RIHA – Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14’ê Hezîrana 2018’an, di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bibû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 548’emîn de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobetê didomîne, Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.
Di dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ya ku di esasê de qetlîam li wir hat kirin de, zêdetirî 4 salin “biryara nepenîtiyê” heye. Ferît Şenyaşar û parêzerê wan Bûlent Dûran ku duh xwestin di derbarê geşedanên dosyayê de agahiyê bigirin, hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’emîn hatiye guhertin. Bi vî awayî di dosyaya lêpirsînê de ev bû 10’emîn guhertina dozgeriyê ku ev zêdeyî 4 salin veneguheriye dozê.
Malbatê di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û got, “Dadgeha Rihayê berdewame ku derbasê dîrokê bibe. Li saziya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Dozgerê dosyaya 9’emîn ku dosya bi rê ve dibir çû. Dozgerê 10. hat. Di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê dewam dike.”