NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Analîzên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên li parêznameya ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ ên li ser pirsgirêkên li Efganistan, Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûdan, Lubnanê wiha ye:
“Hewl didim ku pênaseyên krîz û kaosê zêde ji bo herêmê bi kar neynim. Rastiya ku diqewime eger şerê germ be hingî wê şaş be ku mirov vê yekê di asta krîz û kaosê de binirxîne. Bêguman şerê heyî naşibe şerê serdemên destpêkê û navîn, naşibe şerê modernîteyê. Bi taybetî bi şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê re şer girseyî bûn. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn civakî bû. Şerê di meşa cinawirê sê ling ê modernîteyê de cudahiya şerê navxweyî û derve ya li derveyî civakê bi dawî bû, şerê hundir û derve yê dema nû ya modernîteyê êdî li nava civakê bi rengekî hevgirtî hate meşandin. Lewma gelekî girîng e ku rastiya şerê li nava civakên Rojhilata Navîn bi taybetî jî rastiya şerê Fîlîstîn-Îsraîlê, Afganistan-Pakistanê û Îran-Iraqê di vê çarçoveyê de bê analîzkirin.
Şerê nû yê li Rojhilata Navîn ku di hegemonya DYE-Yekîtiya Ewropayê de tên meşandin dikare encameke çawa bi xwe re bîne? Wê hîn girantir bibe. Hêzên hegemon wê karibin herêmê biterikînin? Eger biterikînin an jî neterikînin divê mirov li benda çi be? Eşkere ye ku bersiveke şênber ji bo van pirsên bingehîn nîne. Lê belê eşkere ye ku em di asteke cuda ya dîrokî de ne.
Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku DYE dixwaze bike rojev, şensê xwe yê serketinê zêde nîne. Ji xwe ev proje xwe dispêre netewe dewletan. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn hîn bêhtir xistin nava tevlîheviyê. Rewşa ku projeya dawî bû sedem ji yên berê cuda nîne. Heta ku mantiqê dewletperestiya netewe ji holê neyê rakirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji nava tengaviyê rizgar bike, nikare ji pirsgirêkan û şer vegire. Çi Yekîtiya Ereb a heyî çi jî rêxistinên Konferansa Îslamê ji ber ku bi heman mantiqê netewe dewletê asteng bûne, di pirsgirêkan de nekarîn bi rola çareseriyê rabin. Ji ber ku nikare zîhniyet û avaniya xwe ya heyî çareser bike, şensê xwe yê çareseriyê jî nîne.
Li dijî DYE û hêza hegemon a herêmî Îsraîlê, şerê bandorê yê ku Îran û Tirkiye li ser Hîzbûllah û El Qaîdeyê dimeşînin, pirsgirêkan bêhtir dixitimîne. Hesabên wergirtina parekê di her kêliyê de dibe ku berevajî bibe. Li pêş çavan e ku ev lîstikên nû û kevn ên netewe dewletê Rojhilata Navîn xistine çi halî. Di bin navê ‘Em pirsgirêkê çareser dikin, dîplomasiya sifir pirsgirêk dimeşînin’ Rojhilata Navîn veguherandine gloka pirsgirêkan. Ev rewşa Rojhilata Navîn ku me bi rengekî eşkere raxist pêş çavan pirsgirêkên avaniyî ye, ev jî ji ber dewletperestiya netewe ye.
Weke ku me bi rengekî eşkere rave kir, zîhniyeta neteweya demokratîk û avaniya xweseriya demokratîk a modernîteya demokratîk modela herî guncaw a wekhev, azadîparêz û demokratîk e ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, paradîgmaya nû ye. Modeleke ku rêya ewlehî û aştiyê ya mayinde nîşanî her kesî, her civakê dide.
Êrişa du sed salên dawî (Ev êriş ji aliyê Napolyon ve hate destpêkirin, Brîtanyayê mezin kir, DYE dewam dike) hîn jî dewam dike. Bi taybetî ji Efganistanê heta Fasê, ji Kafkasyayê heta Efrîkaya Navîn li gelek herêman bi rengê şerê germ û sar dewam dike. Ya ku diqewime aliyê herî lawaz ê sîstemê ye. Ya rast, xeleka herî qels a modernîteya Rojava, Rojhilata Navîn a kevneşop e. Hewl hate dayin ku lingê wê yê sêyemîn di du sed salên dawî de bê rûniştandin, lê belê ji bilî kûrkirina kaosê encamek bi xwe re neanî.
Hevkarên modernîteyê yên bi rengê Îslamê çi radîkal çi jî nerm be, bûn xemla rewşa nû ya kaotîk. Kapasîteya xwe nîne ku ne bi rengê Îslamê ne jî bi awayekî din bibe sîstem. Li herêmê tevî rewşên ji anarşî û kaosê wêdetir diqewime jî nikare were gotin ku pêngavên serketî ketine dewrê. Ya ku bê gotin ew e ku rewşa kaotîk timî dikele. Her kelandin di asta afirandina pêkhateyeke nû de ye. Yek ji dibetiya ku ji vê kelandinê biafire dibe ku senteza xweser a Rojava-Rojhilat be. Ne Rojhilat dikare yek ji cûreyên xwe yên şaristaniya berê zindî bike, ne jî Rojava dikare modernîteya xwe bi rengekî yekalî enjekte bike. Xweseriya senteza biafire wê ji aliyê avaniya zanistî û bersiva tevgerên rêxistinî li pirsgirêkên civakî diyar bike.
Dibetiyeke lawaz e ku her du alî ji bo hev qanih bikin gavan biavêjin. Bi têrkerî eşkere bûye ku gav û pêngavên nû bi oryantalîzma zanistiya Rojava çênabe. Zanistiya xwezayî ya civakî ya Rojhilat jî tenê li benda pêşengên xwe ye. Gava tê hêvîkirin, bi hilberîn, rêxistinî, tevgerî û civakîbûna vê zanistiyê dikare pêk were.
Asta tengaviya siyasî ya Efganistan, Iraq, Îran, Sûriye-Lubnan, Îsraîl-Fîlîstînê û welatên din ên Rojhilata Navîn vê nêzîkatiya me piştrast dike. Hemû dewletên herêmê çi mezin çi biçûk ên hatine avakirin, çi milî çi jî olperest, eşkere ye ku ajanên modernîteya kapîtalîste. Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîroka wan, wê were dîtin ku dewletên mîlî û Îslamî hemû berhemên du sed salên dawî yên emperyalîzmê ne.
Bi qasî hêzên netewe dewlet û desthilatdariyên li Rojhilata Navîn qadeke duyemîn nîne ku bi vî rengî rola xwe ya sîxur û fîguran vedişêre. Di vir de tecrûbeya hezaran salî ya ji dek û dolabên dewlet û desthilatdariyê û hegemonya îdeolojîk xwedî pareke gelekî girîng e.
Krîzên dewlet û desthilatdariyê yên li Rojhilata Navîn dema ku weke bingeha şaristaniyê bê nirxandin wê hingî were fêhmkirin. Cîla du sed salên dawî ya modernîteya kapîtalîst divê krîza şaristaniyê nenixumîne. Ji xwe modernîteyê bi xwe bi pêkanînên xwe yên li Rojhilata Navîn taybetmendiyên kaotîk hemû bi şênberî raxistiye pêş çavan. Bi pêkanîn û kiryarên xwe kapîtalîzm nîşan dide ku rejîmeke krîzê ye.
Dema ku bi vê perspektîfa bingehîn were nirxandin, xusûsa destpêkê ya têkildarî rewşa rojane bê gotin ew e ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û rizgariya ji krîz û kaosê ne hêzên serwer ên kevneşop ne jî yên modern xwedî çareseriyê nîne. Hêzên ku bi xwe çavkaniya krîz û pirsgirêkan e, bêguman nikarin bibin hêza çareseriyê. Çi bi navê olperestiyê çi jî bi navê neteweperestiyê, xwe dispêrin dîroka kevneşop û nikarin bibin çare. Ji ber ku dîroka van hêzan dîroka neçareseriyê ye. Kîjan şaristaniya bi heybet a berê dikare jinûve bê zindîkirin? Îslamiyet û Osmanî karibe bê zindîkirin jî ev zindîbûn herhal wê di bin parastin û serweriya DYE’yê bê kirin, ev jî wê bibe Îslam û Osmaniyeke cuda. Hêzên modern jî nikarin çareseriyan pêşkêş bikin. Ew bi xwe avakarên sîstema bi krîz û pirsgirêk e, gelo wê çawa bibin çare?
Kaosa mezin a li herêm û welatê bingehîn ê şaristaniya navîn, îflasa parvekariya desthilatdariyê û dewletperestiya netewe bi her awayî û bi rengekî şênber nîşan dide. Vê kaosê dewletperestiya netewe ya Fîlîstîn-Îsraîlê, Iraq û Efganistanê, desthilatdarîperestiya xwe dispêre hiyerarşiyê bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan, nîşan daye ku çavkaniya bingehîn a pirsgirêkan e, tundiya bê dawî, teror, şer û komkujî xwe ji vê yekê xwedî dike.
Dema ku em werin ser meseleya ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’, bîlançoya bûyerên li Iraq, Efganistan, Lubnan, Pakistan, Tirkiye, Yemen, Somalî, Misir û welatên mîna wan, ji mêj ve bîlançoyên şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn li pey xwe hiştiye. Ev bîlanço bi tenê têra fêhmkirina rastiya vî şerî dike. Ji xwe ji ber çekên nukleerî tê fêhmkirin ku ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ wê parçeyî be, li demeke dirêj belav bibe û bi teknolojiyên cuda bê meşandin. Civîna bilind a Lîzbonê ya NATO’yê û kûrkirina dorpêçiya li dora Îranê ya ji aliyê DYE’yê ve têkildarî rêveçûna ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ agahiyên pêwîst pêşkêş dikin.
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyeke û navenda wê bi giranî erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Tenê bûyerên li Iraqê diqewimin jî nîşan dide ku ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ wê tenê li welatekî nebe, ev şer pêwendiya xwe bi hebûn û berjewendiya hêzên hegemonîk ên cîhanê heye. Kengî Îran bi temamî hate bêbandorkirin, Efganistan û Iraq aram bû, Çîn û Latîn Emerîka ji asta gefbûyînê hate derxistin hingî dikare bi dawî bibe. Lewma me hîn di nîvê vî şerî de ne.
Yek ji felaketên herî mezin ên xitimandina dewletperestiya netewe di vê demê de li xeta Efganistan-Pakistanê diqewime. Her wiha girêdayî vê ekê pirsgirêka Keşmîrê jî heye ku bi temamî ji ber dewletperestiya netewe ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistan, Pakistan-Bangladeş encama heman zîhniyeta netewperestiyê ye, hîn jî dewam dike. Li gorî rastiya xwe ya xwezayî, çareserî û aştiya netewe dewletan bi xwe re neçareserî û şer tîne. Ev mînakên şênber vê rastiyê radixe pêş çavan. Dewletperestiya netewe xwest ku hem komargeriyê, hem qraliyetê, hem jî modela reel sosyalîst li Efganistanê bîne. Encam; civakeke Efganistan e ku di nava tundiyeke bêpîvan de hatiye hiştin û ji hêza çareseriyê bêpar hatiye hiştin.
Ji bilî pênase û îdeolojiya neteweya demokratîk ti zîhniyet û îrade nikare van civakan komî ser hev bike û bigihîne jiyaneke demokratîk. Heta ku pirsgirêkên civakî ji aliyê zîhnî ve nehatin çareserkirin pirsgirêkên avanî jî çareser nabin. Zîhniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta Hindistanê ji bo gel û çandên cihêreng çarçoveya herî guncaw a yekbûnê ye.
Çi olperestî çi jî neteweperestiya laîk, heta ku zîhniyeta dewletperestiya netewe dewam bike jihevketina van civakan û şer wê timî pêk were. Îslamiyet a ku îdîa dikirin ku gelekî pê ve girêdayî ne weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û vê kevneşopiyê jî nebaş dikin. Mîna ku ji bo Îranê ji bo tevahiya vê erdnîgariyê bi taybetî herêmî, yekîneyên neteweya demokratîk ên di nava hev de divê li Rojhilata Navîn bên avakirin. Alternatîfa netewe dewletên mîna Pakistanê ku ji niha ve ji hev dikeve, projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk e ku li Rojhilata Navîn bê avakirin.
Rêya gerdûnîbûna Şoreşa Kurdistanê di Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn re derbas dibe. Gelek yekîtiyên herêmî yên xwe dispêrin yekîneyên netewe dewletê yên modernîteya kapîtalîst (Yekîtiyên netewe dewletê yên li Ewropa, Asya, Emerîka û Efrîkayê) û Neteweyên Yekbûyî ji dema ku ava bûne û vir ve nekarîne ti pirsgirêkên herêmî û global çareser bikin.
Li şûna van mînakên neserketî pêwîstî bi avakirina yekîtiyên nû yên li derveyî netewe dewletê heye. Li gel pêwîstiya bi Yekîtiyên Neteweya Demokratîk ên Herêmî li şûna Neteweyên Yekbûyî pêwîstî bi Yekîtiya Neteweyên Demomkratîk a Cîhanê heye. Çi herêmî çi jî global, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk divê ne tenê yekîtiyek ji yekîneyên dewletê be, her wiha divê yekîtiyek ji beşdariya rêxistinên civakî yên sivîl ên demokratîk be. Aştiya cîhanê bi netewe dewletên ku çavkaniya şer in pêk nayê. Her wiha bi saziyên modernîteyê ku çavkaniya krîzan e pêşketin jî nabe. Mînakên heyî vê rastiyê bi berfirehî nîşan dide.”