta PKK’ê ya ku di zîndanê de serkeftin qezenc kirî û dayî qezenc kirin, bi damezrandina pêngava 15’ê Tebaxê re serkeftina xwe gihand lûtkeyê.
Şehîdên Berxwedana Mezin û Rûmetê;
KEMAL PÎR
Şehîd Kemal Pîr weke yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê-PKKê, sala 1952″an li gundê Guzeloluk yê navçeya Gumuşhane Torulê ji dayîk dibe. Li Enqereyê Fakûlteya Erdnîgarî Ya Ziman-Dîrok dixwîne. Bi hevalê Hakî re di heman malê de dimînin. Dema Rêberê Gelan ji zîndana Mamakê derdikeve, diçe li gel wan dimîne û wê demê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nas dikin. Bi awayeke çalak tevlî xebatên ku Rêber Apo dide destpêkirin dibe. Kemal Pîr di sala 1976’an de vedigere welat. Piştî wê bi salekê di 3’ê Hezîrana 1977’an de tê kirin, dema ku tê berdan piştî wê bi saleke din di 8’ê Mijdara 1978’an de careke din tê girtin. Dûvre di sala 1979’an de derdikeve derveyî welat û diçe gel Rêberê Gelan. Kemal Pîr wê salê dîsa tê girtin. Bi pêşengên din yên PKK’ê re Kemal Pîr jî dibin zîndana Amedê. Li wê derê jî şehîd Kemal bi kesayeta xwe derdikeve pêş û dibe yek ji pêşengên berxwedana li dijî rêjîma 12’ê Îlonê. Dema ku Mehmet Hayrî Durmuş li salona dadgehê, biryara Rojiya Mirinê radigihîne, Kemal Pîr radibe ser piyan û beşdariya xwe ya li berxwedanê eşkere dike. Li ser vê bingehê di roja 56’an a Rojiya Mirinê de an jî di 7’ê Îlona 1982’an dibe şehîdê pêşî ya berxwedana mezin ya Rojiya Mirinê. Yek ji daxwaza Kemal Pîr ew bû, ku ji serêşkencekarê li girtîgeha Amedê Esat Oktay bê ceza kirin. Cihê ku hevalê Kemal Pîr lê dimîne bê çareserî nabe. Ne kesekî wisa li çep-rast bigeri daxwaza hinek tiştan bike, kesayetekî ku her tim dike û bi derdora xwe jî dide kirin û parve dike ye. Ji ber wê yekê jî hêza çoş û heyecanê ye. Ji bo mirovan baweriyeke. Di sekna şehîd Kemal Pîr de, baweriya ku mirov dikare çiyayekî jî bîne xwarê dibîne. Bi berxwedana ku di zîndana Amedê de raber kirî, tê fêm kirin ku li gel Kemal Pîran tiştekî bi navê nabe nîne. Bi qasî ku ji dîroka PKK’ê jî tê fêm kirin, şehîd Kemal Pîr tu carî tevlî civînên fermî yên PKK’ê nebûye. Lê hertim bi awayekî xwezayî li ser xeta Rêber Apo meşiya û da meşandin.
MEHMET XEYRÎ DURMUŞ
Kesayetekî pêjindar, baldar, pir kûr dibe, di hilanîn û danîn, biryar dayînê de pir hişyare. Li zîndanê çiqasî kûr bûye û nirxandin kiriye di gotina xwe ya dawî de derdikeve holê, dibêje; “Bila li ser gora min binivîsin, deyindarê gelê xwe ye”. Ev nêzîkatiyeke rexnedayînê ye, baldariyekî mezin dide diyar kirin. Hevalê Xeyrî dibêje; “Ji ber ku me ji Rêbertiyê fêm nekir, ji ber ku em ji Rêbertiyê qut bûn, em rû bi rûyê van zoriyan hatin”.
Di sala 1955 ‘an de li gundê Qumikê yê Çewlikê ji dayîk dibe. Lîseyê li Çewlikê dixwîne. Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqerê bi dest dixe. Her tim bûye xwedî lêgerînekê û xeyalên mezin e. Li zanîngehê ji fikrên şoreşgerî bi bandor dibe. Di dawiya sala 1975’an de koma şoreşgerên ku bi navê Apoyî dihatin naskirin, ku pêşengê wê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, nas dike. Di 1977an de dest ji zanîngehê ber dide û wek şoreşgerêkî tevdigere. Li Çewlik, Amed, Mêrdin û Rihayê di xebatên rêxistinkirina gel de cih digire. Di sala 1979’an de tê girtin û bi hevalên xwe yên din re, îşkenceyeke giran dibîne. Piştre wî jî derbasî zîndana Amedê dikin. Di nava şertên herî zorî ya hovîtiyê de li riyeke berxwedanê digeriya. Navnîşana ragihandina vê berxwedanê weke dadgeha Tirk destnîşan dike. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an li Dadgeha Tirk vê axaftinê dike;
“Em têkoşîneke rewa û mafdar dikin. Ji bo jiyaneke azad şer dikin. Ez li ser navê doza azadiyê diaxivim. Ez şervanê azadiya gelê xwe me. Ji bo protestokirina van polîtîkayên we yên hov, ji vê kêliyê û şûn ve dest bi rojiya mirinê dikim.”
Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek û gelek şoreşgerên din bê teredût, didin pey vê sekna wî. 61 rojî, bi îradeyeke ji pola, bi biryardariyeke mezin pêşeng û rêberê berxwedana mezin û dîrokî ya gelê Kurd Mehmet Xeyrî Durmuş di rojiya mirinê de dimîne.
Di salvegera darbeya faşîst a 12ê Îlonê de şehîd dibe. Beriya şehîd bibe vê wesiyetê dike;
“Beriya bêm girtin û piştî ku hatim girtin, min erkên xwe yên partiyê tam bi cih ne anîn. Bila li ser gora min binivîsin, deyindarê gelê xwe ye.”
AKIF YILMAZ
Berpirsyartiya li hember kesayetiya hevalê Mazlûm Dogan, ne birpirsyartiyekî wisa hindike. Hevalê Akîf ewqas kesayetekî pêjindar û girêdayî ye, ku dikare vê berpirsyartiyê rabike. Di sala 1956’an li gundê Micûc bi navê xwe yê din Beşîktaşê yê Erdexanê ji dayîk dibe. Ji ber rewşa aboriya xerab a malbatê, Akif ji neçarî dibistana amadeyî di nîvî de dihêle û dest bi kar dike. Hê di ciwantiya xwe ew xisletên şoreşger û rêberekî xwe de kesayetiya wî de didin der. Sala 1976’an wê lêgerîna xwe bi keşifkirina Tevgera Apoyî bi dawî dike. Wê salê weke pêşengekî têkoşîna azadiya Kurdistanê beşdarî nava refên şoreşê dibe. Di nava salên 1978-1979’an de li Qersê û derdora wê xebatên şoreşê bi rêve dibe. Piştre jî diçe Amedê û li wir tê girtin. Ew jî ji bo zîndana Amedê tê şandin. Li wê derê bi baweriya rihê PKK’ê berxwedane, ne teslîmiyete, ew jî cihê xwe di nava berxwedana mezin ya 14’ê Tîrmehê digire. Piştî tevlîbûna xwe ya Rojiya Mirinê radighîne û şûn de, bi berxwendaneke 64 rojan di nava şertên herî zehmet de li berxwe dide. Herî dawî di 15’ê Îlona 1982’an de dighêje şihadetê.
ALÎ ÇÎÇEK
Di nava hevalên li zîndanê de yê herî ciwan e. Hevalê Alî Çîçek nûnerê ciwanan dihesibînin. Di lêpirsîna polîsan de qet naaxive. Sekna wî ya di zîndanê de jî, pir bi pîvan û rêxistinî ye. Berxwedanvanên zîndanan ji ber wê sekna wî bi ‘Stêrka Sor’ xelat dikin. Tevlî rojiya mirinê dibe û şehîd dikeve. Ew jî ji wan kesên yekemîn tevlî rojiya mirinê dibe. Di sala 1961’ê li navçeya Riha Hîlwanê ji dayîk dibe. Hê di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê nas dike. Pêşî li Edenê tê girtin û li vir cara pêşî li cem Kemal Pîr dimîne. Piştî demekê li Rihayê tê girtin. Êşkenceyeke giran lê dikin ji bo ku bibe îtîrafkarek. Piştî wê jî wî derbasî zîndana Amedê dikin. Li hember hovîtiya Esat Oktay berxwedanê di asta herî jor de dide meşandin. Dema ku berxwedan û pêşengên PKK û gelê Kurd berxwedana mezin ya 14’ê Tîrmehê radighînin şehîd Alî Çîçek jî bêyî ku dudilî jiyan bike, tevlî berxwedanê dibe. Piştî berxwedana 66 rojan, di 17’ê Îlona 1982’an de dibe şehîdê dawî ya berxwedana Rojiya Mirinê.