NAVENDA NÛÇEYAN – Konfederalîzma demokratîk bi hevdû ve girêdana ew yekeyên ku li derveyî dewletê ye. Di cewher de jî konfederalîzma civaka birêxistinkirî ye. Konfederalîzma demokratîk di heman demê de tam jî li gorî cewhera xwezayê ye. Ji bo vê jî kûantûmîk e, yanê zanistî ye. Kûantûm jî her tiştî zindî digre dest. Ji parçeya atomê bigirin heta her tiştî, zindîbûn di her dera xwezayê de ye. Ji ber ku zindîbûn li her derê ye, di xwezayê de tu tişt bi her awayî nayê diyarkirin. Paradîgmaya Newtonî dibêje, ez di demekê de dikarim tiştekî bi hemû milê wê ve bizanim. Lê kûantûm dibêje tu nikarî di demekê de tiştekî bi her awayî wî bizanî. Tu nizanî parçeya atomê wê çi bike. Ji ber ku prensîba nediyariyê heye. Prensîba nediyariyê di parçeya herî biçûk de jî heye û esas e. Mînak wexta tu dixwazî cihê parçeyê bizanî, tu sureta wê nizanî; tu wexta sureta wê dizanî îcar jî tu cihê wê nizanî. Ango di heman demê de cîh û suret zanîn ne gengaz e. Tu ancax dikarî bi mudaxaleyan bizanî, wê demê jî ew parçe ji xwezaya xwe derdikeve. Zanistê îspat kiriye ku mirov nikare parçeyeke atomê jî bi her awayî bizane. Baş e, mirov madem parçeyeke atomê nizane, wê çawa her tiştê mirov û civakê bizane. Marksîzm jî di navê de yên ku li ser zanist û paradîgmaya Newton tevgeriyane, hemûyan gotine em jî her tiştên civakê dizanin. Mînak Marksîzm dibêje, guhertin û veguhertina civakan, li ser esasê terzê hilberînê dibe. Li gorî Marksîzmê şîfreya guhertina civakan terzê hilberînê ye û êdî dizane civakê çi bike. Hêzên hilberînê dinêre, performansa wan dinêre û dibêje civakê biçe vê derê… Yanê Marksîzm dizane pêşeroj çî ye û li ser vî esasî jî her tiştî dizane. Di vê têgihîştinê
de zindîbûn tune ye, ji ber ku her tişt ji xwe hatiye diyarkirin. Ji bo vê jî Marksîzm zêde zede di bin bandora modernîteya kapîtalîst û felsefeya mekanîk de ye. Lê prensîba nediyariyê her tiştî zindî digire dest. Ew maddeya ku herî hişk dixuyê jî, heya astekî zindî ye. Madem her tişt ji enerjiyê hatiye, enerjî jî him pêl e him jî parçe ye, parçeya herî biçûk jî zindî ye, wê demê zindîbûn dibe tiştekî gerdûnî û xwezayî. Enerjî bi xwe zindîbûn e û her tişt jî zarokên enerjiyê ne. Ji bo wê jî azadî dibe meyla xwezayê bi giştî. Bi vî şeklî tiştê ku bi kûantûmê bi awayekî zanîstî
hatiye ispatkirin ev e: xweza zindî ye. Zindîbûna xwezayê tê wê wateyê ku beşên xwezayê bi her awayî nayên diyarkirin. Zindîbûn ev e; di derbarê jiyana xwe de hin guhertin û veguhertin kirin e. Hemû beşên xwezayê wexta di derdora wan de guhertin çêbûn, ji bo bikaribin bijîn mecbûr in ku di xwe de guhertinan bikin. Heke van guhertinan nekin, wê demê wê tune bibin. Bi kurtasî di zindîbûnê de di derbarê jiyanê de, di derbarê biryaran da rola te, înîsiyatîfa te heye. Ji bo wê yekê jî, di xwezayê de her tişt, ji ber ku zindî ye, heta astekî kirde (ozne) ye. Ji bo vê rastiyê ye ku kûantûm di xwezayê de objebûnê (nesnebûn) qebûl nake. Di eslê xwe de ji ber ku objebûnê qebûl nake, ev tê wê wateyê ku kirdebûnê(oznebûn) jî qebûl nake. Ango di vê nêrînê de ne kirde ne jî obje heye, zindîbûn û bi vê ve girêdayî aktîfbûn heye. Vaye, konfederalîzma demokratîk jî objebûnê qebûl nake. Konfederalîzma demokratîk ji ber çi her yekeyê, her parçeyê, her kesî… birêxistin dike. Ji bo ku her kes bikaribe li gorî xwezaya xwe ya zindî tevbigere, aktîf bibe.
Dê berdewam bike…..